Site icon Rojnameya Newroz

Kurd ji bo zimanê xwe li qadan e

Cejna Zimanê Kurdî

Li gelek bajaran, derbarê 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bername hatin lidarxistin.

Bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî, ji bo 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ku di 8’ê gulanê de starta wê hatibû dayîn, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn, meş û panel hatin lidarixstin û peşbirk pêk hatin. Di bernameyên ku hatin lidarxistin de polîtîkayên pişaftinê yên li ser kurdan hatin vegotin û ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn bang hatin kirin. 

MERSÎN 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajar a Mêrsînê, ji bo 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parqa Ozgur Çocûk daxûyaniye da çapameniyê. Di daxûyaniyê de bi zaravayên kurdî yên kurmancî û kirmanckî pankarta “Zimanê me rûmeta me ye” hat vekirin û dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” , “Bijî zimane kurdî” hatin berzkirin û dovîzên “Cejna zimanê kurdî pîroz be” û “Zimanê me hebûna me ye” hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de ji rêveberên HDP’ê Emîn Aksû axivî û li dijî polîtîkayên pişaftinê banga tekoşînê kir û wiha axivî: “Ji bo ku em tevahî qedexeyan bidin rakirin em li malên xwe, li karê xwe, li her qada jiyana xwe bi kurdî biaxivin. Ziman jiyan, nasname û hebûn e.”

Kesên ku tevlî daxuyaniyê bûbûn piştre bi çepik û dirûşman heya avahiyê HDP’a Mêrsînê meşiyan. Piştî meşê li avahiya HDP’ê sînevîzyoan dîroka kurdî hat nîşandan û helbestên kurdî hatin xwendin û dengbêjan kilam gotin. 

Bername bi kilamên ku hunermend Kadîr Çat got û gerandina govendê bi dawî bû. 

ŞIRNEX

Li Şirnexê jî bi minasebeta pîrozbahiya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li Komeleya Çand û Hunerê ya Birca Belek a li navçeya Cizîrê daxuyaniyek hat dayîn. Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş û rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navenda û navçeyên Şirnexê, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Silopiya Adalet Fîdan, Hevşaredarên Cizîrê Berîvan Kûtlû û Mehmet Zirig ku qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin,Hevşaredara Hezexê Songul Erden û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “15’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” hate vekirin û dovîzên wekî “Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî”, “Ez bi kurdî dijîm”, “Zimanekî azad civakekê azad e” hatin hilgirtin. 

Hevseroka Navçeya HDP’ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend. Ecevît, qala dîroka Roja Cejna Zimanê Kurdî kir û Kovara Hawarê vegot. Ecevît, destnîşan kir ku Cejna Zimanê Kurdî bi çoşeke mezin pêşwazî dikin û got ku pirsgirêka herî mezin Pirsgirêka Kurd e û wiha got: “Dewletên serdest ji bo tunekirina ziman, çand û nirxên kurdan hemû polîtîkayan dikin dewrê. Ji bo welatekî demokratîk pewîste zagonên bingehîn ên ku li  pêşiya azadiya zimanê kurdî asteng in, bên sererastkirin. Divê zimanê Kurdî, bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê Fermî.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat kirin û daxuyanî bi dirûşmêyên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê kurdî rûmeta me ye” bi dawî bû.

ÊLIH 

Li Êlihê jî li Parqa Yilmaz Guney daxuyaniyeke bi girseyî hat dayîn. Parlamenterên HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Necdet Îpekyuz jî di nav de gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li gelê kurd pîroz be” û ” “Dar li ser koka xwe, mîrov li ser zimanê xwe şîn dibe” hatin vekirin û dovîzên “Bê ziman jiyan nabe” hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de Parlamenter Îpekyuz û Hevberdevka Nûnertiya Platforma Zimanê Kurdî ya Êlihê Elîf Kivircik axivîn û bal kişandin ser zextên li dijî kurdî û xwestin ku li her qadê kurd bi zimanê xwe biaxivin û zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn. 

SEMSÛR

Li Semsûrê jî Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feratê (Ferat-Der), li Parqa Demokrasiyê daxuyanî da. Hevşaredarê Bajaroka Komirê Erhan Karakaş û nûnerên gelek rexistinên sivîl ên bajar tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevserokê Ferat-Der’ê Kazim Tûrhal axivî. Tûrhal, bal kişand ser zextên li dijî kurdî xwest ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî. 

Piştî daxuyaniyê li Şaxa KESK’ê ya Semsûrê dengbêjan kilam gotin. 

MELETÎ Û DÎLOK

Li Meletî û Dîlokê jî rêxistinên HDP’ê yên her du bajaran ji bo 15’ê Gulanê bername li dar xistin û daxuyanî dan. Li Dîlokê panelek jî hat lidarxistin.

COLEMÊRG

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajar a Colemêrgê jî ji bo 15’ê Gulanê daxuyaniyek da. Gelek endam û rêvebirên partiyê tev lî daxuyaniyê bûn. Jinan jî bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li daxuyaniyê bûn û bal kişandin ser giringiya rojê. Rêvebira HDP’a Colemêrgê Kadîr Şahîn daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku weke HDP’ê ew careke din hemû polîtîkayên qedexekirin û asîmîlasyonê yên li ser zimanê dayikê şermezar dikin û ev tişt got. “Em vê pergalê qebûl nakin. Aşkera ye ku pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê bi însiyatîfên demkî û taktîkî çareser nabe. Em ji xwe bawer in ku em ê vê axa sed sal in bi destê nijadperestan di aliyê çandî û zimanî de hatiye qirkirin û valakirin, ji nû ve ava bikin.”

Piştî axaftinê daxuyanî bi çepikan dawî bû. 

MÊRDÎN

Li navçeyên Artûklû, Qoser û Nisebînê yên Mêrdînê 15’ê Gulanê bi bernameyên cuda bi çoş hat pîrozkirin. di daxuyaniyan de dovîzên “Bê ziman jiyan nabe”, “Perwerdehiya Kurdî mafê meye”, “Kamîya kesî binê zimanê kesî de nimite yo” ve “Dar bi av û tavê zorak bi zimanê xwe mezin dibe” hatin hilgirtin û bi zaravaniyên kurdî kurmancî û kirmanckî pankarta “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” hat vekirin. 

Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîhan Agaoglû, bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê yên li ser kurdî û xwest ku herkes li Kurdistanê bi zimanê xwe biaxive. 

ÎZMÎR

Komaleya Lêkolinên Çand û Ziman a Avestayê, 15’ê Gulanê li Qada Seyranê ya Sarniçê bi şahiyekê pîroz kir. Di şahiyê de govend hat gerandin, pêşbirka zanînê hat lidarxistin û stran hatin gotin. Rêveberê Avestayê Mûstafa Borak axaftineke kurd kir û xwest ku nesla nû bi zimanê xwe biaxive. Piştî axaftinê xwendekarên ku di qada kurmancî û kirmanckî de perwerde girtibûn sertîfaqayên xwe girtin. Şahî bi dûrişmeya “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû. 

DBP Û HDP

Navendên Giştî yên DBP û HDP’ê jî bi daxuyaniyên nivîskî 15’ê Gulanê pîroz kirin û xwestin ku astengiyên li pêşiya zimanê kurdî bên rakirin. 

MA

Exit mobile version