Site icon Rojnameya Newroz

Li Mihabadê xwepêşanderan hejmarek saziyên hikûmetê şewitandin

Mihabad

Serê sibeha îro Pêncşembê 27ê Cotmeha 2022an piştî merasima veşartina termê ‘Îsmaîl Mewlûdî’ li goristana “Budax Sultan” a Mihabadê ku di xwepêşandana şeva bihorî de li Taxa Piştepî ya vî bajarî de hatibû kuştin, careke din xelkê bajêr dest bi xwepêşandanê li dijî hikûmeta Îranê kirin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî ve hatine belavkirin, bazar û dikanên bajêr bi temamî girtî ne û bi hezaran kes ji xelkê bajêr daketine kolanên bajêr û li dijî desthilata Îranê dirûşman dibêjin.

Li gor dîmenên ku derbarê xwepêşandana îro ya li Mihabadê li ser torên civakî hatine weşandin, xwepêşanderên nerazî îro nîvro weke nîşandana nerazîbûna xwe li hember kuştin û birîndarkirina welatiyan, çûne pêşberî hejmarek sazî û fermangehên hikûmetê û agir bi avahiyên hin saziyan xistine.

Li gor hin zanyariyan, xwepêşander avahiya qaymeqamiya Mihabadê jî dorpêç kirine û agir bi beşeke avahiyê xistine, lê Rûdaw nikare bi awayekî serbixwe vê yekê piştrast bike.

Herwiha tê gotin ku xwepêşanderan agir bi avahiya saziya xêrxwaziyê ya hikûmî ku wek Komîteya Îmdad tê naskirin, saziya darayî, hejmarek bank û hin firoşgehên ser bi Supaya Pasdaran ve xistine.

Çavkaniyên xwecihî yên li Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, hêzên Îranê bi awayekî berfireh teqe li xelkên xwepêşander dikin û welatî jî bi kevir û daran rûbirûyî hêzên Îranê dibin.

Li gor zanyariyên ku ji nav Nexweşxaneya Mihabadê ve bi dest Rûdawê ketine, di xwepêşandana şeva bihorî de kesek hatiye kuştin û 16 kesên din jî bi giranî birîndar bûne. Li gor wan agahiyan, 2 kes bi guleyên Klaşînkofê û 14 kes jî bi çekên saçmeyî hatine birîndarkirin.

Li aliyekî din, îro hêzên emnî yên Îranê avêtine ser mala wî welatiyê ku şevê din hatibû kuştin û hewl dane, rê nedin xelk ji bo şînê û sersaxiyê serdana wan bikin.

RUDAW

Exit mobile version