Site icon Rojnameya Newroz

REWŞA ÎRO YÊ HEYÎ*

Di destpêke de ez liser navê xwe û partiya xwe we silav dikim.Hûn tev bi xêrû xweşî hatin. Ev civîna me di dîroka çep  û Komunîstên Kurdistanê de ez bawerim cara yekemîn e.Ji bo vê yekê, ez ew kesên ku di rêxistina vê konferansê de keda wan derbas bûye ji wan ra û ji hemû beşdarvanan re carek din spasiya xwe dikim. Ez jî li ser mîjara, rewşa heyî ya îro, prensîbên hareketên çepên Kurdistanî, derfetên karkirina bi hev re û astengiyên heyî  biaxivim. 

Nusrettin Maçin / Hemû nivîsên ê nivîskar

Di rewşa heyî ya îro de li rojhilatanavînde demekî dirêje şerekî postmodern di navbera hêzên  navneteweyî û dewletên heremê, hêzên cîhadîst de heye.Lê ev şer di Irak û Suriyê de herî zêde li ser axa Başûr û Rojavayê Kurdîstanê de hate meşandin. Û îro rojeva şer  di dinê de  Rojavayê Kurdistanê ye.

Dewleta Tirk û hêzên cîhadîst bi hevra di 9ê Cotmehê de  hewl dan ji bo dagirkirina  Rojavayê. 

Ev destûr di aliyê Trump ve hate dayîn li Pentagon û Kongreya YDA vê siyasetê ji stratejiya xwe re rast nedît. 

Li ser êrîşkirina Tirkiyê hem di nav Emrîka yê de û hem jî mutefîkên wê yê  Ewrûpa yê nerazîbûna xwe bi dengê bilind nîşan da.Di raya giştiyê dinê de li hember DAÎŞ ê wekî şerê Rojava û Pêşmerge re rêz girtinekî mezin çê bû.

Di çapemeniya navneteweyî de, li medya yên civakî de nirxandine kî erenî  ji bo Kurdan heye.

Em dikarin bêjin ku di rewşa îro de hem bi Başûr re û hem jî bi Rojava yê re Yekîtiya Dewleta Emrîka, Yekîtiya Ewrûpa, Konseya Ewrûpa û bi Rûsya yê re tekîliyen dîplomasî yê tê meşandin. Ew rewş xûya dike ku di siyaseta hêzên navnetewiye de Kurdistan cîhê xwe girtiye.

Lê mixabin ev şerê ku tê meşandin bi her awayî  ji şerê cîhan a yekemîn û dûyemîn ê pir zêde cudahî yê wê henin. Dû şerê parvekirin ê cîhanê çêbûn her yekî  4-5 sal berdewam kir, lê em dibînin ku 20 sale şerekî  destpêkiriye hêna dê çend salan ewê bimeşe jî ne diyar e.

Ji bo vê yeke em dibêjin ev şerê sedsala 21an cûdahîyê wî henin. Bê gûman hemû şer navbera Çînên serdest û bindestan welatê bindest û serdestan de ye. An jî ew hêzên ku daxwazê wan ê serweriya dinêhe ye bi taybetî rojhilata navîn de Irak û Sûriyê de li ser axa Kurdistanê li Başûr û Rojava yê de şerekî dijwar û postmodernîst berdewam e.

ARMANCA WÎ ŞERÊ POSTMODERNÎST ÇÎ YE?

Di armanca wî şerê de bi gelemperî ji Basra yê heta Rojhilata behra spî serweriya parvekirinê nirxê aboriyê ye. Ev nirxên aborî ne te enerjî ye, Enerjî, çanda (Ziraat) ê, Maden, xweza, bazara bazirganî ye. Her wekî dinên di ve şerê de Emrîka, Birîtanya, Fransa, Almanya wekî dewleta bloka Rojava armanca wana dûyemîn de jî di ve heremê de ew dewleten ku pergala wan ê siyasî û îdarî ji politikaya neolîbelarîzmê re astenge dixwazin hilweşînin an bigûherînin. Di Tirkiyê de di 1980an de bi darbeyekî askerî mûhalefeta civakî li holê rakirin bernameya xwe bi desthilatdariya Turgut Ozal bi dest pê kirin û AKP jî vê bername yê jî îro berdewam dike.

Em baş zanin ku Irak, Sûriyê û Îran jî pergala wan ji neolîbelarîzmê re ters e. Welatên ku bin bandorê Îranê de ne ew jî astengê vê polîtîqa yê ne. Di pêşengiya Yekîtiya Dewleta Emrîka yê de welatên Ewrûpa dixwazin bi qeyranan bi mûdahale yên navwan degûhartinên desthilatdaran dixwazin. Ji bo vê gûhartinê di her sê welatan de jî pêwîstî û daxwazên wan li hev tên. Di eniya Rojhilat de Rûsya li ser BAAS Partiya IRAK û Sûriyê herî zêde be jî bi Îranê re jî wekî mûttefîkên herdune. Di polîtîqaya Rojhilata Navîn de dixwaze Tirkiyê jî bikşîne cem xwe. Polîtîqaya dewleta Tirkiyê hember Kurdan di Bakûr da dixwaze nûda dagirkirinê kûr bike û Başûr û Rojava yê destkeftiyên wan têk bibe.

Di payê serkeftinê Kobanê de hember Kurdan teror û tûndî ya dewletê wekî polîtîqaye kî fermî pêk tîne. Kadroyên siyasî, parlementer û hevserokên şarederiyan girtin û qeyûm avêtin ser şarederiyan. Payê hilbijartinê 31ê Adarê bajarên ku me bi hilbijartinan ji qeyûman girtin îro carek din bi darbeye kî siyasî îradeya gele Kurd dagirkirin.

Di navbera van 7 mehan de 15ê şaredariyên me dest dan ser. Desthilatdariya AKPê bi dewlet re bû yek. Polîtîqaya dijî Kurd û Kurdistan dimeşîne û hereşeyên herî mezin jî di rojhilata navîn de serokatiya hêzên siyasal îslamê dikin. Wekî îhvanê Mûslûm El Nûsra, El Kaîde, DAÎŞ dikin. Di mitînga Amed, qetlîama Pirsûs, Gara Enqerê de bi mirovê DAÎŞ ê karanîn.

DI REWŞA ÎRO DE NEOLÎBERAZÎM Û ÇANDA POSTMODERNÎZM

Di derheqê Kapîtalizmê de ez dixwazim hevokeke ji fîlozofê mezin Karl Marks destpê bikim Dibêje hilbirîna Kapitalîst, hilbirîndarên serbixweyên biçûk milkê wan ê şaxsî tune dikin, ew kes bixwe jî di nav geşbûna mekanîzmaya kapîtalizmê de ‘’ Di pêvajoyekê xweza xwe de ew bi xwe jî di nav da’’ hûnda dibe.

Sermiyan ji bo kî belav bibe hilbirîndaran bê milk dike, û evê di roj were ewên en qelebalix û xurt in ew hilbirîndarên ku bi sermiyanê rêxistin bûne ew jî di sermiyandaran bê milk bikin.

Di derheqê Kapîtalîzmê de pêşeroj dîtina Marks îro pêktên. Di Birîtanyayê de saziyekê piştgirî navê wê Oxfam e lêkolînekê kiriye, di 22 Çilê yê 2019 de rapora xwe diyar kir.Di vê raporê  xwe da dibêje serveta 26 kesan, deng dikeve serveta 3.8 milyon kesan e. Di eynî raporê de 2018de wan kesan serveta xwe 900 milyon dolar zêde kirin e.

Di dîroka kapîtalîzmê de Neolîberalîzm herî pergalekê rixandin tun derweyê nirxên mirovahîyên mişterek e. Neolîberalîzm tenê ne kedxwariya xebatkaran, karmendan, çandvanan dike, di tiştên ku eydê mirovahi yê mûşterekin wekê agahî, zanistî, hilbirîna entelektûel, av, xweza, tiştê kû bikaranîna mirovahi yê vekirînin û di ber pirsiyariya wan da nin, heviyên xwezayî û ragihandin hwd.(herî wekê din) mînak di welatên kû gûhariyên wê polîtîkayên hikûmetê wan di bin bandorên şîrketên pir neteweyî de Kapîtalîzm xwe nû da berfireh dike.

Di sektora xwarin de herî şîrketên mezin, ji wan yek jî wekî Monsanto milkiyeta tova gundiyan destê wan girtine. Di Hindîstanê de hilbirîna pembûyê % 95 destê Monsanto ye, li ser wê bûyerê li Hindîstanê yek pêl a întîhara gundiyan li ser hew hat.

Îro şîrketên biyoteknolojî bandor li ser hikûmetan dikin ji bo patentên berhemên zindiyan;Wekê berhemên av û ziraet ê. Îro Microsoft di ragihandina dinê de bernameyên ku herî zêde bikartînin, bi patent li ser wan tekel ava kiriye.

Bi taybet wekî Dardot û Laval dibêjin Neolîberalîzm nirxên mirovahiye mişterek dixwazin bigrin destê komekî kartelan. Di wê rewşa îro de çep û Komunîstên Kurdistanê pêwîstiya wan heye ku civîn ê wekê îro herî zêde pêk bînin.

Di paye hilweşandina Sovyetê nêzîkê 30 sal e li dinê de di pêşengiya Komunîstan da çalakiyên girseyî çênebûne, ew çalakiyên ku bi girsayî hinekê welatan de pêk hate wekî Fransayê yêlekên zer, wekî Lûbnan û Şîlî de gel li hember bac, zem, gendelî herî wekî din hikûmetan zorê de hiştin di wan bûyeran de rola çep û Komunîstan pir hindik çêbû.

Divê li vir de em siyaseta xwe bi hevre li ber çavan derbas bikin. Ji bo ku em pêvajoya nû re hem aliyê siyaseta neteweyî û çînayî bibin bersiv. Ji me re pêwîstî heye ku hinekî prensîbên hevbeş hebin.

PRENSÎBÊN ME YÊ ÇIBIN?

1-  Emniha jî welatekê parçe kirî û bindestin. Ji bo wê yekê pirsgirekê me yê pêşane azadiya welatê me be.

2- Îro temamê partî û rêxistinên Kurdan dibêjin derfetên ku ji bo Kurdan derketine holê divê bi polîtîkayeke hevbeş bi tifaqe kî neteweyî were ava kirin. Divê em çepgir avakirina kongre netew an tifaqa netew de rola xwe rast bilîzin.

3- Di prensîbên çepgirî de herî zêde ked ji bo me hemûyan pîroz were dîtin.

4- Divê em dijî Kapîtalîzmê bin.

5- Tevgerên Komunîst divê Enternasyonalîst bin lê şeql û navaroka wî gengeşî re vekirî be.

6- Parastina nirxên netewên bindest ji bo me pêşverû ye lê em dijî nijadperestî yê bin.

7- Em divê liv ir komîteyekê ava bikin ku partî û rêxistinên me tê de cîh bigre.

PÊŞNIYARÊN ŞÊNBER

1- Divê ji li vir komîteyekî were avakirin û hemû partiyan tê de cîh bigrin.

2- Di navberê xwe de çar mehan careke civînê xwe çêkin.

3- Malperekî hevbeş were amade kirin bi du zerevayên bi tîpên erebî û latînî nêrînê xwe yê fermî yê li vir de werên çapkirin.

4- Em civînê xwe wekê îro hersal pêkbînên û em dixwazin di xebatê xwe bi hev re bimeşînin.

* Nivîsara axaftina nivîskarê me Nusrettin Maçin di Konferansa 9ê Mijdarê ya Hewlêrê de, ku ji partiyên komunîst, sosyalist ên ji çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûbû.

Sosyalist Mezopotamya / Şubat 2020 / Sayı: 7

Tüm sayıların PDF formatları aşağıda

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 1 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 2 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 3 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 4 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 5 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 6 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 7 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Exit mobile version