Site icon Rojnameya Newroz

PEYAMA ÎNSÎYATÎFA PIŞTGIRÎYA REFERANDÛMA SERXWEBÛNÊ YA JI BO FESTÎWALA SERXEBÛNA KURDISTANÊ YA LI KOLNÊ

Welat û miletê me di rojên tarîxî û kirîtîk de derbas dibe. Li Başûr serxwebûn, li Rojava firsenda statuyekê hatîye ber derî. Îro roja hesabên piçûk, roja “ez, tu, ew” ê nîne

 

Peyama Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê ya ji bo Festîwala Serxebûna Kurdistanê ya li Kolnê:

JI KOMÎTEYA AMADEKAR A FESTÎWALA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ YA KOLNÊ RE

Xuşk û Birayên Hêja!

Em bi navê Însiyatîfa Piştgirîya Referendûma Serxwebûnê, bi şîara “Bakur, Piştgirîya Serxwebûna Başûr Dike” yek bi yek we silav dikin. Serkeftin û serbilindîyê ji bo we dixwazin.

Me gelek dixwest ku îro em li cem we, di nava we de bûna. Me bi hev re ala şeref û namûsê, ala serxwebûnê bilind bikira! Belê dil û fikra me her bi hev re ye.

Xuşkno, Birano!

Welat û miletê me di rojên tarîxî û kirîtîk de derbas dibe. Li Başûr serxwebûn, li Rojava firsenda statuyekê hatîye ber derî. Îro roja hesabên piçûk, roja “ez, tu, ew” ê nîne. Îro roja mezin fikrandinê; roja hevkarî û yekîtiyê ye. Îro roja ‘qedera xwe bi destê xwe nivîsandinê’ ye!

Bi vê wesîleyê em bi hev re diqîrin û dibêjin:

Bijî Serxwebûna Başûrê Kurdistanê!

Bijî hevkarî, piştgirî, tifaq û yekitîya Kurd û Kurdistanîyan!

Bi navê Însiyatîfa Piştgirîya Referendûma Serxwebûnê

  1. 08.2017

Ayetullah AŞITΠ                 (Berdevkê Hereketa Azadî)

Mustafa ÖZÇELİK               (Serokê Giştî yê PAKê)

Sertaç BUCAK                      (Serokê Giştî yê PDK-Bakur)

Sinan ÇİFTYÜREK               (Serokê Giştî yê ÖSPyê )

Mesut TEK                            (Serokê Giştî yê PSKyê)

Mahmut KILINÇ                  Parlamenterê berê

Sabahattin KORKMAZ        Hiqûqnas

Ekrem BİLEK                       Doktor, Şaredarê Sêrtê yê berê

M.Celal BAYKARA               Hiqûqnas

Ferda CEMİLOĞLU              Karsaz

Yaşar ABDÜLSELAMOĞLU Akademîsyen

 

Exit mobile version