Komeleya Sosyologan, encamên rapirsiya ku li bajarên cuda ligel hezar û 67 kesan li ser ânêrînên welatîbûna çalak û mekanîzmayên beÅdariya siyasetê ya ciwananâ kiriye eÅkere kirin.
Di rapirsiyê de ji ciwanên temênê wan di navbera 18 û 35an de 49 pirs hatine kirin.
Li gor encamên hatine aÅkerekirin, ji sedî 81.6ê ciwanan gotine partiyên siyasî yên heyî nikarin pirsgirêkên Tirkiyê çareser bikin û %17.8an gotine partiyên niha dikarin çareser bikin û %0.6an jî bersiv nedane.
Di rapirsiyê de ji ciwanan pirsa âLi Tirkiyê mirov bextewir in?â hatiye kirin. Ji sedî 96.3ê ciwanan bersiva ânaâ dane û tenê %2.7an bersiva âerêâ dane û %1 jî bersiv nedane.
Ji sedî 82.4ê ciwanan gotine rewÅa wan a jiyanê li gor sala par xirabtir bûye û %8.6an jî gotine rewÅa wan a jiyanê wek xwe maye û tenê %9ê ciwanan gotine rewÅa wan a jiyanê li gor sala par baÅtir bûye. Herwiha %66.5ê ciwanan gotine dê rewÅa wan a sala bê xirabtir bibe, %13an gotine dê wek xwe bimîne û %20.1ê jî gotine dê baÅtir bibe.
Di rapirsiyê de ji ciwanan pirsa âGelo partiyên siyasî di asta pêwîst de pirsgirêkên xelkê tînin ziman?â hatiye kirin û %90.5ê ciwanan bersiva ânaâ dane û tenê %8.7an bersiva âerêâ dane û %0.9an jî bersiv nedane.
Herwiha %27.8ê ciwanan gotine eger ji destê wan bê dê welatê xwe biguherin, %15.4ê wan gotine ew dê rewÅa xwe ya aborî biguherin, %8.9an gotine ew dê perwerdeya xwe biguherin, %6.1ê wan gotine ew dê bajarê xwe biguherin.
Rudaw