Site icon Rojnameya Newroz

Li Amedê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin

Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Newroza Amedê roja 21’ê mehê li Qada Newrozê tê pîrozkirin. Li Amedê beriya pîrozbahiya mezin agirê ewil ê Newrozê li navçeya Pyeasê hat vêxistin. Şahî ji aliyê Komîteya Amadekar a Newrozê ve li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Peyasê hat lidarxistin. Agirê Newrozê yê ewil hat hilkirin. 

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy û endam û rêveberên partiyê beşdarî şahiyê bûn. Tevî barîna berfê û hewa sar jî agirê Newrozê hat vêxistin. 

Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan di şahiyê de axivî û destnîşan kir ku ew ê îsal pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” li dar bixin û ew ê bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtiyên azadiyê, avakirina yekîtiya neteweyî ya kurdî û perwerdehiya bi zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî bi beşdariya milyonan kes pîroz bikin. 

‘EM XWE JI MAZÛVANIYA MILYONAN KES RE AMADE DIKIN’ 

Ceylan da zanîn ku ev nêzî mehekê ye dest bi amadekariyên Newroza Amedê kirine û 5 komîsyon ava kirine û armanca wan ew e bi beşdariya milyonan kes Newrozê pîroz bikin. Ceylan got ew li çar aliyên Amedê xebata Newrozê dikin û bang li gelê Amedê kir ku roja 21’ê mehê biherikin qada Newrozê. Ceylan diyar kir ku wê mêvanên wan ji aliyên Kurdistanê û Tirkiyê û gelek welatên cîhanê werin û ew ji bo mazûvaniya mêvanên xwe amadekariyan dikin. 

‘WÊ ÇAVÊ HER KESÎ LI SER AMEDÊ BE’ 

Ceylan anî ziman ku wê di 21’ê Adarê de çavê hemû kurdan û dostên wan li ser Newroza Amedê be û got: “Em ê dîmenek ezamet derxin holê. Ji niha ve em hemû gelê xwe vedixwînin pîrozbahiyan. Em tev bi hev re xwedî li Newrozê derkevin. Çimkî Newroz zimanê zikmakî ye, Newroz çand e, têkoşîn e. Newroz roja xwedî derketina ku kurd û dostên xwe li hebûn û nirxên xwe derkevin e.”  

LI DORA AGIR GOVEND GERANDIN 

Piştî axaftina Ceylan, li Amedê agirê ewilî yê Newrozê hat vêxistin. Pişt re endam û rêveberên HDP’ê li dora agir govend gerandin û dirûşma “Bijî Newroz” berz kirin. 

MA

Exit mobile version