Site icon Rojnameya Newroz

KAMPANYA ÎMZEYAN DEST PÊ KIR: BILA ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ Û PERWEDEHIYÊ

Bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî, li Amedê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û nûnerên partiyên kurd û rêxistinên sivîl ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Di axaftinan nûneran de peyama “roj roja xwedî derketina zimanê kurdî ye” derket pêş. 

Bi pêşengiya Komîsyona 21’ê Sibatê ku ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê di mijara ziman de xebatan dimeşînin, li oteleke navçeya Sûrê ya Amedê, di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê bi civîneke çapemeniyê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Hevserokên giştî yên HDP û BDP’ê jî di nav de serokên giştî yên partiyên siyasî yên kurd, rêveberên Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê, Baroya Amedê, Odeya Bijîjkên Amedê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek zimanzan û rewşenbîrên kurd tevlî civînê bûn. 

Di civînê de destpêkê Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî axivî û bal kişand ser armanca kampanyayê û got mebesta wan ya vê rojê gelek diyar e. Cizîrî diyar kir ku duh ji ber ku qedexe bû nikaribûne kampanyayê bidin destpêkirin û wan bi zanebûn îro hilbijartiye. 

LI SWÊDÊ JÎ KAMPANYA HAT DESTPÊKIRIN 

Cizîrî destnîşan kir ku beriya ew kampanyayê bidin destpêkirin li Swêdê jî piştgiriyek bi wate ji bo zimanê kurdî hatiye destpêkirin û got: “Duh Komeleya Federasyona Swêdê li cem xwe berî me kampanya dest pê kirin e. Ji partiyên cuda 20 parlamenterên Swêdî, kampanya ‘Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî’ dane destpêkirin. Ev jî ji bo me û kampanya me destpêkek gelek baş e. Em bi bawerin wê ev kampanya me li gelek deverên din ên cîhanê jî belav bibe.” 

Cizîrî pişt re mafê axaftinê da hevserok û serokên giştî yên partiyên siyasî. 

Destpêkê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî. Metna daxuyaniya ji aliyê Sancar ve hat xwendin wiha ye: 

“Hûn hemû bi xêr û xweşî hatine, ser seran, ser çavan re hatine. Bi rastî ez îro hem gelek kêfxweş im, hem jî gelek xemgîn im. Xemgîn im çimki, li Tirkiyeyê hîn jî asîmîlasyon dewam dike, talûkeya li ser zimanan dewam dike. Kêfxweş im çimkî qedexe û asîmîlasyon hebe jî, têkoşîna ji bo zimanê dayikê jî heye. Ev cihê serbilindiyê ye. Ez her kesê ku ji bo zimanê xwe têkoşîn dike, bi dil û can pîroz dikim, silav dikim. Bi vê munasebetê jî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya hemû gelan, hemû zimanan pîroz dikim.

ZIMANÊ ME HEBÛNA ME YE

Zimanê dayikê, mefhûmeke wisa ye ku dikare bibe esasê gelek tiştan. Ji bo wê jî ziman bi nasnameyê re, bi hebûnê re bi xwebûnê re tê eleqedarkirin. Wek meseleyeke bingehîn e. Dikare bibe bingeha gelek tiştan. Em îro vê rastiyê li her derê dibînin. Ji bo wê em dibêjin zimanê me nasnameya me ye. Zimanê me hebûna me ye. Belê fîlozofekî mezin dibêje ‘zimanê dayikê ji kitabên gramerê û ji ferhengan nayê elimandin, zimanê dayikê her tim û dawiya dawî ji gotinên mirovan tê elimandin’.

DEWLET ÇAWA NÊZIKÎ KURDAN DIBE, WISA NÊZIKÎ ZIMANÊ WAN JÎ DIBE

Ev tiştê ku ev fîlozof behs dike, îro rastiya zimanê dayikê careke din derdixe pêşiya me. Wekî hûn dizanin, ez Ereb im, ez bi xwe zimanê xwe ji kolanan û ji nav malê elimîm. Ez Kurdî jî ji kolanan elimîm. Ez ji mekteban, ji zanîngehan neelimîm Kurdî. Ne tenê ez, gelê Kurd jî zimanê xwe ji nav mala xwe, ji kuçe û kolanan dielime. Gelên din jî, Ereb, Siryan, Laz, Çerkez jî zimanê xwe ji mekteban, zanîngehan naelimin. Yanî dewlet çawa nêzikî Kurdan dibe, wisa nêzikî zimanê wan jî dibe. Polîtîkayeke yekpare dimeşîne.

POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ EV WELAT KIRIYE WEK GORISTANEKE ZIMANAN

Mirov zimanê dayikê ji gotinan dielime, lê lazim e ew ziman di qanûna esasî de bê naskirin û qebûlkirin. Zimanê ku wek fermî neyê naskirin, ew ziman nikare xwe biparêze. Zimanê dayikê neyê naskirin û qebûlkirin, ew ziman nikare bijî. Ev rastiyek e. Kurd zimanê xwe ji kitabên gramerê naelimin, ji gotinan, ji bav û kalên xwe dielimin, lê mixabin îro talûkeyeke mezin li ser zimanê wan heye. Ne tenê li ser Kurdî, li ser gelek zimanan heye. Polîtîkayên asîmîlasyonê ev welat kiriye wek goristaneke zimanan.

DIVÊ KURDÎ DI QANÛNA BINGEHÎN DE BÊ NASKIRIN Û QEBÛLKIRIN

Ji ber polîtîkayên çandkujî û zimankujiyê mixabin ji bo zarokan transfera zimanî gelek zeîf bûye. Ji bo wê jî gerek temînata qanûnî ji bo zimanan hebe. Gerek zimanê Kurdî di qanûna bingehîn de bê naskirin, qebûlkirin. Gerek hemû qedexe, astengî û bendên li ber Kurdî bên rakirin. Gerek zarokên Kurd zimanê xwe ji mekteban, ji zanîngehan jî bielimin. Ev mafekî esas e, mafekî mirovî ye, mafekî gerdûnî ye.

Belê me gotibû zimanê dayikê ji bo mirovan ne tenê zimanek e. Ew ziman hem nasnameya wî, hem hebûna wî hem jî xwebûna wî ye. Zimanê mirov tesîreke mezin li ser fikra mirov dike. Zimanê mirov parçeyekî tabîî yê mirovan e. Ji bo wê dibêjin “zimanê dayikê wekî çermê mirov e, zimanên din jî wekî cilûbergê mirov e”. Loma jî jiyan û fikra mirov di nav zimanê mirov de ava dibe.

UNESCO DIBÊJE KU MAFÊ HER KESÎ HEYE KU BI ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ PERWERDE BIBE

Belê mêvanên ezîz, îro 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Ev roj, ji bo têkoşîna zimanê dayikê rojeke tarîxî û sembolîk e. Di sala 1952’yan de gelê Bengalê xwest ku zimanê wan bê naskirin, qebûlkirin. Ji bo azadiya zimanê xwe, derketin kuçe û sikakan, dengê xwe bilindkirin. Lê ev daxwaza wan a însanî, qanûnî û heq nehat qebûlkirin. Êriş û zilmeke mezin li wan hat kirin, gelek kes hatin kuştin. Di sala 1999’an de UNESCO’yê ev berxwedan û têkoşîna gelê Bengalê esas girt û ew roj wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê qebûl kir. Ev biryara UNESCO’yê dibêje ku mafê her kesî heye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibe. Gelek qanûnên navneteweyî dibêjin ku gerek zimanê dayikê bê parastin.

Li cihekî qedexe hebe, li wê derê berxwedan jî heye. Li cihekî astengî hebe, li wê derê têkoşîn jî heye. Ji bo wê ez xîreta we, xebata we û têkoşîna we ya ji bo zimanê dayikê pîroz dikim, silav dikim. Daxwazên we, daxwazên me ne jî. Em jî dibêjin zimanê Kurdî nas bikin, perwerdehiya bi zimanê dayikê qebûl bikin. Em jî dibêjin bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Zarokên Kurdan bê zimanê wan ê dayikê nehêlin.

EM HDP JI BO KURDÎ AMADE NE

Zimanê Ehmedê Xanî, Melayê Cizirî, Ehmedê Xasê, Siyahpûş û Mestûre Xanimê emanetî me ye. Qelema Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Mehmed Uzun, Arjen Arî li erdê neketiye. Têkoşîna wan a ji bo zimanê Kurdî, îro jî dewam dike. Di vê têkoşînê de ez serkeftinê ji her kesî re dixwazim ku ji bo zimanê xwe têkoşîn dikin. Em HDP em jî ji bo Kurdî amade ne. Me jî dest bi perwerdehiya Kurdî kir. Mesûliyetên me gelek in. Înşallah em ê bi hev re têkoşîna ji bo zimanên xwe bilind bikin. Înşallah em ê bi hev re bi ser bikevin. Ez gelek spas dikim ji bo we, bi rastî jî gelek kêfxweş im ku îro li vê derê bi we re me. Spas û serkeftin.”

MÛSTAFA OZÇELÎK: ZIMANÊ KURDî TUNE TÊ HESIBANDIN

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mûstafa Ozçelîk jî di civînê de axivî. Ozçelîk, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser nêzikbûna dewletê ya li hemberî krudî û diyar kir ku zimanê kurdî qedexe ye û tune tê hesibandin û wiha got: “Li parlamentoyê zimanê kurdî weke zimanê nayê zanîn tê hesibandin. Êrişî kurdî û perwerdehiya kurdî dikin.”

Ozçelîk, destnîşan kir ku kampanya didin destpêkirin girîng e û ev tişt got: “Gava me gaveke girîng e. Divê em gelek hesad bin. Kîjan hêl, ol, partî, jin, mêr dibe bila bibne divê em bikin ku kampanya me bibe kampanya milyonan. Em ne di şertên wekehev de kampanyayê didomnîbn.Em û aliyên dewletê ne wek hev . Bi desthevdana hev em dikarin dengê xwe bigihînin Cîhanê.”

Ozçelîk bal kişand ser xwedî derketina ziman û ev tişt anîn ziman: “Divê em li deriyên kurdan jî bidin. Divê em zimanê kurdî bikin zimanê jiyana rojane û zimanê esasî. Niviyê gelheya kurd bi kurdî nizanin. Bi esasbûna zimanê kurdî kampanya dikare wateya xwe bibîne.”

AYDENÎZ BI ZARAVAYÊ KIRMANCKÎ DAXUYANÎ DA 

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî bi zaravayê kirmanckî (zazakî) axivî û bal kişand ser girîngiya ziman û çanda kurdî. Aydenîz banga xwedî derketina zimanê kurdî kir û xwest her kes piştevaniyê kampanyayê bike. 

BOZYEL: HÊZA HERÎ MEZIN ZIMAN E

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîstên Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî diyar kir ku ziman hêza herî mezin û xurt a kurdan e û wiha got: “Ziman hêzeke rewa, demokratîk, meşrû mirovî ye. Wezîfeya me ye em dewlemendiya zimanê xwe bigihînin nifşên nû. Tu kes hêz, dewlet û artêş nikare pêşiya ziman bigire. Zimanê kurdî zimanê 50 milyon kurd ê qedîme.”

Bozyel, got weke partiyên siyasî dibe ku ew di gelek mijaran cuda bifikin lê ziman dikare wan bîne cem hev û wiha pêde çû: “Divê em pir girîngiyê bidin kampanyayê û bi demê sînor nekin. Xebata ji bo ziman ji xebata azadî û demokrasiye ne cudatir e. Em kampanya bikin kampanya neteweyî. Wê ev xebat bandorê li beşên din ên Kurdistanê jî bike. Divê beşên din jî vê bikin rojeva xwe û piştgiriya kampnayayê bikin. Heta ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerrdeyê divê em xebatên xwe yên ji bo ziman bidomînin.”

AŞTÎ: ZIMANÊ ZIKMAKÎ PÎROZ E

Serokê Partiya Azadiyê Ayettûllah Aştî jî destnîşan kir ku di qûranê de pîroziya zimanê zikmakî heye û têkildarî xemsariya oldaran a ji bo zimanê zikmakî ev tişt gotin: “Ola îslamê ji bo perwerdekirinê ye. Li ser navê îslamê heqerat tê kirin. Neqebûlkirin û qedexeya zimanê kurdî zilm e. Nûnerên olî divê vê bibînin û bînin ziman.” 

BÛCAK: BIBE SEDEMA TIFAQA NETEWEYÎ

Ji Platforma Demokratên Kurd- Bakur (PDK-B) Sertaç Bûcak jî diyar kir ku piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê hatiye xwestin zimanê kurdî bi siyaset û pişaftinê bê kuştin û nêrînên xwe yên ji bo kampanyayê wiha anîn ziman: “Kampanya kampanyayeke mezin e. Em hêvî dikin ku ev a gava girîng bibe gaveke mezin û sedema tifaqa neteweyî.”

KAMAÇ: ZIMAN HÊLÎNA HEBÛNÊ YE

Serokê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Mehmet Kamaç jî da zanîn ku pişaftina li ser zimanê kurdî ji her demê zêdetir bûye û wiha got: “Ziman hêlîna hebûne ye. Heke zimanê neteweyekê ji holê rabe ew netewe jî ji holê radibe. Xebata li ser ziman pir pîroz e. Parastina ziman, parastişna nasnameya neteweyî û çandî ye jî. Em ji bo perwerdeya zimanê kurdî destûr naxwazin. Divê qedexeyên li ser ziman ên ji aliYê dewletê ve bên rakirin.”

ÇÎFTYUREK: YEKITIYA LI SER ZIMAN HAVÎNÊ YEKITIYA KURDISTANÊ YE

 Serokê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî di destpêka axaftina xwe de spasiya kedkarên zimanê kurdî kir û têkildarî kampanyayê ev tişt anîn ziman: “Gelek girîng e ku li bakurê Kurdistanê xebata parastina zimanê kurdî tê destpêkirin. Yekitiya li ser ziman havevyna yekitiya Kurdistanê ye. Em vî çavî li mijarê dinerin. Dewleta dagirker ji bo kurd ji holê rake şer û jenosîdê pêk tîne û pişaftina ziman û çandê dike. Divê em bi milyonan zextê li dewleta tirk bikin.

PIŞTÎ CIVÎNÊ MEŞ LI DAR XISTIN 

Piştî civînê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl heta semta Balikçilar Başi ya li Sûrê meşiyan. Li ser rêya meşê welatiyan bi çepikan û lîlandinê şandeyê pêşwazî kirin. Nûneran roja ziman li welatî û esnafan pîroz kirin û maskeyên nivîsên kurdî li serê nivîsandîbûn belav kirin. Nûner pişt re jî hatin ber Mizgefta Mezin û daxuyaniyek kurt dan û meşa xwe bi dawî kirin. 

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li ber Mizgeftê axaftinek kurt kir û got: “Em ji bo zimanan hemû edaletê dixwazin. Em ji bo zimanan hemû vê rojê pîroz dikin.”

MA

Exit mobile version