Site icon Rojnameya Newroz

LEYLA GUVENÊ JI BO PE Û CPTYÊ NAME NIVÎSÎNE

Wekîla Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ya Colemêrgê û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk, Leyla Guvenê ji bo Parlamentoya Ewropayê û CPT(Komîteya Rêlibergirtina Îşkenceyê) name nivîsîne.

Wekîla Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ya Colemêrgê û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk, Leyla Guvenê ji bo Parlamentoya Ewropayê û CPT(Komîteya Rêlibergirtina Îşkenceyê) name nivîsîne.

Leyla Guvenê 7ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê  dabû zanîn ku wê dest bi greva birçîbûnê kiribû û 85 roj in ku di greva birçîbûnê de ye.

Wê ji bo tecrîda li ser rêberê PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê) rabe, dest bi grevê kiribû.

Guvenê di nameyan de diyar kiriye ku

“Rakirina tecrîdê dê herweha rêyê li ber demokrasîya Tirkiyeyê veke.

“Greva birçîbûnê ya bêyî demê diyarkirî û ne bi dorê ne ji bo daxwazeka kesane ye. Zêdetirî 300 girtîyên sîyasî beşdarî vê çalakiyê bûne. Ev mafekê meşrû ye û her ku diçe berfirehtir dibe.”

Çi bûbû?

Wekîla Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ya Colemêrgê û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk, Leyla Guvenê 7ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê  dabû zanîn ku wê dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Wê ji bo tecrîda li ser rêberê PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê) rabe, dest bi grevê kiribû.

Parêzera Leyla Guvenê, Reyhan Yalçindag Baydemîrê ji bianetê re piştrast kir ku ew ketiye greva bêdor û bêdem kiriye.

Leyla Guvenê li ser operasyona li Efrînê hatî kirin daxuyanî dane. Polîsan 22 Kanûna Paşiyê ew desteser kiriye û dozgerekê Amedê 31ê Kanûna Paşiyê biryara girtina wê daye.

Dadgeha Amedê, 25ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê biryara tehliyeyê ji bo Leyla Guvenê, daye. Ew 79 rojan di girtîgehê de di grevê de bû piştî derketî dest ji grevê bernedabû. Guven li Amedê li mala xwe di greva birçîbûnê de ye.

Leyla Guven kî ye?

Siyasetmedar e. Sala 1968ê ji dayik bûye. Demekê li Almanyayê maye. Sala 1994ê li Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) di baskê jinan de kar kiriye.

Sala 2004ê di hilbijartina herêmî de ji bo Şaredariya Dîkîliya Biçûk a Edeneyê, sala 2009ê jî di hilbijartina herêmî de ji bo Şaredariya Wêranşarê hatibû hilbijartin.

Kanûna Pêşiyê ya 2009ê de di çarçoveya operasyona Koma Civakên Kurdistanê (KCK) de hat girtin. Piştî 5 salan girtî ma, sala 2014ê tehliye bû. Di heman dosyayê de 6 sal û 3 meh ceza wergirtiye.

Di hilbijartina 2015ê de li Rihayê di rêza çarem de ji Partiya Demokratîk a Gelan bûbû namzet

(AS/MB)

BİANET

Exit mobile version