Roja 23 ê meha Cotmehê di sala 2022 an de DMA (Dibistana Marksîst Li Amedê) hate ragihandin. Bi vê xebatê me xwest bangewazîyekê bikin ku Marks bi fikir û ramanên xwe were Kurdistanê! Marks were û li ser pirsgirêkên Kurdistan û Rojhilata Navin ji me re bibe alîkar. Rê nîşanî me bide.
Ji bedêla ku em her wext gazincan ji taritîyê bikin, me xwest em gaveke biavêjin. Ji bedêla em reşbînîyê di nava civaka xwe de bikin weke helwesteke siyasî û îdeolojîk, me xwest fikir û ramanan serbest berdin. Me xwest em negatîvîzmê ji nava siyaseta Kurdan biqewirînin. Em bi rastî dixwazin bi vê xebatê mûmekê di qada fikir û ramanan de pêxînin. Mûmeke ku karibe tarîtîya sedsalan ji me re ronî bike. Me xwest ku Kurdistan û Rojhilata Navîn bi teorî û ditînên Marksîst werin analîzkirin. Me xwest Marksîzmê ji destê sextekar û şovenîstên herema xwe rizgar bikin. Marksîzmê li ser esaleta wêna bidin rûniştandin, bidin nasandin û guhertinên siyasi û civakî pêk werînin.
Belê. Bangewazîya DMA (Dibistana Marksîst Li Amedê) bi Kurdî, Tirkî, İngilîzî, Erebî û Ermenî hate belav kirin. Daxuyanîya çapemenîyê jî bi Kurdî û Tirkî hate xwendin. Bi rastî, di rewşa ku civaka Kurdan îro tê re derbas dibe, ev gavekî werek bû. Fikir û ramanên Marksîst ji ber gelek sedeman di civaka me de baş lawaz bibûn. Hatibûn jibirakirin. Ev yek jî baş dihatê zanîn. Ji ber wilo jî ev gav bi rastî gaveke di wext û cîhê xwe de bû. Çilobana jî ev gav di rewşa îro de divabû bihatana avêtin.
Li Kurdistanê û Rojhilata Navîn heta niha ne muslimanan, ne lîberalan, ne mihafazakaran û ne jî Marksîstan li ser rastî û bîrdoziya xwe çareseriyên rast û mayînde pêşkêş nekiribûn. Bi taybet tevlihevîyeke fikrî û îdeolojî reha xwe berdabû nava siyaseta erdnigariya me. Muslimanên serdest û bahwermendên qurmiçî heta niha berjewendiyên dewletên wana ketibûn pêşiya birdozî û teorîyên wana. Van cûrê bahwermendan muslimatî xistibûn bin xizmeta dewleta xwe ya netewparêz.
Çepgirên serdestan jî heta nîha tu çareseriyên Marksîstî ji bona pirsgirêka Kurdan pêşkêşî raya giştî nekiribûn. Gelek ji wana tirsonek bûn, bi navê çepgirîyê şovenîstî û dagirkerî di parastin. Dîtinên Marks û Engels ji naveroka wana ya şoreşgeri û sosyalîstî valakiribûn. Em bi avakirina DMA dixwazin naveroka şoreşger û sosyalist ku dendika Marksîzmê pêk tîne, ji nûvê derxînin rojeva siyasetê.
Îro hinek Marksîstên werek bi bahwerî ev gava DMA avêtin. Divê ev xebat bi bahwerî berdewam bibe. Bila di civaka Kurdan de qirş û qal, kûndir û şebeş, rastî û xwarî, ked û kedxwûrî, zanebûn û nezanî, hişmendîya sextê û hişmendîya rast, tevlihevî û zelalî baş werin xuyakirin. Her alî rengê xwe eşkere diyar bike, fikir û bîrdozîya xwe bi zelalî pêşkêşî civaka me bike. Bila ev realîte bi rêbazeke rexnegir werin analîzkirin, werin şîrovekirin, werin nirxandin.
Baş tê zanîn ku Marksîzm ev demeke li Kurdistanê nedihat nîqaşkirin. Entelektuel û siyasetmedarên Kurdan bi tevahî bala xwe dabûn ser hinek mijarên din. Xwe dûrî pirsgirêkên ked û kedxwûriyê digirtin. Mijarên ku dihatin nîqaşkirin piranî li ser nirxê netewî yên Kurdan kom dibûn. Pirsên civakî hatibûn taloq kirin. Marksîstên Kurd di qada fikir û raman de xwe hinekî paşde kişan dibûn. Hinekî bi şermokeyî an jî bi rêbazên nixûmandî dîtinên Marksîstî di civaka me de dihatin pêşkêş kirin.
Hinekan ji van çepgiran rewşa xwe guhertibûn, bibûn halxweş, bibûn maldar, dilê xwe dibijandin jîyana serdestan. Pere ji bona wan ketibû dewsa îdeolojîyê. Ji bona wana pere bibûn îdeolojî. Weke ku wana bi dilêkî şikeştî ji derbasbûna xwe, têkoşîna xwe û pratîka xwe şerm dikirin. Weke ku ji vê helwesta ku bi dehan salan berdewam kiribû, ketibûn nava gumanan. Bibûn weke melayê ku poşman bûne. Îca nema xwedî li îdeolojî, teorî û pratika xwe derdiketin. Ji jîyana xwe ya derbasbûyî poşman bibûn. Bi şermokeyî qala dîroka xwe dikirin. Mîrateya fikir û ramanên Marksîst ku li welatê me di demên bihûrî de hatibûn pêşkêş kirin dixwestin ji holê rakin. Bidin jibîr kirin. Henekên xwe bi xwe dikirin. Wana dema xwe weke dema zaroktî û xortaniya nişan didan. Nedixwestin wan fikir û ramanên xwe bibîr bînin.
Îro Tevgera Kurdî ya çepgir bi serbilindî li vê pratika xwe ya siyasî û îdeolojîkî bi werekî xwedi dernakeve. Lê jibirdikirin ku vê xebata dema bihûrî rûh û can dabû tevgera Kurdperweran. Bi saya serê van tevgerên çepgir pirsa Kurdan carekî din axa cebanan ji ser xwe qewiran dibû. Kurd bi ramanên çepgir vê carê bibûn aktorên siyasî û gelerî. Di vir de ne keda lîberalan hebû, ne ya îslamistan hebû û ne jî keda yên ku bi pergala kolonyalîst re entegre bibûn hebû. Îro jî tevgera welatperwerî, siyaset, karê edebîyat, huner, lêkolîn, nivîskarî li Kurdistanê dîsa li ser mîlên wan qadroyên fedakar dimeşe. Gotineke me Kurdan ji bona vê rewşê heye, dibêje; yê ku zan e ji xwe zan e, yê ku nizane baqê nîska ye!
Ji îro pêve divê Marksîstên Kurd eşkere projeyên xwe, fikir û raman xwe di hemû qadê jîyanê de pêşkêşî civaka Kurdan bikin. Hişmendîyêke rast bixin nava civaka Kurdan. Hişmendîya sexte rexne bikin. Bila her tişt li ser esaleta xwe pêşde biçe. Bila azadîya fikir û raman di nava civaka me de belav bibe. Bila tu kes ji bona fikir û ramanên xwe destheramo nebe. Mirovên ku fikir û ramanên wan ne weke hevdû ne, bila bi bahwerî ji hevdû re bibêjin; ez tevli fikir û ramanên te nabin lê heta dawî ezê mafê te yê azadiya fikir û ramanan biparêz im!
Belê. Emê xebatên xwe bi Marksîstên Ereb, Tırk, Farîs, Ermen û tevgerên Marksîst li hemû deverên dinyayê parvebikin. Noqteyên me yên ku hevbeşin derxînin pêş û rastîyên Kurdistanê jî raxînin ber çavan. Gelekî eşkere xuya dike ku em Marksîstên neteweyeke bindest in. Em xwedîyê welatekî perçebûyî ne, dewleta me ya serbixwe hîna tune ye. Saziyên me yên netewî li seranserê welat nehatine avakirin. Li seranserê Kurdistanê rêxistinên me yên ku doza welatêkî serbixwe û sosyalist dikin, hina tune ne. Hîna zimanê me li seranserê welatê me nebûye zimanê perwerdehîyê û fermî ûhw.
Ev rastîyên Kurdan ku gelekî tahl in û neheqîyên dîrokî ne, me ji ciranên me yên Rojhilata Navîn cuda dikin. Ramanên Marksîstî li Kurdistanê divê van pirsgirêkên netewa Kurdan bi zelalî formule bikin, çareserîyan pêşkêş bikin û doza kedkarên Kurdan bi şanazî biparêzin. Mafê gelê Kurd ku çarenivîsa xwe bi destê xwe diyar bike, weke hemû netewe din yên dinyayê heye. Marksîzm vê rastîyê diparêz e. Di pirsa Îrlanda û Polonya de Marks ê Engels bi zelalî ev maf parastine. Em ji dibêjin; çi mafên cîranên me hebin, divê Kurd jî bibin xwedî heman mafan.
Divê em dubare bibêjin; Yên ku doh û îro jî doza Kurdan bi werekî meşandinê beşik kedkarên Kurdan bûn. Zarokên karker û gundîyan bûn. Yên ku bi girseyî qurbanî dane tevgera netewî zarokên kedkaran bûn. Yên ku vê rastîyê qebûl nekin an canbazin, an kedxwûrin, an dizê kedê ne. An jî sextekarê siyasetê ne!
Di dema hemdemî de burjuvaziyê Kurd bi gelemperî heta niha tenê bi dûv berjewendiyên xwe de bazdaye û pêşengîyek bi rêk û pêk jî doza netewî re nekiriye. Burjuwazîyeke netewî li seranserê Kurdistanê îro tuneye, ji bona doza Kurdistan ew bi werekî heta niha nexebitî ne. Ev burjuwazi li seranserê welat bi rêxistin jî nebûye, saziyên mayînde ji netewa Kurd re ava nekirine. Ji îro û pêve wê nekin jî û wê nikaribin bikin jî. Ji ber ku dem hatiyê guhertin û girseyî ya gelê Kurd îro ji kedkaran pêktê. Gelê Kurd îro bi bahwerî xwedî li doza xwe ya netewî derdikeve. Burjuwazî bi tevahî bi sîstema dagirker re entegrebûne û eşkereye ku berjewendîyên herdû aliyan jî hevdû xurt dikin.
Em bi xebata DMA re dixwazin Marks û Engels bînîn Kurdistanê! Bila gelê me fikir û ramanên Marks û Engels nas bike. Wan ramanweran di pirsa ziman û netewan de çi parastinê bizanibe, bila siyaseta Kurdan û ciranên wana rastiyên Marksîzmê bizanibin… Bila baş bizanibûn ku van ramanweran wekheviya netewan parastîye, wekhevîya zimanan parastîye, wekheviya mirovan parastîye, nirxê keda mirovan bilind kirine. Belê, wana xwestine çewsandina mirovan bi destê mirovan ji holê rabikin, bi dawî bînin…
Li ser wan mijaran û bi xebatên xwe em dixwazin lêkolînan, gotûbêjan, daneyên dîrokî, ekonomî, sosyolojî, felsefî, siyasî pêşkêşî civaka Kurdan bikin. Di van qadan de ne tenê gazincan bikin lê belê çareserîyan pêşkêş bikin. Kurdistan divê bi hemû rastîyên xwe ve were nasîn û rexistinên siyasî ji wan xebatan sudê werbigirin. Em bi rastî û bi dirûstî dixwazin rastîyên ku li Kurdistan hene jî nûve biafirînin. Yên ku bi navê çepgirîya serdestan dixwazin helwestên qure, şovenîşt û dagirker, li ser navê Marksîzmê pêşkêş bixînin, emê bi xebatê xwe yên şênber wana fedîkar derxînin.
Em vêna jî eşkere dibêjin; DMA di xebatên xwe de dijmantîya tu partiyên çepgir û kurdperwer nake. Heman helwesta me ji bona saziyên sivîl ji derbas dibe. Em dixwazin di civaka Kurdan de diyalogên çareseriyê li dar bixînin. Civaka me divê nirxên hevbeş û modelên pêşerojê derxine pêş. Tevgerên fikrî û teorîk jî divê hebûnên hevdû qebûl bikin. Kurdên ku doza Kurdan ya netewî, ziman, kultur û civakî dimeşînin, em dixwazin bi xebata xwe wana nêzîkî hevdû bikin. Dîyalogan li dar bixin. Hevbeşîyê di nava civaka Kurdan pêşde bibin.
Bila ji niha û pê de li Kurdistanê zanebûn, hişmendîyeke rast, werekbûneke sivîl û nirxên entelektuelî bihevdû re bimeşin. Bila kultura demokrasîyê, ramanên wekheviyê rehê xwe berdin nava civaka Kurdan. Me bi rastî, bi bahwerî û bi vê mebestê DMA avakir. Bila hemû kes li gorî birdoziya xwe, saziyên xwe yên fikir û ramanan ava bikin. Bila sed û yek gul li welatê me bibişkivin, bila welatê me bi hemû rengên fikir û ramanan were xemilandin!
Girêdayî bi van nirx û armancan em ketine ser rêya xwe. Ez gotinê zede dirêj nakim. Ez jî wek helbestvanê Kurd Seydayê Tîrêj dibêjim; barê me welat rêya me dûr e!
Bu makale: Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 13 / Aralık 2022 (PDF) yayınlanmıştır.