Site icon Rojnameya Newroz

Li Wanê ciwanên hatibûn îşkencekirin, hatin girtin

Li taxa Xaçorta Wanê di 20’ê adarê de polîsan li Yakûp Pekel, Ersîn Pekel, Mahmût Balikçi û Cîhan Şakar dabûn û binçav kiribûn. Her çar ciwan piştî 9 rojan ji Midûriyeta Polîsan a Wanê derxistin dadgehê. 

Dozger îfadeyên ciwanan girt û bi îdiaya “li dijî polîsan derketine” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Nobedar a Sulhê kir. Dadger bi hêceta ku Ersîn Pekel di bin 18 saliyê de ye berda û derbarê her sê ciwanên din de biryara girtinê da. 

Şakar, Pekel û Balikçi şandin Girtîgeha Wanê ya Tîpa M’yê.

MA

Exit mobile version