Nesrîn Rojkan
BasNûçe – Kî naxwaze rojek ji nişka ve, du baskên fireh û xurt lê peyda bibin, bibin qulingek koçber, ji quntara çîyayê Sîpanê yê Sîyamend hil bide, bilind bibe, bilind bibe, hilde li ser Gola Wanê ya rengfîrozeyî coş bibe, coş bibe, ku paşî berê xwe bide deşta sorgeweza lalezar a Mûşê, dakeve û dakeve, bikeve nav gewriya kewa gozela reng-hene û bibe qebaqebek û belavê newal û çîyayên Serhedê de deng vede, heta bigihije Rewanê û bikeve nav demarê xwîna Egîdê Cimo û tê de bimeyê da ku yekbiyek bibin peyv û awaz û ji lêvên wî de biherikin û bibin dengek kelegirî paşî ji bilûra Delîl de carek din serê xwe rakin û hil bin, hil bin, da ku her zerreyek bibin dilopek baranê û ji dêman dakevin wek rondikên dilxweşî û carinan yên ji ezaba vî gelê li ser axa bêbext û xwedî.
Ev dîmen, ev hest û ev hunera bilind hemû bihevre di filmê ‘Kurdistan Kurdistan’ de tên ber çavên temaşevanan. Çîroka film li ser jiyana dengbêjê navdar Delîl Dîlanar û têkiliya wî ya bi husteyê wî Egîdê Cimo re ye.
Delîl Dîlanar hê di xortbûna xwe de ji zordariyên leşkerên dagirkeran direve û dibe penaberê Amerikayê. Li wir dest bi hunera bilûrvanî û dengbêjîyê dike û gelek binav dibe. Rojek dixwaze vegere welatê xwe û xewnên xwe bike jîyanê. Yek ji wan xewnan jî mîrê bilûrê Egîdê Cimo bibîne û jê sirrê hunera bilûrvaniyê hîn bibe. Fîlm bi vê ahengê ve pêş dikeve.
Fîlm sade û xwezayî ye, ji xwe giringiya peywendiya di navbera civakê-xwezayê-hunerê bi çavek rût tê dîtin.
Delîl Dilanar bi dengê xwe yê gurr û mexmerî ve dilê hemû guhdaran digeze. Bi bilûra xwe ve jî dilên hemuyan didize.
Egîdê Cimo xweza ye, quling e, kew e, berhemek şahane ye bi serê xwe. Saya vê filîma ‘Kurdistan Kurdistan’ de me jî karî nirxek gelê kurd ji nêz de nas bikin.
Bülent Gündüz ku derheneriya vê berhemê kiriye dibêje ku ev cara yekem e Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo aktorî dike, stranan dibêje û sazê dijene. Derhiner B. Gündüz bi vê buyerê serbilind e û dilxweş e.
Di vê fîlmê de herçend realîstî wek belgefîlmek jî be wek gelek fîlman sembolîke jî, wisa kû carinan xewn, xewnerojk û rastî di nav hev de winda dibin. Peyamên civakî û siyasî ku rewşa gelê kurd tê de ye nîşan dike. Peyama herî giring jî ku divê Kurdistan bibe welatek azad û serbixwe, peyva M. Mustafayê Berzanî tîne bîra mirov ‘Di dilê her kurdek de, Kurdistanek azad heye’.
Bülent Gündüz heta niha belgefilma ‘ Evdalê Zeynikê’ û filmek li ser komkujiya Roboskiyê bi navê ‘ Roboski Mon Amour’ ( Roboski Evîna Min) çêkiriye. Ji bo van berheman jî gelek xelatan girtiye. Bi taybet ji bo Kurdistan Kurdistan balên hunerhezan kêşandiye û seba kedên xwe bijareyê xelatên payebilind ji navnetewî bûye.
Lê ev derhinerê dilnizm lê belê dilmezin ne li dû xelatgirtinan e. Vê taybetmendiya xwe jî bi redkirina xelata ‘baştirîn fîlma zimanên din ya mihrîcana fîlman ya London ê’ ve nîşan daye û rexne li bêdengiya cîhanê ji bo komkujiyên li Kurdistanê heye dike.
bas nuce