Site icon Rojnameya Newroz

MÎTÎNGA HDPÊ YA WANÊPARLAMENTARA BERÊ YA HDPÊ AYLA AKAT ATA TEHLİYE BÛ

Parlamentara Batmanê ya berê ya HDPê Ayla Akat Ata ku 6 meh in li girtîgeha Amedê girtî bû, piştî biryara serbest berdanê îşev hat tehliyekirin.

Dadgeha Diyarbekirê ya Cezayê Giran a 5emîn di rûniştina îro (4ê Gulanê) de biryara tehliyekirina Ayla Akat Ata standibû.

Ata piştî biryara dadgehê ji girtîgeha Tîpa E ya Diyarbekirê hat tehliyekirin. Ayla Ata li ber girtîgehê ji aliyê Parlamentara Amedê ya HDPê Feleknas Uca, endama Şandeya Îmraliyê Ceylan Bagriyanik û komek rêveberên HDPê ve hat pêşwazîkirin.

Ayla ​Ata li 30yê Cotmeha 2016an di protestoya ji bo binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli de hatibû binçavkirin.

Dadgehê bi hinceta endamtiya rêxistinê û propagandaya rêxistinê ji bo parlamantara HDPê heta 95 salan cezayê girtîgehê dixwest.

sputnik

 

Exit mobile version