Li Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê komeke nijadperest êriş bir ser 3 xwendekarên kurd. Xwendekarên birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Li Kampusa Zanîngeha Akdenîzê komeke nijadperest (30 kes) êriş bir ser 3 xwendekarên kurd. Xwendekar Botan Artûç û Feyzî Akan rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Akdenîzê û Hatîce Tong jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturkê. Hat diyarkirin ku xwendekarên birîndar hê jî tên dermankirin û koma nijadperest ji sibehê ve li nav kampusê bela xwe di xwendekarên kurd de dide.