Site icon Rojnameya Newroz

“Mafê zimanî mafê mirovan e”

Tevna Raporkirin, Belgekirin û Çavdêriya li Mafên Zimanan (DHIBRA) ji bo 21ê Sibatê roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî bi 27 zimana daxuyaniyek weşandiye. 

Daxuyanî bi abazayî (zaravaya Apsuwayî) , abazayî (zaravaya Aşuwayî), adîgeyî (rojava), adîgeyî (rojhilat), erebî, arnawûtî, boşnakî, bûlgarî, çeçenî, ermenkiya rojavayî, farisî, gurcukî, hemşînî, kurmancî, ladînî, lazî, makedonî, osetî, pomakî, romanesî, romeîkayî, rûmî/yewnanî, rûsî, suryankî, zazakî, ingilîzî û tirkî hatiye nivîsandin. Di daxuyaniyê de 120 saziyan xwestiye ku “astengiyên li ber zimanê dayikê rabin.”

Daxuyanî bi sernavê “Zimanê Me yê Dayikê bi Me re Dijî!” hatiye amadekirin û wiha hatiye gotin: 

“Li sikakan, li malê, li kargehê, di stranên me de, di kêfxweşî û xemgînîya me de zimanê me yê dayikê bi me re dijî. Zimanê me jî her wekî siruşta me di nav xirecira dinyaya nû de ji ber sedemên sîyasî û aborî tê paşguhkirin.

Em; dixwazin ku zarokên me jî bi zimanên xwe yên dayikê bijîn. Di vê mijarê de, em li bendê ne ku dewlet û kes peywirên ku dikevin ser milên wan, bi cih bînin. Em daxwaz dikin ku astengîyên li ber zimanên me yên dayikê bêne rakirin û zimanên me bêne teşwîqkirin. Em bawer dikin ku pêkvejîyana zimanan û pêşveçûna wan, garantîya aştî û xwîşk û biratîya civakan e. Em ji bîr nekin; mafê zimanî, mafekî mirovî ye.

Em dest ji siruşt, sikak, muzîk û zimanê xwe yê dayikê bernadin!

Zimanê me yê dayikê bi me re dijî, em jî bi zimanê xwe yê dayikê re dijîn!”

Tevlî bianet û Weqfa Ragihandinê ya IPSyê saziyên navê wan di daxuyaniyê de ne, ev in:Navenda Bîrê ya 1864ê, Federasyona Komeleyên Abhazan, Komeleya Çandê ya Çerkesan a Edeneyê, Rojnameya Agosê, Pêveka Ermenkî ya Agosê, Komeleya Çerkesan a Enqereyê, Weqfa Alîkarî û Çandê ya Alan, Alef FM, Tevgera Jinan a Çerkesan a Almastiyê, Jinên Zimanê Dayikê, Komeleya Çerkesan a Antalyayê, Apoyevmatini, Komeleya Derçûyên Dibistana Aramyanî, Meclîsên Ciwanên Elewiyên Ereb, Weşanxaneya Arasê, Komeleya Kafkasan a Gundê Arikbaşiyê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanî ya Ariyê (Arî-Der), Weşanxaneya Avestayê, Platforma Avlaremozê, Komeleya Çerkesan a Kafkasê ya Bahçelîevlerê, Komeleya Adige-Çerkesan a Balikesîrê, Komeleya Çandê ya Kafkasyaya Bakur a Bandirkayê, bianet (Weqfa Ragihandinê ya IPSyê), Komeleya Çandê ya Kafkasan a Bîgayê, Komeleya Çandê ya Çerkesan a Bodrûmê, Boşnak Medya, Komeleya Kafkasyaya Bakur a Bozuyukê, Komeleya Çandê ya Çerkesan a Bûrsayê, Can TV, Komeleya Perwerde û Çandê ya Kafkasyaya Bakur a Ceyhanê, Komeleya Mala Çandê ya Çerkesan, Komeleya Çandê ya Kafkasan a Çorûmê, Federasyona Komeleyên Dêrsimê, Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Amedê (DÎSA), Komeleya Çandê û Dostaniyê (DKDER), Komeleya Çandê ya Adigeyê ya Duzceyê, Navenda Çandê ya Ehliddarê, El Amaneser, Federasyona Pêkûteyên Bêasteng, Komeleya Piştgirî û Çandê ya Kafkasyaya Bakur a Eskîşehîrê, Gazete Sabro, Komeleya Ekolojî û Çand û Hunerê ya Golayê, Kovara Çand Ziman û Dîrokê ya Gor Hemşin, Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê, Komeleya Çerkesan a Goksûnê, Komeleya Çandê ya Çerkesan a Gonenê, Navenda Zimanî ya Gurcuyan, Malpera Nûçeyan a Gurcuyan, Navenda Çandê ya Gurcuyan, Nûnertiya Amedê ya Înîsiyatîfa Mafan, Civaka Şanoya Serbixwe ya Hangardz, Komeleya Geşkirin û Lêkolînê ya Çanda Hemşînan, Weşanxaneya Heyamolayê, Komeleya Çandê ya Çerkes Adige ya Înegolê, Komeleya Çerkesan a Îskenderûnê Adığe Khase, Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî, Meclîsa Elewiyên Ereb a Stenbolê, Komeleya Çendê ya Kafkasyayê ya Stenbolê, Komeleya Çandê ya Pomakan a Stenbolê, Weşanxaneya Îstosê, Komeleya Çandê ya Çerkesan a Îzmîrê, Rojnameya Jinepsê, Komeleya Dema Jinan, Federasyona Komeleyên Kafkasan, Komeleya Çandê ya Kafkasan ya Mereşê, Komeleya Kafkasan ya Kayseriyê, Komeleya Wêjekarên Kurd, Weşanxaneya KoyuSiyahê, Kostebek Kolektif, Komeleya Lêkolînên Kurdî, Tevna Ziman û Çanda Kurdî, Komeleya Lêkolînên Çandî û Civakî (KİTA), Komeleya Çandê ya Lazan, Komeleya Çandê ya Çerkesan a Manîsayê, Marje Podcast, Komeleya Alîkarî û Çandê ya Kafkasan a Mersînê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandî ya Mezopotamyayê, Weqfa Çand, Tenduristî, Huner, Zanist û Perwerdeyê ya Mezopotamyayê, Navenda Çanda Mezopotamyayê, Komeleya Mızağe, Minority Rights Group, Komeleya Çandê ya Çerkesan a Mustafa Kemal Paşayî, Komeleya Piştgirî û Çandê ya Kafkasan a Nazilliyê, Nor Zartonk (Komeleya Piştgirî û Çandê ya Ermeniyan), Kovara Ogni, Komeleya Berê Zarok, Weşanxaneya Papirüsê, Koma Muzîkê ya Perperik, EnstîtuyaPomakan, Komeleya Hêviyên Rengorengo, Komeleya Çerkesan a Reyhanliyê, Komeleya Mafên Romanan, Romani Godi, Komeleya Jinan a Rosayê, Koroya Dostan a Rûhî Sûyî, Komeleya Çand û Hunerê ya Ruhi Suyî, Komeleya Çandê ya Kafkasan a Sakaryayê, Komeleya Çerkesan a Samsûnê, Komeleya Lêkolînên Çandî ya Sardamond, Navenda Lêkolînên Çanda Sefaradan, Shema Media Group, Komeleya Çandê ya Kafkasyaya Bakur a Silivriyê, Komeleya Çandê ya Kafkasan a Sînopê, Komeleya Çandê ya Kafkasyaya Bakur a Sêwasê, Komeleya Mafên Sivîlan û Ekolojîk (SEHAK), Komeleya Kafkasan a Sûngûrluyê, Komeleya Kafkasan a Sûsûrlûkê, Federasyona Komeleyên Suryanan, Weqfa Çand û Perwerdeyê ya Şamîlî, Komeleya Çerkesan a Tokatê, Koma Lêkolînên Çandî ya Tirkiyeyê, Kovara Uncire, Komeleya Alîkarî û Çandê ya Ûzûnyaylayê -Kayserî, Komeleya Alîkarî û Çandê ya Kafkasan – Stenbol, Vejiyaişê Tiji (Weşanxaneya Tij), VOMANK, Weşanên J&J, Weşanxaneyê Vateyî, Komeleya Azadî, Bîr û Jiyanê, Weqfa Lêkolênîn Civakî, Siyasî û Ekonomîk a Zanê

BİANET

Exit mobile version