Site icon Rojnameya Newroz

DMA’yê panela sibeya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dar xist

DMA’yê panela sibeya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dar xist

Dibistana Marksîst Li Amedê (DMA) li Amedê, li Otela Demîr ya navçeya Sûra Amedê panela bi navê “Îro û sibeya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê” li dar xist. Panela ku moderatoriya wê Şerefxan Cizîrî dikir, Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Dr. Kawa Mahmoud, Endamê Polîtburoya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Bêkas Qadir, Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Xecê Şen û Bangawazê Dibistana Marksîst a Amedê Sînan Çîftyurek wek axaftvanan cih girtin. Di panelê de raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat nîqaşkirin.

‘RAPERÎN DÊ BANDORA XWE LI HEMÛ KURDISTANÊ BIKE’

Ewilî Sekreterê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP) Dr. Kawa Mahmoudî axivî û dest nîşan kir ku qeyrana ku li Îranê çêbûye, qeyrana dewlet û desthilatê ye. Mahmoud da zanîn ku ev îdeolojiya olî ya li Îranê dixwaze xwe li ser civakê ferz bike û wiha got: “Ji hêlekê ve jî qeyran, qeyrana aboriyê ye. Desthilat her tiştî ber bi xwe ve dibe. Jiyana welatiyan ya rojane zêde lê baldar û hişyar nabe. Dixwaze xwe û îdeolojiya xwe li ser civakê ferz bike. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanên tên lidarxistin ne bi tenê jinê ve girêdayî ne. Xwepêşandan û gelên Îranê doza gelek tiştên din jî dikin. Mesele ya azadiyê, demokrasiyê û gelek tiştên din jî ye. Problema wan ya sereke li gorî min tûnebûna serokekî ye. Lê niha xwepêşandan xwe bi xwe rêxistin dikin û li gor vê tevdigerin. Heke serokek wan hebûya ku ji wan re biba rê, dê her tişt cûdatir bûya. Gelek kes çalakiyên li Îranê dişibîne ya bihara ereban. Lê di bihara ereban de xwestek ne zelal bûn. Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwestek zelal in. Azadî, wekhevî, mafên jin û mêran, demokrasî xwestekên sereke ne û zelal in. Hewce ye mirov van cûdahiyan bibîne. Raperîna li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dê bandora xwe li tevahiya Kurdistanê bike. Taybet jî li başûrê Kurdistanê. Ji ber ku pirsgirêkên me li wir jî hene.”

‘DI KURDISTANÊ DE HERTIM BERXWEDAN HEBÛYE’

Endamê Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Xecê Şenê jî da zanîn ku di heqîqeta kurd û Kurdistanê de û taybet jî di heqîqeta hebûna jinên kurd de, her tim çanda berxwedaniyê hebûye. Şenê diyar kir ku ji dîroka mirovahiyê û heta niha rûhê berxwedaniyê di her serdemê de xwe jînde kiriye û her tim jiyaneke nû afirandiye. Şenê wiha berdewamî axaftina xwe kir: “Ev jiyan hem di warê zimanî-çandî de û hem jî di warê civakbûyînê de hebûna xwe parastiye. Em vê çanda berxwedanê ji dîroka komara Mehabadê û ji rêzikên helbestên Mestûre Kurdistanî, ji sirûda kurdî Ey Reqîp a ku Leyla Qasîm li ber darê îdamê hawar kirî, ji sembola berxwedana mala Eliyê Ûnis Rindê Xan, Zarîfe û Besêyan baş dizanin û bi giranî jî hîs dikin. Li Kurdistanê yên ku yekem car li dijî zilmê û her cureyên desthilatdariyê serî rakirine jin in. Ji ber vê yekê ye ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de jinan weke ‘Qeheramên Bênav’ pênase dike. Her çiqas panela me piranî li ser Raperîna Rojhilatê Kurdistanê û pergala Îranê be jî, em nikarin îro ji dîrok û rastiya vê xakê ya dîrokî cuda binirxînin, an jî em nikarin yek hêlekî Kurdistanê şîkar û şîrove bikin.”

BAL KIŞAND LI SER REWŞA ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ’

Şenê bal kişand li ser rewşa zimanê kurdî û ev tişt gotin: “Li Tirkîyê qedexeya li ser ziman, çand, hûner û nirxên neteweyî, pişaftin, xwepişaftin li ser nirxên ziman, çand û erdnîgariya kurdan biyanîbûn pêk anîne. Navê vê jî jenosîta çandî ye. Qaşo di zagonên Îranê de qedexeya zimanê, çand, hûnera kurdî tune ye, her kes dikare bi azadî ziman û çanda xwe bijî. Li Îranê kurdên me yên Rojhilatê weke eyalet bi çanda xwe ya kurdîtî dijîn. Ev jî tê wê wateyê ku kurd bi her awayî mafê xwe yên kurdîtîyê dijîn. Anku pergala rejîma Îranê wisa dide xuyakirin û ev heta astekê hatiye pejirandin jî. Ev jî di nav pergala xwe de bi şêweyeke din polîtîkayên helandina ziman û çanda gelê kurd e.”

‘HEMÛ BEŞÊN KURDISTANÊ DI BERXWEDANEK MEZIN DE NE’

Şenê derbarê raperîna Kurdistan û Îranê de diyar kir ku rejîma Îranê piştî qanûna Îslamî ya sala 1979’an a xala 14’an ku hemû jin, mêr wekhev in û xwedî maf in û şûn de, polîtîkayên recm, îdam û her hwd. li ser jinan dan meşandin. Şenê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin wek ‘polîsên exlaqê’ di cihên asayîşê de hatine peywîrdarkirin. Anku piştî pênaseya zagona xala 14’an ku hemû jin, mêr wekhev in û xwedî heman mafî ne û şûn de her tişt berevajî polîtîkayên desthilatdarîyê hatine bipêşxistin. Jina kurd a sîyasetmedar Şîrîn Elemhûlî û hevalên wê yên ku di 9’ê Gulana sala 2010’an de hatin îdamkirin di encama berdewama van polîtîkayên desthiladariyê de pêk hat. Taybet jî di çarçoveya xala 14’an de ku zagona ‘polîsên exlaqî’ bi pêş xistin, ji gelek hêlan ve zerarên herî mezin dane gelê Îranê û taybet jî dane jinên me yên Rojhilatê Kurdistanê. Herî dawî jîna Emînî ji ber laçika serê wê ji bo civakê neguncav e ji hêla polîsên ‘exlaqî’ ve hat qetilkirin, di rastiya xwe de rûyê zagonan, edaleta şerîetê ya Îslamî ya Îranê ye. Raperîna gelên Îranê ku yekem car bi mehkûmkirina kuştina Jîna Emînî û dijberiya xwepêşadana parastina rewa her ku diçe bi berxwedaneke bêhempa didome. Di serî de xwendekarên zankoya Şerîf, mamosteyên zanko- dibistanan, hûnermend û hemû beşên civakê vêgavê di berxwedaneke mezin de ne.”

‘EM GELEK ŞANAZIN KU JIN PÊŞENGTIYÊ DIKIN’

Endamê Polîtburoya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Bêkas Qadir jî wiha got: “Di sala 1979’an de rejîma dîktatora Şah ya Îranê hilweşiya lê li şûna wê dîktatoriyekî olî hate danîn. Tu tiştên bingehîn ne guhertin. Tenê yêk çû, yeke din hat şûna wê. Ev raperîn û tekoşîna ku niha hatiye destpêkirin, li dijî rejîma olî ye ku zor û zextê li welatiyên xwe dike. Dirûşmeyên ku îro tên bikartînin, li hemû dinyayê belav bûye. Îro li Îranê jî, li awropa jî, ji hêla gelan ve tên bikaranîn. Kûştina Jîna Emînî fîşeka pêşiyê bû û her roj jî pêşde diçe. Di hêla ziman de jî, erê îro li Îranê zimanê kurdî di dibistanan de tê nîşandan û qedexe li ser tuneye. Lê di pratîkê de tu ferqa wê û qedexeyê tuneye. Daxwaza raperînê reform û guhertin e. Bi pêşengtiya jinê re hat destpêkirin û daxwaza guhertinekê dike. Em gelekî şanazin ku jin pêşengtiya vê yekê dike.”

‘HEWCE YE KURDISTAN Û ÎRAN ERKA XWE YA SIYASÎ BI CIH BÎNE’

Herî dawiyê Bangawazê Dibistana Marksîst a Amedê Sînan Çîftyurek axivî da zanîn ku ew di destpêkê de silavên xwe ji jînên rojhilatê Kurdistanê û Îranê re dişînin. Çîftyurek di berdewamê axaftina xwe de wiha got: “Wan singê xwe daye ber guleyên rejîma teokratîk ya Îranê û li ber xwe didin. Ez bi taybetî jî gelê kurd û belûc silav dikim. Rejîma Îranê komkujiyên xwe yên mezin li ser van her du gelan pêk anî. Gelê kurd bi salan e doza serxwebûna xwe dike. Lê ji ber ku yekitiyeke me tuneye em nikarin serbikevin. Gelê kurd ev çar meh in li ser esasên partiyên xwe li kolana ne û li hember ewqas komkujî û daliqandinan paşve gav ne avêtine. Vê raperînê bandorek mezin li ser rejîma Îranê kir. Her ku diçe rewşa raperîna Îranê ber bi şoreşê ve diçe. Heke siyaseta kurdan û Îranê erka xwe bi cih bîne, dê rejîma teokratîk ya Îranê hilweşe. Gel li kolanan têdikoşin, lê siyaset ewqas xurt nîne ku ber bi encamekê ve here. Hewce ye ku demildest Kurdistan û Îran erka xwe ya siyasî bi cih bîne.”

Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

MA

Exit mobile version