Site icon Rojnameya Newroz

Pispor Dibêjin Şerê Ukrayna Bandorê li Herema Kurdistana Îraqê Dike

Gelek pirsgirêkên girîng yên cîhanî – aborî, sîyasî, civakî – ji rojêve derketine jiber ku bala tevahîya welatan ser şerê li Ukrayna ye.

Li Herêma Kurdistana Îraqê jî di warê aborî de bertekên şer di jîyana rojane de bi rengekî berbiçav tê dîtin: buhayê gelek berhemên wek xwarin, gaz û benzîn pir bilind bûye û tişt li bazarê kêm bûne.

Dr. Navser Nurî, ku li Zanîngeha Duhokê mamosta ye, ji Dengê Amerîka re bertekên şerê li Ukrayna yên ser aborîya cîhanê û Herema Kurdistanê nirxand.

“Ev şer li serenserê cîhanê bû sedema metirsîyan lewra dewletên bi hêz budceyên xwe yên leşkerî û berevanîyê zêde kirin û ewê pirtir giringîyê bidin pîşesazîya leşkerî. ”

Li Herêma Kurdistanê yek ji krîza serekî û domdar krîza gaz û benzînê ye ku ji destpêka dagirkirina Ukrayna ji hêla Rûsya vir ve kûrtir dibe û ti çareserî nehatiye peyda kirin.

Ji alîyê din ve di navbera hikûmeta Îraqî û Herêma Kurdistanê de alozî berdewam dike; ser mafên serwerîya hebûnên xwezayî, para budceya heremî û muçeyên karmendên fermî yên li Kurdistanê.

Çavdêrê sîyasî Remezan Nisredîn bawer dike ku bandora vî şerî li ser Ewrupa û herêmê wê hîn neyînî be jiber ku her guherîneke aborî guherînên sîyasî li dû xwe dihêle.

Hun dikarin li ser lînka jêrîn tevahîya raportê guhdar bikin.

Denge Amerîka / Selam Balayî

Exit mobile version