Îro roja salvegera sêdaredana keça çalakvana kurd û şervana rêya rizgarîxwaziya Kurdistanê Leyla Qasim e. Leyla Qasim beriya 43 salan weke îro ji aliyê Hikûmeta Iraqê ya demê ve hatibû îdamkirin.
Keça kurd Leyla Qasim, bi xebat û têkoşîna li hemberî zordarî û mêhtîngeriyê, herwiha bi helwesta xwe ya li hember cezayê stemkaran, navê xwe bi tîpên zêrin di rûpelên dîroka gelê kurd de nivîsand. Ew bi xwîn û bi sekna xwe ya birûmet, bû mijara destanan.
Şêrejina kurd Leyla Qasim keçeke çavnetirs, zîrek û leheng bû. Wê di ber darê îdamê jî got: “Min bikujin. Lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd dê ji xewa giran şiyar bibin. Ez pir kêfxweş im ku bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim.”
Layla Qasim kî ye?
Leyla Qasim roja 27ê Kanûna 1950 li taxa Neftxane ya bajarê Xaneqînê li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Paşî malbata wê koçberê Bexdayê dibin û Leyla li wir dest bi xwendinê dike.
Tekoşera kurd Leyla Qasim di salên xwendinê de beşdarî nav tevgera Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) bû. Ramanên şoreş û têkoşînê gelekî bandor li wê kiribûn, lewra biryar da bibe pêşmerge. Leyla bi v^’I armancî tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû.
Leyla Qasim bi xebatên xwe selmand ku di şoreşê û di civakê de jin jî dikarin li kêleka zilaman û mil bi milên wan têbikoşin û li doza xwe xwedî derbikevin. Lewma wê, bêyî tirs, di bin şertên herî giran û metirsîdar de, di nav xendekarên kurd de xebata xwe ya siyasî domand.
Roja 28ê Nîsana 1974ê Leyla û 4 hevalên wê ji aliyê rejîma Bees ve hatin girtin. Leyla û hevalên wê di girtîgehê de rastî şikence û azareke pir mezin hatin.
Derbarê wan de ti tawanek nehat îspatkirin lê rejîma Iraqê ji bo tirsandina kurdan û bi taybetî çîna rewşenbîr ku piştgirî ya doza xwe ya neteweyî dikir, di demeka kurt de dadgeheke formalîte pêk anîn û ji bo her 5 ciwanên kurd cezayê îdamê derxistin.
Karbidestên rejîma Bees ji Leylayê dixwazin, ku bila nameyekê ji bo serokomarê Iraqê binivîse û daxwaza lêborînê bike. Lê ew ji rûyê generalên Beesî re dibêje:
“Ez tenê ji tiştekê poşman in, ew jî ew e, ku min nekarî demeke dirêj xizmeta gelê xwe bikim. Ez ten3e daxwaza lêborînê ji gelê xwe dikim. Ji ber ku di rastiyê de, min ji bo doz û pirsgirêka neteweya xwe kêm xebat kirye.”
Li gor gotina wan kesên ku Leyla nasdikirin, Leyla keçeke çavnetirs, zîrek, axaftin xweş, esmer, bejin bilind û şirîn bûye û di karê rêkxistinê de bi dîsîplîn û rêkûpêk bûye. Wê di çaxê di bin çavdêriya îstixbarata Iraqê de bi wêrekî bersiva pirsyarên karbidestên dewletê daye û di dagehê de li rûyê hakimê Beesî nêriye û bi dengekî bilind wiha gotiye:
“Min bikujin. Lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd dê ji xewa giran şiyar bibin. Ez pir kêfxweş im ku bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim.”
Karbidestên îstixbarata dewleta Iraqê roja 12ê Gulana 1974ê, demjimêr 07.00ê berê sibê Leyla Qasim û hevalên wê îdam kirin.
Di dema darvekirinê de Leylayê nehiştiye ku çavên wê bigirin û destên wê jî girê biden. Wê bi xwîndina sirûda netweyî ya “Ey Reqîb” baweriya xwe ya bêdawî ji bo doza Kurdistanê ji herkesî re selmand.
Rejîma Bees nehîşt termê Leylayê li Kurdistanê were veşartin, ji ber wê jî li bajarê Necefa Iraqê hat binaxkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî derbarê Leyla Qasim de dibêje: “Şehîd Leyla Qasim sembola canfedayî û xwebawerî û welatperweriya jina kurd ji bo parastina baweriya neteweyî û demokrasiyê ye. Lê şehîdbûna wê peyama serbilindî û berxwedanê bû li hember dujminê dilkevir û înkarger. Leyla ew qas bilind e ku di dema bidarvekirinê de serê celladan li bin lingê wê de bû. Leyla Qasim cihê serfiraziya hemû gelê kurd e û divê heta hetayî em wê jibîr nekin, ji ber ku ew fermanê dide me ka em çawa bijîn.”
RUDAW