Mêran 19 jin û du mêrên li nik wan kuştine. Ji sedî 47ê jinan ji ber ku xwestine ji mêran cida bibin an jî nexwestine bi wan re li hev bên hatine kuştin. Ji sedî 26ê jinên hatîn kuştin li cihên civakî hatine kuştin.
Çiçek Tahaoğlu Stenbol – Navenda Nûçeyan a BIAyê
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn, mêran di Kanûna Pêşiyê de 19 jin kuştine, tecawiz li neh jinan kiriye, destdirêjî li neh jinan kiriye, 25 jin birîndar kirine.
Di sala 2016ê de mêran ya kêm 260 jin kuştine, tecawiz li 75 jinan kiriye, destdirêjî li 120 jinan kiriye, îstismar li 417 keçên zarok kiriye û tûndkarî li 329 jinan kiriye.
Kuştin
Mêran di Kanûna Pêşiyê de 19 jin û du mêrên li nik wan jinan bûn, kuştine.
Ji sedî 47ê jinan ji ber ku xwestine ji mêran cida bibin an jî nexwestine bi wan re li hev bên hatine kuştin. Ji sedî 26ê jinên hatîn kuştin li cihên civakî hatine kuştin.
Yek ji jinên hatîn kuştin di emrê zarokatiyê de hatiye zewicandin.
Ji sedî 16ê jinan digel ku dewletê ji bo parastina wan biryar daye jî hatine kuştin.
Ji sedî 26ê jinên hatîn kuştin bi awayekê sîstematîk tûndkarî lê hatiye kirin. Partner an jî partnerê berê yê ji sedî 68ê jinan ew kuştine.
Zavayê du jinan ew kuştine. Mêrê 10 jinan ew kuştine. Jinekê daxwaza seksê ya mêrekî qebûl nekiriye û wî ew kuştiye.
Ji sedî 58ê jinên hatîn kuştin bi çekan hatine kuştin. Sê jin bi kêran hatine kuştin. Jinek hatiye xeniqandin. Pênc jin bi tifekan hatine kuştin.
Piştî kuştina jinan du mêran xwe kuştine. Du mêran jî piştî kuştina jinan hewil daye xwe bikuje.
Bajarên ku di meha Kanûna Pêşiyê de li wan deran tecawiz li jinan hatiye kirin ev in:
Edene (2), Antalya (1), Bolu (1), Bursa (1), Amed (1), Elazığ (1), Eskişehir (1), Stenbol (1), Izmîr (2), Kayseri (1), Kırklareli (1), Kûtahya (1), Mersîn (2), Wan (1), Yalova (2).
Tecawiz
Di Kanûna Pêşiyê de, li gor nûçeyan sê caran tecawiz hatiye kirin.
Destgirtî û hevalên jinekê tecawiz li wê kiriye. Nasê jinekê tecawiz lê kiriye. Mêrekê ne nasê jinekê tecawiz li wê kiriye.
Xwendekareka zanîngehê dema vedigere warê xwendekaran di rê de tecawiz li wê hatiye kirin. Destgirtiyê jinekê û hevalên wê tecawiz li wê kiriye û paşê ewweke birînadar daniye ber nexweşxaneyê lê ew miriye.
Du ji tecawizkaran hatine girtin.
Emrê tecawizkaran di navbera 23 û 35ê de ye û emrê wan kesên tecawiz lê hatiye kirin jî di navbera 18 û 22yê de ye.
Li bajarên Adiyaman(1) û Stenbolê(2) mêran tecawiz li jinan kiriye.
Karkerîya seksê ya bi zorê
Di Kanûna Pêşiyê de bi zorê karê seksê li 17 jinan hatiye kirin. 16 ji wan ne welatiyên Tirkiyeyê bûne.
Li sê bajaran 16 kes bi tometa ku wan karê seksê li jinan daye kirin hatine girtin. Kesek hatiye desteserkirin û paşê hatiye berdan.
Cihên ku bi zorê jin bûne karkerên seksê: Kirklarelî(2), Mêrsîn (12) û Mûgla(3)
Destdirêjî
Li gor nûçeyên hatîn nivîsîn di meha Kanûna Paşiyê de, destdirêjî li 9 jinan hatiye kirin.
Di bûyerekê de ne ew kesê destdirêjî li jinekê kirî lê ew jina ew mêr birîndar kirî hatiye desteserkirin. Di metrobûsekê de, destdirêjî li jinekê hatiye kirin û paşê doz li wê hatiye vekirin.
Mêrekî jinek teqîb kiriye ew jî ji bo xwe ji wî xelas bike çûye navendeka polîsan lê polîsan jê re gotiye di siet 6.30ê sibeyê de çi karê te li derve heye. Dibe ku tu li wî keniyayî bî.
Du kesên destdirêjî kirîn hatine girtin. Du kesên destdirêjî kirîn jî serbest hatine berdan. Kesekê ji girtîgehê bi destûrê derdiket destdirêjî kiriye û derketina wî ya derve hatiye qedexekirin.
Sê caran bûyerên destdirêjiyê li dibistanan, du caran li kolanan, carekê li metrobûsekê carekê jî li ofîsa parêzeriyê çêbûne.
Di meha Kanûna Pêşiyê de, emrê wan kesên destdirêjî kirîn di navbera 25 û 61ê de bûye. Emrê wan kesên destdirêjî lê hatî kirin jî di navbera 18 û 36ê de bûye.
Bajarên ku bûyerên destdirêjiyê lê bûne ev in: edene (1), Antalya (1), Denizli (1), Stenbol (1), Izmîr (4), Isparta (1).
Îstîsmarkirina Zarokan
Di meha Kanûnê de 30 zarokên keç ji hêla mêran ve hatin îstîsmarkirin. Yek ji wan zarokan kêmendam bû.
Kesên îstîsmar kirine %37 mamoste ne, %20 jî xizmên wan zarokên keç in. Kesên zarokan îstîsmar kirine bi vî rengîne:
Yek ji hêla birayê xwe ve, 2 ji hêla xizmên xwe ve, 2 ji hêla destgirtiyên dêyên wan ve, 2 ji hêla galikên xwe ve, yek ji hêla destgirtiyê xwe ve, 3 ji hêla esnafan ve, yek ji hêla cînarê xwe ve, 2 ji hêla xebatkarên marketê ve, 2 ji hêla mamosteyên ve,9 ji hêla muddirên dibistanê ve, yek ji hêla zirbavê xwe ve,3 jî ji hêla mêrên xerîb ve hatin îstîsmarkirin.
%37 bûyerên îstîsmarkirinê li dibistanan pêk hatin. Zarokek li tenxaya apartmanê, 4 zarok li malên xwe, yek li wesayîta bi xapandinê lê siyar bûbû de, 2 zarok li marketê, 11 zarok li dibistanê, yek derve, yek jî li bînayeke vala ku bi zorê hatibû birin de rastî îstîsmarkirina cinsî hatin.
24 mêrên îstîsmarkar hatin girtin, 2 bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan û yek jî bêyî girtinê tê dadkirin.
Zarokeke 8 salî derketibû holê ku yek salek ji hêla xizmeke xwe ve hatibû îstîsmarkirin. Lêbelê bavê wê zarokê got ku baweriya wî bi îstîsmarkirinê nîn e û gilîname neda emniyetê.
Temenên îstîsmarkarên di meha Kanûnê navbera 16-60an e, temenê zarokên rastî îstîsmarê hatiner jî navbera 5-17 ye.
Tûndî-Birîndarkirin
Mêran di meha Kanûnê de tundî li 25 jinan kirin û wan birîndar kirin.
%28ê bûyerên tundî/birîndarkirinê li kolan, kafe, otobusan de li ber çavên her kesî pêk hatin.
%52ê bûyeran bi derbkirina kuştinê ver hatin kirin. 5 jin bi kêran, yek bi avêtina ji pacê, 12 jin bi derbkirinê, yek bi îşkencekirinê, 3 jin bi demançê hat birîndarkirin; yek jî gefxwarina bi çekan lê hat kirin.
%61ê bûyerên tundî/birîndarkirinê ji hêla partner/partnerên berê yên jinan ve hatin kirin: Yek ji hêla destgirtiyê hevala xwe ve, 2 ji hêla mêrên xwe yên nefermî (mera dînî), 2 ji hêla dizên ketine malan wan ve, 7 ji hêla mêrên xwe ve, yek ji hêla destgirtiyê xwe ve, yek ji hêla xwendekarê xwe ve, du ji hêla kurên xwe ve, 4 ji hêla dildarên xwe ve 2 jî ji hêla mêrn xerîb ve hatin derbkirin/birîndarkirin.
Li %12ê wan jinan ji ber hevberdan/cihêbûn/redkirina lihevhatinê ve tundî hat kirin.
Mêrekî ku tundî li jinikê kiribû întîxar kir.
2 jin ji hêla herserên wan ên ku tundî li wan dikin ve hatin kuştin, mêrek jî bavê xwe yê ku tundî li diya wî dikir kuşt.
Temenên mêrên ku tundî pêk anîne navbera 19-66 de bû. Temenê jin/zarokên ku rastî tundiyê hatine jî navbera 16-55 de bû.
Bajarên ku lê bûyerên tundî/birîndarkirinê pêk hatiye:
Edene (1), Antalya (2), Bartin (1), Çorum (2), Eskişehir (1), Stenbol (5), Îzmîr (3), Kastamonu (1), Kayseri (1), Kilis (1), Kocaeli (1), Manisa (2), Mugla (1), Nigde (1) û Zonguldak (1).
Li gorî herêman
Di meha Kanûnê de 103 bûyerên tundî, cînayet, destdirêjî, tundiya cinsî, tecawuzkirin, zorlêkirina bo karkeriya sexê û birîndarkirine di medyayê de cih girtin.
Ji wan bûyeran %23 li Marmarayê, %7 li Anatolyaya Navîn li %24 li Akdenizê, %21 li herêma Egeyê, %21li hêma Karadenizê, %3 li herêma Rojhilatê Başûrê Anatolyayê û %2 jî li Rojhilatê Anatolyayê pêk hatine.
(ÇT/YO/MB)
BİA