Site icon Rojnameya Newroz

Li Îsraîlê êrîşa çekdarî: 5 kes hatin kuştin

Medyayên Îsraîlê ragihandine ku êrîş li bajarê Bney Brak ê li rojhilatê Tel Avivê çê bûye. Li gor rayedarên hikûmeta Îsraîlê, di êrîşan de 5 kesan canê xwe ji dest dane û 6 kes birîndar bûne.

Piştî êrîşê Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett civîneke bilez a awarte ligel wezîrên navxwe û berevaniyê yên welat û herwiha berpirsên saziyên istixbaratê pêk anî.

Di nava hefteyekê de ev duyemîn êrîşa çekdarî li Îsraîlê bû.

Li gor medyayên Îsraîlê, kesê êrîşkar Felestînî û ji bajarê Cenînê ye ku dikeve nav sînorê desthilata rêveberiya Felestînê.

Medyayên Îsraîlê hin dîmen belav kirine ku têde kesek tê dîtin cilên reş li xwe kirine û çekek di destê wî de ye û teqe li derdorê û otomobîlan dike.

Roja Yekşembiyê 27ê Adarê êrîşek li nêzîk bajarê Haifa çê bûbû û di wê êrîşê de jî 2 polîsên Îsraîlî hatibûn kuştin. Rêxistina DAIŞê paşê berpirsyariya êrîşê li xwe girt.

Heftiya bihorî jî li Beer Sheba di êrîşeke din de 4 Îsraîlî hatibûn kuştin û 2 kes jî hatibûn birîndarkirin.

Li gor medyayên Îsraîlê, erebekî Îsraîlî ji bajarokê Bedouin li başûrê wî welatî êrîş pêk aniye ku paşê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat kuştin.

Rudaw

Exit mobile version