Site icon Rojnameya Newroz

‘Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’

'Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta ku parêzer û malbat bikaribin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind tê ragirtin û zêdetirî 21 meh in tu agahî jê nayên girtin hevdîtinan bikin, xwestin li ber Wezareta Dadê çalakî li dar bixin. Parlamenterên HDP’ê Tulay Hatîmogûllari, Erdal Aydemîr, Ayşe Surucu, Îmam Taşçier, Huseyîn Kaçmaz, Abdullah Koç, Şevîn Coşkûn û Nusrettîn Maçîn xwestin ji ji ber Meclisê heta ber Wezareta Dadê bimeşin lê polîsan meşa wan asteng kirin. Parlamenteran dovîzên “Bila li Îmraliyê li gorî hiqûqê tevbigerin” hildan. 

Parlamenteran li cihê lê hatin astengkirin daxuyanî dan. Li ser navê parlamenteran, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier axivî û got: “Niha parlamenterên ku dixwazin daxuyanî bidin, li wan jî tecrîd heye. Êdî li Tirkiyeyê tecrîdê kirine siyaseta xwe ya rojane.” 

‘XWEDÎ LI YASAYÊN XWE DERKEVIN’ 

Taşçier anî ziman ku 21 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha got: “Agahînegirtina ji Îmraliyê tiştek ji tecrîdkirinê wêdetir e. Parêzer û malbata Abdullah Ocalan û gelê kurd bi fikar e. 21 meh in tu kesî agahî ji birêz Ocalan negirtiye. Em vê tiştê ji îktidarê re dibêjin, li gorî yasayên xwe tevbigerin. Dema dilê we dixwaze hûn yasayan diguherînin lê dema li hesabê we nayê, hûn li Îmraliyê tecrîdê giran dikin. Yê ku di navbera salên 2013-2015’an de bi birêz Ocalan re rûnişt û li ser maseyê civiya ev îktidar bû. Piştre vê îktidarê dawî li pêvajoyê anî û siyasetmedaran tecrîd kir. Tabloya tecrîdê bêedaletî û bêhiqûqiya rejîma yek zilamî nîşan dide.” 

‘HEKE DERFET BÊ NASÎN, DÊ LI ROJHILATA NAVÎN ŞER BIQEDE’ 

Taşçier da zanîn k udi bingeha bêhiqûqî û bêedaletiya li welat de pirsgirêka kurd heye û wiha got: “Nelson Mandela 27 sal di girtîgehê de ma. Paşê Nelson Mandela bû serokê wî welatê lê di girtîgehê de bû. Welat bi rê ve bir. Cara ewil bû ku rêveberek reşik hat ser rêveberiya wî welatî. Paşê Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirt û bi sedan xelat wergirt. Heke îro derfet ji bo birêz Ocalan bê naskirin dê şerê li Rojhilata Navîn biqede û bi Sûriyeyê re nekeve şer. Heke derfet bê afirandin dê li ser axa Başûrê Kurdistanê şer çênebe. Wê ewqas pere ji bo şer neyê xerckirin. Di serî de gelê kurd, gelê tirk ji vî şerî zirarê dibîne. Em carek din dibêjin, kilîda çareseriyê li cem birêz Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê ye. Heke tecrîd rabe û birêz Ocalan bikeve dewrê dê dîsa pêvajoyek xweş dest pê bike. Wê demokrasî were Tirkiyeyê û kurd jî li ser axa xwe azad bijîn.” 

MA

Exit mobile version