Li Pira Londonê ya ku li paytextê Birîntanyayê bajarê Londonê ye, minîbusekê ajot ser xelkê. Di encamê de 3 êrişker hatine kuştin û ji bilî wan 6 kesên din jî canê xwe ji dest dane.
Li gor daxuyaniya polîsê Londonê duh bi şev seat 22.00 bi dema Londonê li Pira Londonê û nêzîk Bazra Boroughê minîbusekê ajot ser xelkê li ser pirê û piştre jî berê xwe daye bazarê.
Li bazarê jî êrişker ji minîbusê peya bûne kesên derdora dane ber kêran.
Di encamê de 3 êrişker hatina kuştin, 6 kesan cane xwe ji dest daye û herwiha jê yek polîs 20 jî birîndar bûne.
Birîndar ji bo dermankirinê rakirine 6 nexweşxaneyên cuda yên bajêr.