Site icon Rojnameya Newroz

Kurd û Kurdistana Rojane Têkçûna Dewletên Sosyalîst*

Kurd û Kurdistana Rojane Têkçûna Dewletên Sosyalîst*

Abuzer Bali HAN / Mezopotamya ya Sosyalîst / Hejmar: 15

Dewletên sosyalîst alîkariya pir dewletên bindest kirin. Çi mixabin dema dor dihate Kurdan her dem çiv didan xwe. Li walatê Tirkiyê û Îrane bi milyonan Kurd dijîn. Welatên sosyalîst bi serokatiya Sovyetê her dem alîkarên partiyên komunîst yên li wan welatan bûn. Partiya Komunîst ya Tirkiyê (TKP) û ya li Îrane TUDEH her dem neyartiya Kurdan dikirin heya dawî li xwe anîn. Partiya Komunîst ya Iraqe û sekreterê xwe Eziz Mihammed û Partiya Komunîst ya Suriyê û sekreterê xwe Halîd Bektaş, ew herdu jî Kurd bûn. Hemî emrê xwe di sekreteriya wan partiyan de borandin. Ew herdu ne neyarên Kurdan bûn. Lê tû alîkariya wan ya mezin jî ji bo Kurdan nebû! Bes bi rêya wan pir xwendekarên Kurd bi bursên welatên sosyalîst di zanîngehanda xwedin! Pir salan berî qasi 120 doktorayên zanistî li ser Kurd û Kurdistanê li welatên sosyalîst min ewna tesbît kirî bûn!.. 

Di aliyê din de sala 1975 an şunda PDK têk çû, Serok Barzanî çû Amerîkayê. Paşê ji bo parti nû ve sazbibe “Qiyadeyê Muaqat” wek komîta dest bi karê xwe kirî bû. Rêbaza (Tûzûk) hati amade kirî de dihat gotin ku “Partî ji Marxsîzmê sûd werdigire!” Ew tê wê wateyê ku wê demê hemî partî û rêxistinên Kurdan li aliyê sosyalîzmê ciyê xwe digirtin. Ez bi xwe jî di nav tevgera Karkerên Kurdistan li dervayî welat de û berpirsiyarek sekreteriyata Xwendekarên Kurdistan li dervayî welat ji wana yek berpirsiyarek bûm. Bi gotinek qurt em hemî Kurd li aliyê sosyalîzmê bûn! Lê sosyalîzm jî li aliyê dewletên Kurdistan dagîr kirî bû!.. Wê demê me ji xwe nepirsî, gelo em çi dikin? Dostê neyarên Kurdan sosyalîst bin jî çawa ew dibin hevalên me?.. Bêtir ew pirsa ji bo serok û berpirsiyarên me Kurdan e!.. Îro jî belav bûna meya şelpeze ji wê dema bê xîret tê ye! Dema welatekî bindest de ewqas hêzên Kurd li dijî hev û dû bin, bila hêdî bezanîn ku ew ne di xizmeta Kurdan de ye!.. 

Dîsa vegerim rewşa meya îro ku em tê de bi navê sosyalîzmê dîsa nabin yek!.. Dema welat parçe parçe ewqas bindest be û ewqas rêxistin ku yek jî bi serê xwe nikarê ku gavekê pêşda biavêje?!. Her Kurd hêdî dem hatiyê ku ji xwe bipirse! Gelo em Kurd ji bo çi nabin yek?!. Kî rê li pêşiya yekitiya me kurdan digire? Pêwist e ku bersiva van pirsan hêdî serokê me Kurdan bidin! Ji ber ku gel di bingehê de yek e! Yên nabin yek, an jî yên nahêlen Kurd yek bin parti û serokên wan in. Ew nê wê wateyê ku ev nivîs li dijî serok û partiyên Kurd e! Ji ber ku yên yekîtiya Kurdan çêkin partî û rêvaberiya rêxistinên Kurdan e… 

Bi kurtahî dixwzim çend gotina li ser Serokê şoreşa Sovyetê Lenin bêjim. Lenin di berhema xwe ya bi zimanê Elmanî de “Berhemên Gîştî” dibêje: “Herema Wolga û li Kurdistanê mirovên beramberî birçîbûnê mayîn re me 40 milyon alîkari kir. Di bin ala enternasyonalîst ya sorgewez (Qizil) de ew alîkarî bi rêkûpêk hate rêvabirin!” dibêje!.. 

Ew gotina li jor li ser nivîsê mayî Lenîn çawa û çiqas alîkariya Kurdan kiriye, di dîroke de baş ne diyare! Ya diyar bûyî destpêke de heya roja sosyalîzm hatî rûxandin, welatên sosyalîst û komunîst hemiyan alîkariya dewletên kevneperest û faşistên ku Kurd di nav xwe de dabeşkirin kirine!.. 

Di jiyana me ya ber bi sedsa lan diçe de, di destpêkê de heya Dewleta Yekitiya Komarên Sovyet Sosyalîst (SSCB) hatî rûxandin ez û hevalbendên min, me baweriya xwe bi sosyalîzmê anî bû. Di malên me de li ser serê me weneyên Marx, Lenin, Stalin û Mao hebûn. Ew rastiyek raburdî ye… Bê wate me xewnek xeyalî dîtiye ku hîn jî gele me yî mazlum bi wê bindest maye!.. 

Di destpêka salên 1970’yî de dema min gorbehîşt Mamoste Prof. Dr. Jemal Nebez li Zanîngeha Berlinê ya Azad de naskir şunda wî wê demê bi tundî Sovyet rexne dikir. Seminerên li ser jiyan û dîroka Kurdan yên min amade dikirin de ez bi baweriya min ya li ser welatên sosyalîst rexne dikir!.. Wê demê de min mamoste şaş didît. Wî bes baweriya Mazdek û Mazdekîzmê dişopand û jê bawer dikir û digot: “Ji wê demê şunda yeksanî û wehhevi di nav netewan de pêk nehat!” Wî xwe û partiya xwe ya bi navê “Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê” bi kurtahiya xwe “KAJIK” pêk anî de, ew tenê di bîr û baweriya sosyalîstiyê de didît. Min di ew salen de Mamoste Nebez, di aliyê ramanî de neçar û kêm didît. Mamoste Nebez di her alî de bi zanîna xwe dagirtî bû! Lê bes sosyalîzma Sovyetê bi tundî rexne dikir û dema hêrs diket jî em bi navê “nokerên Sovyetê” tewanbar dikir! Salan şûnda dîroke gotinên Mamoste Jemal Nebez rast derxistin!.. 

Ew rewşa heya salên 1990’i dema dîwarê Elmanya ya Rojhilat hatî rakirin û Sovyet jî xilî şûnda rastiya Mamoste Nebez hat bîra min! Ew rewşa ramanî ya di navbeynê min û mamoste de heyî, ew ber bi rastiyê vegerî û bi rast dîtina mamoste, ez jî bi xwe hêsîm. Ew xwe hêsîna min nîv sedsala min jî bi xwe re hilgirt û birî bû… 

Mijara vê nivîsê him dirêj e û him jî belkî kêfa pir kesan jî pênaye! Dawî de me hemiyan dît ku wek Mamoste Jemal Nebez, ewa ku nîv sedsal berê dîtî bû, rêvaberiya dewleta Sovyetê ne şoreşger û ne jî sosyalîst û komunîst bûn! Dîwar rabûn şunda ew rastiya li welatên sosyalîst bi kevneşopiya jiyanek şelpeze li hemî cîhanê bilav bû û hate dîtin… 

Ez dixwazim bêtir di vê gotarê de li ser rêxistin û partiyên Kurdan rawestim. Dema salên 1975 an de Şoreşa Kurdistana Başûr bi balafirên Sovyetê Mig yên alîkariya Saddamê faşist û xwînrij dikirin tevger têk çû şûn de, hêzên pêşmergan belavbûn. Partiya Demokrat Kurdistan “PDK” xwe hilweşand û serokê nemir General Molla Mustafa Barzanî heya ABD çû… 

Demekê şunda li ciyê partiye bi navê “Qiyadeye Muwaqat” rêxistinek nû hate ava kirin. Demekê şunda jî Serok Barzanî ji ABD dîsa vegeriya Kurdistan. Pir nejiya! Demek şûn de nexweş ket û çû ser heqiya xwe. Di wan deman de “Qiyadeye Muwaqat” di civînek xwe ku ez jî tê de beşdar bûyî bûm, rêbaza rêxistinê de wisa hatî bû nivisîn: “Partiya nû ya amade dibe ji ilmê Marksîstiyê jê sûd verdigire!” hatî bû nivisîn. Gotina min bi kurtahî ew e, ku wê demê Partiya Demokrat jî ji sosyalîzme sûd werdigirt! Aliyê din de partiyên din yên Kurd hemi sosyalîst û komunîst bûn! Di wan salan de li ser erda Kurdistanê neîzîkî 100 partî û rêxistinên Kurd û Kurdistan hebûn!.. 

Ez nûha ji xwe dipirsim gelo welatên sosyalîst û komunîst çi dayî bûn me Kurdan ku wekî xulamen wan em alîkaren wan bûn! Di serî heya dawî Sovyeta komunîst ma her dem ew ne alîkaren Saddamê faşîst û xwînrij bûn? Gelo çima Kurd li gel Sovyetê ew zilm û zordariya Saddamê xwînrij ya li ser Kurdistana Başûr dikirin nadidîtin?!. Ma gelo sosyalizm ew piştgirî û alîkariya bi faşistan re dihat dikirî bû?.. 

Împaratoriya Uris di sala 1917 an de ji holê hate rakirin şûn de li ciyê wê “Union of Soviet Socialist Republics (USSR)” hate damezrandin. Rêvabirê wê Lenîn (Wladimir Iljitsch Lenin, 22.04.1870, Simbirsk 21.01.1924, Moskova) ji bo çîna karker û gelên cîhanê dixwest ku pir tiştên hêja pêk bîne. Lê bi suîqastek bêwext ew zû hate kuştin. Wî dixwest ji bo hemî gelên cîhanê yên bindest mafê çareseriya xwe bi îradeya xwe ya serbest pêk bînin. Ew mafê çareseriyê çi mixwabin Lenin ji bo Kurdan ew mafa bi cîh ne aniye! Ji ber ku di wan salan de gelên Anatoliyê li dijî emperyalizmê şerekî dijwar dikirin. Di wê demê de Ermeniyan û li Dêrsimê jî Kurdan dixwastin azad bijîn. Lenin, alîkariya ji Asyayê dihatî wekî çek û zêr bi destên sosyalîstan didan Mustafa Kemal Paşa. Wî jî li dijî Ermenî û Kurdan hêza xwe xurtir dikir û tevgera herdu gelan jî li wê navçeyê ji holê ra kir. Ji bo Tirkan karê Lenin kirî pir hêja û di ciyê xwe de bû. Lê karê dikirî azadbûna Ermeniyên li wê navçeyê û Kurdên Dêrsimê jî ji holê rakir. Lenîn û Stalin di wan salan de li wê navçeyê bûn sebeba qetlîamên mezin jî!.. Karên Lenin ji bo Kurdan kirin bi vê jî namîne. Di şerê cîhanê yekemînde li Kurdistana Başur sala 1918 an bi serokatiya Şêx Mehmud Berzencî Kurdan serê xwe rakirin serxwebûna xwe bi navê Qiraltiya Kurdistan îlan kirin. Şêx Mehmud Berzencî, bû Qiralê Kurdistan. Li dijî Kurdan Îngîlîzan cara yekemîn bi balafirên şer jahra kîmyawî avêtin ser şervanên Kurdistan. Şêx Mehmud Berzencî, sala 1918 an nameyek ji Lenîn re birêkir û jê alîkarî xwest. Ew xwesteka Kurdan jî çi mixwabin ji aliyê Lenin û dewleta Sovyetê ve bê bersiv maye! Devleta Kurdan jî ji aliyê Ereb û Îngîlîzan ve ji holê hate rakirin û serokê wê Qiral Şêx Mehmud Berzencî 17 ê Tîrmehê sala 1919 an bi brînek giran jî dîl hate girtin. Îngilizan ew mişehtî Hindistanê bajarê Bombay kirin. Salekê li mişehtê ma şûn de, efû bû û ew vegeriya Suleymaniyê li gundê xwe yî bi navê “Berzence” heya mirina xwe (1878 9 Cotmeh, 1956) li wir jiyana xwe berdewam kir!.. 

Li Sovyetê karên Stalin li dijî Kurdan pêkanî jî bi hêjmar kirinê nayên hesab kirin! Li gor bîr û baweriya min mirovekî wekî baweriya xwe bi sosyalîzma zanistî heyî, ez tucaran Stalîn û kesên ku bîr û baweriya xwe bi wî heyî jî sosyalîst û komunîst nabînim. Têkçûna Komarên Dewletên Sovyet Sosyalîst bi Stalîn destpêkir û bi xwe şûnde vekişandina Serokê Yekitiya Sovyetê Mihail Gorbaçov (25 ê Berfenbar 1991) şûn de bi navê komarên cûda cûda dewletên nû ava bûn. Di nav wan dewletan de çi mixabin navê Kurdan tûnebû!.. Gelo tûnebûna Kurdan di alîkî de sebeba xwe Yekîtiya Sovyet û xasima di dema Stalin de pêk hatiye. Josef Stalin, navê xwe yê rast Yosif Visaryonoviç Cuğaşvili (18 ê Berfenbar 1878 5 ê Adarê 1953) bi eslê xwe Gurcî ye. Peywevdiyek malbetê bi Kurdan re jî hebe, ez naxwazim wê bi nav bikim. Ji bo vê jî wî di dema Lenîn de jî ji Kurdan pir heznadikir. Mirina Lenin şûn de wê demê her tişt ketî bû destê Stalin. Di dîrokê de bi navê Kurdistana Sor, bi Elmanî “Das Rote Kurdistan” bi zimanê Aserbaidschanisch Qızıl Kürdistan “Bi Rusî” (Russisch Красный Курдистан) rêvaberiyek Kurdan li navenda bajarê Laçîn hatî bû damezrandin. Hem di dema Lenîn de û hem jî dema Stalîn de Sovyetê bi Mustafa Kemal û rêjîma Komara Tirkiyê re pir peymanên xwe yên dizî jî çêkirin. Bi wan peymanan nexwestine ku Kurd azad û bi serê xwe bijîn. Stalîn di salên 1937/1938 an de Kurdistana Sor ji holê rakir û gelê Kurd heya Qazakistan û Sîbîryayê sirgûn kir. Ciyê Kurd lê dijiyan ji Kurdan hate vala kirin. Stalin bi vê jî nemaye! 22 Kanuna Paşin 1946 an, li navend bajarê Mahabadê Komara Kurd Ya Mahabad bi alîkariya Yekitiya Sovyetê hatî bû ava kirin. 9 ê Gulanê 1946 an Yekitiya Sovyetê ordiya leşkerên sor ji Komara Kurd Ya Mahabadê şûn de kişandin. Di demek kurt de ordiya Şah bi alîkariya leşkerên Îngîlizan êrîş birin ser Komara Kurd Ya Mahabadê. 17 ê berfenbarê leşkerên Şah Mahabad dagir kirin û Komara Kurd ya Mahabadê têk birin. 31 ê Adarê 1947 an Serok Komar Pêşewa Qazî Muhammed, serok wezîr Hecî Baba Şêx, wezîrê parastin û leşkeriyê li meydana Komara Kurd hatî avakirin Çarçira li wî cîhî jî hatin darxistin!.. 

Welatê Sovyet û rêjîma wana bi vê jî nemaye! Ji xeynî Partiya komunîst ya Iraqê û Suriyê hemî partiyên komunîst yên cîhanê li dijî çîna karkerên Kurd û rêxistinên Kurdan bi kar anîne!.. Partiya komunîst Iraqê Sekreterê xwe Eziz Mihammed û Partiya Komunîst Ya Suriyê sekreterê xwe Halid Bektaş (1912, Şam, Suriye 24 Tîrmeh 1995) ji ber ku ew herdu Kurd bûn, wana tenê alikariya Kurdan dikirin. Heya têkçûna Partiya Komunîst ya Îranê (TUDEH) û Partiya Komunîst Ya Tirkiyê (TKP) bi alîkariya Partiya Komunîst Ya Sovyetê destpêkê de heya dawî têk çûn, wana bi tundî neyartiya Kurdan dikirin û Kurd nadipejirandin (qebul nadikirin). Kurdên me yên sosyalîst ku ez jî navde bûm, em jî wek Mamoste Jemal Nebez em bi nav dikirin, em jî pêyayên Sovyetê bûn!? Sovyet bi van jî nemayê bi balafir û bi çekên xwe yên giran alîkariya Partiya Baas Iraqê û serokê wê Saddam Huseyîn dikirin û tevgera Kurd ya di bin serokatiya Serok Barzaniyê nemir de ew tevger têk birin!. 

Di navbeynê salên 1970-1990’i de tevgera Xwendevanên Kurdistan û Komelên Karkerên Kurd û Kurdistan li Ewrûpayê bi nav û deng bûn. Li welatên sosyalîst jî bi sedan xwendekarên Kurd hebûn. Hin endamên komelê Xwendekarên Kurd li Ewrûpa ew li Çekoslowakya endamên Komela Xwendekarên Cihanê Yên sosyalîst bûn. Pir salan jî serokatiya wê rêxistinê xwendekarên Kurd dikirin. Di wan salan de bi kar û barên xwe Kurdan bandora TUDEH û TKP bi çalikiyên xwe li Ewropa ji holê rakirî bûn. Di wan salan de li Berlina Rojava civîna Karkerên Cihanê bi rêvaberiya Partiya sosyalîst Ya Berlina Rojava (Die Sozialistische Einheitspartei Westberlins SEW) pêk dihat. Ew partiyên oportînîst yên bi navê komunîstiyê dixwestin ku carek din rê li pêş Karkerên Kurdistan bigirin, ew serneketin! Ew xwesteka şovenîstan di dilê wan de ma! Bi navê hemî karkerên cîhanê nûnerê karkerên Kurd axaftina xwe bi navê hemî karkerên cîhanê di Konferansa Karkerên Cîhanê de pêşkêşî delegasyonan kir!.. 

Almanya Rojhilat di nav dewletên sosyalîst de bi nav û deng bû! Lê çi mixabin hindik xwendekarên Kurd lê dixwendin. Rojekê em çend heval bi navê navenda Xwendekarên Kurd çûn bajarê Drestenê. Li wir berpirsiyarê Partiya komunîst ya Iraqê hebû. Mijar, li ser xwedekarên Kurd li DDR ê bû. Heval go: “Em nikarin ji were alîkar bin! Ji ber ku li vir soza Partiya Saddam rê va diçe! Sedemê faşist û xwîn rêj çawa dibe ku li welatekî sosyalîst va kar dike û ew xistine bin bandora xwe?!.” 

Lê çi mixa bin dîsa jî bi navê sosyalîstiyê em bê deng diman! Em neçar bûn û vegerîn Berlîna Rojava. Di rewşek wûsa de bê deng mayîn, ji xulamtiyê pêva tiştekî dîn jî nîn bû!.. Ji ber ku piraniya navenda partiya em tê de xweperest û oportînist bûn! Endaman kar dikir, wan jî rojekê bilê kar nekirin, wek welatên sosyalîst heya tevger têkbirin li ser milên nûneran jiyana xwe borandin!.. Ji wan kesên yên bi navê sosyalizmê êriş dibirin ser Serok Molla Mustafa Barzanî, pir salan ew Kurdên sosyalîst wan seyrî êrîşên balafirên şer yên Sovyetê dikirin ku çawa bombên jahrê davêjin ser pêşmerge û bajarên Kurdistanê!.. 

Dema Dewleta Federal Ya Kurdistan’a Başûr saz bû şunda, ew e ku gel Sovyeta kevneperest hemî çend rojan de bûn welatparêz û xwe avêtin Kurdistanê ku çawa alîkariyekê bigirin. Ew hêzên oportînîst ji wana hinek îro jî naxwazin yeketiya Kurdan saz be!.. Mirov heke ji xwe bipirs gelo sosyalizm têk çû!.. Teorî û baweriyên şaş li holê neman!.. Gelo ew hêzên berê li dijî teoriyên hev, ew teorî rabûn şunda jî ji bo çi nabin yek û li dijî hevdûne?! An jî ma hin tiştên dîn em nizanin hene?!. Dema kesek nebe meriyê netewa (miletê) xwe, ew nabe ji tu kesî re jî!.. Kesên ku berê neyartiya hêzên gelê xwe yên neteweperwer dikirin, îro nikarin yekcar de bibin welatparêzên gelê xwe!.. 

Dema mirovekî (mêr), an jî miroveka (jin) di dema em tê de dijîn de xwe Kurd dibîne û bipejêre, heke ew ji Şêx Said, Seyid Riza, Pêşewa Qazî Muhammed û Mela Mustafa Barzanî hez neke û giramî ji wan re negire, ew tu caran nikare bibe Kurdeka an jî Kurdekî welatparêz!.. 

Dema Kurd têda Dewleta Federal ya Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê bingeha wênê Kurdan biparêze, Kurd bi serê xwe dibûn dewlet! Lê çi mixabin wûsa nebû. Dewleta Federe ya Kurdistanê di nav xwe de wek du dewlet ji hevûdû qetiyan. Silêmaniyê û Hewlêr bûn du navendan! Çendek salin bi hevdûre mijûl dibin! Yek dewlet bûn jî ji bîrkirin. Di aliyê din de li rojavayê Kurdistanê di bin serokatiya PYD û bi alîkariya ABD wek dewletek nû ava dibe! Çi mixabin li Rojavayê Kurdistanê jî ji bo ku Yekitiya Kurd bê avakirin ji aliyê 25 partî û tevgerên siyasî va hîn dayîn û standin berdewamin!.. 

Dibêjin rêya aqil yek e! Ew karê du dewletan heke bi hevra nebin yek, serketina herdûyan jî pir dijwar e!.. Dema hemî sazî û partiyên Kurd di bin duruşmeyek Kurdistanî de ne bin yek, tu caran Kurdistanek azad û serbixwe pêk naye!.. Heke wek wûsa hêzên Kurd li dijî hevûdu şer bikin, Kurd di sedsala pêşiya me de jî her yê şelpeze bijîn û sernakevin!.. 

Kurdino! Hêdî dem hatiye! Dem dema azadiye ye! Hemî tev dest bidin hev! Bila rojên azad serkevn! Rojên azad ne dûrin!.. 

(*) -Ji dîrokê re nîşegirtinekê datînim- 

 Pûşper 2024

Exit mobile version