Site icon Rojnameya Newroz

Mirov Çima Dinivîsînin?  

Mirov Çima Dinivîsînin? 

Şerefxan CIZÎRΠ/ Hejmara 15 ya Kovara Mezopotamya Sosyalîst

Heger mirov tenê li ser bersivekê şexsî di vê mijarê de bisekine, wê ev mijar ji me re hîna ronîtir nebe û wê rê li ber niqaşên bi serûbertir veneke. Dîroka vê mijarê bi qasî dîroka mirovên ku dest bi nivîsandinê kirine him dîrokî ye û him kevn e. Divê mirov bi hosteyî û metodên dîrokî nêzikî vê mijarê bibe. Yan na wê ev mijar ji gelek aliyan de nixumandî û xumamî bimîne. 

Dîroka nivîsandinê, di konaxa dîroka mirovantiyê ya helî li pêş e. Bi çalakiya nivîsandinê re mirovan ji xwe re bîrek kolan e. Bi nivîsandinê mirovantî ji konaxekê derbasî konaxeke nû bûye. Nivîsandin jî hilbet ji pêdivîyê derketiye holê. Bi nivisandinê re ragihandin, raman û zanebûn hêsanitir bûne. Ev dîroka ku em li vir qala wêna dikin ya me mirovan hemûya ne û pirsa em weke mirov çima divîsînin divê bersiva vê dîrokê bi haweyekî resen jî bide. Ji ber ku dîroka me hebûna me ye, dayîka me ye û di xûrcezîna dîrokê de nasnama me, tecrûbe û rastiyên me bi haweyekî parzûnandî veşartî ne. 

Di vê mijarê de bi tenê bersiveke şexşî dikare bibe daxuyanîyeke ne durist, ne rast, dibe ku ev bersiveke jiberkirî be jî, an jî bixwaze dilê hinek derdoran xweş bike, şelafiyan ji hinekan re bike, li gora modeya rojane tevbigere. Ev nêzîkbûna hane ramanên kuranîya dilê xwe jî mirovan re rast nebêje. Em baş dizanin ku gotin, miqûrhatin û rastî di nava têkilîyên kompleks de ne. Têkiliyên diyalektîjî ne. Her tiştên ku tê nivîsandin û gotin bêşik ne rastin. Divê mirov herdem li miqabilî ne rastîyan şîyar bin. Bi taybet mirovên rewşenbîr divê peywira wana ev be. Formulekî sihirbazîyê ku bi carekê re ewrên reş û tarî ji hevdû belavala bike di vê mijarê de tune ye. Di van mijaran de gelek xebat, pirtûk û lêkolînên filozofan û edebîyatzanan jî hene… 

Ev jî tê zanîn.. 

Veca ku em li ser wan mijaran gelekî hûr û kûr bibin, em dikarin wilo bibêjin; Kurdên me ev mijar gelekî nîqaş nekirine û hayê wana jî baş ji lêkolîn, teorî û modelên ku li dinyayê hene tune ye. Mirovên me gelek caran bîyaniyên vê mîrata entelektûelî ne. Di ber xwe de diaxivin û pitpitê dikin! Hebana xwe vala dikin lê tu encamên bi rêkûpêk jî axavtin û nivîsandinên xwe wernagirin. Em dîsa weke hergav mecbûr dimînin ku em vegerin serî. 

Ango taba Xelef diçe bertelef!.. 

Yê ku nezan be, gelek tiştan korfeleqî dibêje, dîtinên bi tevahî tîne ziman û di cîhê xwe ji tebût nasekine. Diçe û tê, weke hêlanê ye… Bavê û kalên me dibêjin; yê ku zane ji xwe zan e, yê ku nizane baqê nîska ye! 

Ji ber wilo jî nîqaşên me pileya wana ne gelekî bilind in û ev niqaş zêde ber jî nadin. Ma tenê li gora krîterên sîyaseta rojane mirov dikare wan niqaşan birêvebibe gelo? Hinek jî me gelekî tiştên ku dîyarin dubara dikin û tiştê ku xaltika Hefso jî zane weke zanyarîya nûjen pêşkeşî Kurdan dikin. Ew bi xwe nezanin lê bahwer dikin ku herkes nezanin! 

Di hişmendîya wana de, derdorên wana hemû gundî ne! Tenê ew zana ne! Weke rewşenbîrên kemalîst ji jor de li mirovan temaşe dikin, lê jibira dikin ku ew bi xwe wextekê zarokên gundîyan bûn! 

Ango gelek caran mirov dixwazin ku Emerika nû ve kişf bikin. 

Lê xelkê bîyanî Emerika ji zû de kişfkirine birakê mino! Ango gelek ji me karên bertelef dikin û xwe weke Qîtana Hemedanê didin nîşandan. Lê jibira dikin ku niqaşên me di sere ne û hîna jî di dîrok û civaka Kurdan de xwîn û goşt negirtine. Ev niqaş gelek caran bersiva demê û rastîya welatê me nadin. Em di cîhê xwe de dihejmêrin û selawatan didin! Selawat li ser eynê Muhemed! 

Ev rastî bi tena serê xwe psîkolojîyeke gelek bîyanîye, patolojik e û tu nirxên nû jî li ser zanyarîya edebiyat, teori û nivîsandinê me zêde nake. Li pirsgirêka ku çima mirov dinivîsînin jî tiştekî zêde nake. Ev nîqaş tiştekî kevn, an nû an bi wate jî ji me re nabêje… 

Lê ji bona ku em bi kurtî di vê mijarê çend tiştan bibêjin, divê em çend tiştan zelal jî formule bikin; di derbara edebîyat, lêkolîn û hemû curê nivîsandinên hunerî de em dikarin ni kurtî wilo bibêjin; mirov ji bona mirovan dinîvîsînin! Divê yê ku ji bona teyrik û tilûran, dar û beran, kevir û devîyan binivîsînin, berî hemû tiştî zimanê wana zanibin! Ma mirovên wilo di civakan de hene gelo? Ango em dizanin ku di bingehê xwe de nivîsandin weke çalakî, çalakîyeke zimanîye û ji bona mirovan tê nivîsandin! 

Ew mirovên hane jî mirovên ku li tenişta min in, beşek ji min in, ji welatê min in pêktê… 

Bi rêya çalakîya zimanî mirov dixwaze hinek dîtinan, hinek daxwazîyan, hinek pêşneyar û ramanan, zanebûn û tecrubeyan bi mirovên xwe re parve bike. 

Gava ku mirov dîtin, raman, zanebûn û tecrûbeyên xwe bi mirovan re parve neke, ew nabe zanebûn, nabe raman, nabe dîtin… Bingeh parvekirine. Ev mirovana dikarin ji welatê me bin an jî ji devereke din bin. Tiştên wana yê hevbeş mirovîbûna wana ye. Ew mirov ji xwedîyê zimanekî ne, xwedîyê welatekî ne, xwediyê pirsgirêkên civatî û kesayetî ne û xwediyê hebûnekê dîrokî ne jî. Ev hebûn bi xwe jî hebûneke mirovî ye! Çi tiştên ku mirovan eleqadar dikin, nivîsandinê ji eleqadar dikin! 

Bi nivîsandinê re hemû kes dixwaze perde û nixumandinên lu li ser welatê xwe û dinyayê hene biçirîne. Rastiya welatê xwe û dinyayê raxe ber çavan û avanîyên ku dibin weke sencekê dinava mirovan de ji hevdû belawela bike. Rastîya civatî bi hemû stûnên wêna, bi kûranî û rûwê wena, bi şêrinbûn û tehliya wêna pêşkêşî mirovan bike. 

Ji ber ku nivîskar divê herdem paleyîya rastîye bike!.. 

Jean Paul Sartre di pirtûka xwe ya bi navê “Edebiyat Çi Ye. 1970” de, dibêje; Heger nivîskar bixwaze an nexwaze, heger daxwazîya wîna kişfkirina qanûnên gerdûnî be an na, ew hergav ji dema xwe re dinivîsîne, ji welatîyên xwe re dinivîsîne, ji nejata xwe re di nivîsîne, ji çîna xwe re dinivîsîne… 

Li vir tecrûbe tê ziman, fikir û raman tê ziman, zanebûn tê ziman, edebiyat tê ziman… 

Ango kurt û Kurmancî mirov ji mirovên xwe re dinivîsînin! Mirovên me bi çalakîya nivîsandinê re, bi wateya çand, ziman, sosyalbûn, kesayetî û derûniya dîrokê ve rûberû dibe. Xwe nas dike. Mirov bike neke, nivîskarê Kurd pêşî ji kurdan re dinîvîsîne. Dixwaze gotubêjan, sohbetan, ramanan, qerqeşûnan, pevçûnan, lihevdûhatinan, lihevdûbanandinan lidarbixîne. Li arambûnê bigere, kînê û nefretê, evîn û dilovaniyê, raperînê pêşî ji mirovên tênişta xwe re bibêje. 

Heke mirov ne ji bona mirovê ku li tenişta me ne binivîsîn e, ma mirov wê ji bona eşîra Zulu li Efrîqa binîvîsîne? Yan jî ji bona İnutê Grönland e binivîsîne gelo? 

Hilbet hemû gelên dinyayê jî dikare ji van çalakiyên nivîskî parekê ji xwe re derxînin û edebiyat, çand û zimanê xwe hîna dewlemendtir bikin. Ev ji hilbet mafek e. Kurd ji divê sûdê ji nivîsandina ku li dinyayê hene werbigirin. Di vir de şik tune ye. Ev jî dîsa mijareke serbixwe ye. 

Lê em niviskar û entelektûelê Kurd divê pêşî ji bona mirovên Kurd binîvîsînin. 

Li ser encamê nivîsandinê jî, li ser mirov çima dinîvîsînin jî gelek tişt hatine gotin; bê ku em vê mijarê gelekî dirêj bikin ez dixwazim ramanên nivîskarekî Swedî bi we re parvebikim; navê wîna İvar Lo Johansson e. İvar Lo yek ji pêşengê ekola “Nıvîskarên Karker” e ku pêşî li Skandinavya yê derketiye û dûra jî li dinyayê belav bûye. 

Ivar Lo yek ji wan niviskarane ku navê vî bi dilgermî di nava niviskar û edebiyatvanên ku di bin navê “edebiyata karkeran” de heye tê bibîranin. Ew di mijara nivîsandin û edebîyatê de realîste û hertim jî alîgir e. Nivîskarîya Ivar Lo gelekî dewlemend e û hema hema wîna li ser hemû mijarên ku pêwendiya wana bi mirovan re heye nivîsandiye. Bersiva hebûna mirovan jî piralî nirxandîye. 

Di pirtûka xwe ya ku bi ser navê ‘Ji Nivîskarekî Re. 1960’ hatiye çapkirin de, Ivar Lo li ser mijara ku mirov çima dinivîsînin wilo dibêje; “Ji bona hemû kesên ku dixwazin bibin nivîskar sebebên rewa hene. Ev dikare hewcedarîya wî bi xwe îfadekirinê hebe, dikare daxwazîya ku xwe bide pêş hebe, dikare qûretî hebe, dikare bêkarî hebe, dikare ez ezîtî hebe, dikare neçîrvanîya şerefê hebe, dikare evîn hebe, dikare zikreşî û hesûdî hebe, nefret hebe, kîn hebe yan jî biçek ji van taybetmendiyan hemûyan ji hebe. An jî ev taybetmendî û têgeh hemû bi hevdû re hebin. Heger emê vê meselê hîna hêsanitir û tevahîtir bikin, divê em bibêjin ku wê gavê tenê hinek ji wan daxwaziyan li rastê dîmînin; ew jî daxwazkirine, bedêlgirtine û dilxwestina raperînê ye…” 

Heger em xeyala xwe baş bidin taybetmendiyên ku Ivar Lo dide pêş, emê li vir dîsa bên ser mijara hebûna mirovan. Weke hebûneke civatî hewcedarîya mirovan bi çi hebe, mirovê nivîskar jî bi heman motivan dest bi niviskariyê dike. Hemû kes dixwazin şopekê li dûv xwe bihêlin, civat wana dibîrbîne, kedekê, zanebûnekê pêşkêşî civata xwe bikin. Di vê mijarê jî de divê mirov realîst nêzikî nivîskariyê bibe û çalakîya nivîskarîyê ji mistîsîzme, qûretiyên vala, ji bilindkirineke bê wate û pîrozbûneke olî rizgar bike. 

Bi kurtî zanebûn, tecrûbe, raman û dîtinên ku bi mirovan re neyêne parvekirin nabin xwedî wate û jîyana mirovan hêsanitir jî nakin. 

Yek ji armancên helî berbiçav di pirsgirêka nivîsandinê de, hêsanîkirina jiyana mirovan e. Em çiqasî alikariya mirovên xwe bikin bila em bikin, em çiqasî wana ji xew şîyarkin bikin bila em bikin, em çiqasî rê nişanî wana bidin bila em bidin, em çiqasî wana bixwazin ji nekamilbûnê rizgar bikin jî bila em bikin, biryara dawî mirov bi xwe didin! Nivîsandin di asta dawî de çalakîyeke şîyar kirinê ye. 

Gava ku Marks Kapital nivîsandibû, bi xwe gotibû; tiştên ku min rast dîtine, min gotine. bi dûv min de jî çi tê gotin bila bê gotin! 

Ez jî weke bav û kalan dibêjim; rastî her zêr ê zer e! Divê çalakîya nivîsandinê jî wilo were fêm kirin. Zêr çawa xalis be, rastî çawa binirx be, divê çalakîya nivîsandinê jî wilo birêve here. 

Exit mobile version