Site icon Rojnameya Newroz

JOYCE BLAU 92 SALIYA XWE DE ÇÛ SER DILOVANIYA XWE!..

Prof. Dr. JOYCE BLAU

Nivîs: Abuzer BALÎ HAN*

Prof. Dr. JOYCE BLAU
(18. 03. 1932-25.10.2024)

-Prof. Dr. JOYCE BLAU û Prof. Dr. JEMAL NEBEZ-

LI EWRÛPA HIN ÇAVKANIYÊN KURDOLOGIYÊ

Zimanzan Joyce Blau bi karûbarên xwe di nav Kurdan de baş dihat nasîn. Ew hem şahreza, zîrek  û sempatîk bû. Bi ew rewşa xwe di nav Kurdan de zûtir hate hazkirin û hate pejirandin…

Ew di sala 1932 an de li paytaxtê Misirê ji dayîka xwe bûye. Zaroktiya wê li Misirê derbas dibe.

Ew li Fransê dema Prof. Dr. Kamuran Bedirxan nasî şunda bala wê zêdetir li ser Kurd û Kurdistanê pêşda diçe. Joyce Blau di Enstîtuya Netewî ya Zimanên Şaristanî yên Rojhilat de wek mamostetî kar kirye. Paşê li Parîsê dibe xwendekara Kamûran Bedirxan. Prof. Dr. Joyce Blau, ew hem aliye çandî de, hemjî di aliye rêzanî de alîgir û dosta Kurdan bû! Min jî ew di nav çeyrek sedsala dawî de  bi berhem û bi nameyan nasi.

Xwedina min heya destpêka 1970 yî Turkolojî bû. Dema ez hatim Elmanyê min li gel Prof. Dr. Jemal Nebez dest bi Kurdologiyê û zimanê Farisî kir şunda gelek Kurdolog jî min ewna rûbirû nasîn. Ji wana yek zimanzan Joyce Blau û Mamoste Jemal Nebez bû. Her çiqas Jemal Nebez Kurdolog bû jî wî wê demê Farisî û Zimanê Erebî jî pir baş dizanî û dersên zimanan dida xwendevanên Ereb, Filîstîn û Farisan! Mamoste Jemal Nebez mirovekî pir zîrek bû. Bi Elmanî doktoreya xwe ya li ser “Der kurdische Fürst MĪR MUHAMMAD AL-RAWĀNDIZĪ -MĪR-Ī KŌRA-“ amade kjirî bû. Wî zimanê Îngîlîzî dema wek mufetîşê dibistanan li Kurdistana Başûr di navbeynê salên 1950-1954 an de dema kar dikirî wek zimanê Kurdî zikmakî baş hîn bûyî bû…

Ji bo Rojnameya Newroz pir salan bere hatî bû xwestin ku pê re hevpeyvînekê çêbikim. Paşê jî ew nivîs bi zimanê Tirkî min wergerand Tirkî. Wî bi min re got: “Dema tu nivîsê rêbike, pêş rêkirinê ez dixwazim bibînim!” Ew nivîsa Tirkî Mamoste Nebez du caran li gor xwe serast kir! Paşê min jê pirsî: Mamoste te digot ez Tirkî nizanim! Bersiva Mamoste ûsa bû:” Ez ewqas jî zimanê Tirkî dizanim. Ji ber ku Zimanê Osmanî bêjeyên xwe nîvî Kurdî ye. Nîvê dîn jî Farisî û Erebî ye!”…

Ji bo van agahiyan ez dibêjim Kurdologê herî mezin Feylezof (Pîtol) Prof. J. Nebez bû!.. Lê karên mamosteya hêja Prof. Dr. Joyce Bleu yên ji bo Kurdologiyê kirin jî nayên birkirin!..

Di destpêka salên 1970 yî de pirtûkên Kurdî li dervayî welat jî gelek hindik bûn! Navên zarokên Kurd ji aliye balyozxaneyên Tirk va dihatin qedexe (yasax) kirin! Hêdî hêdî li gel Komela Xwendevanên Kurdistanê (KSSE-AKSA) komelên karkirên Kurd jî di wan salan de li seranserê Ewrûpa saz dibûn!.. Dema Federasyona Komelên Karkirên Kurdistan li Elmanya Federal ya Rojava û Berlina Rojava (KOMKAR) hate demazrandin şunda bi amade kirinain min “Navên Zarokên Kurd” di nav weşanên Komkarê de hate weşandin. Ew pirtûk ji bo ciyê resmî yên Elmanan hate rê kirin. Dû wênê bi şablonan Alfabeya Kurdî ya ku heya îro 7 caran hatî weşandin ji bo zarokên Kurd li Elmanyê hate amade kirin. Hwh. gelek broşür û pirtûkên zarokan li dû hevûdû hatin weşandin û belav kirin…

Dema min Joyce Blau di konferansa Bedirxaniyan ya Berlinê bûyî (2006) de dît, min xwe pê daye nasîn!.. Dema navê min wek Kurdolog A. BALî bîhist wê weku mirovek zû de min dinasî  bi karên min kirî  agahdar û pêhesiyayî bû…

Li Ewrûpa cara yekem ku li ser ziman û rêzimana Kurdî ji Maurizio Garzonî (1730–1790) bigir heya Ferdinand Wilhelm Jacob Justi (2.7.1837 Marburg-17. 02. 1907) li ser zimanê Kurdî karên zanistî û hêja hatine kirin. Konsolosê Ûris Alexandir Jaba dema li Erzorumê kar dikirî wê demê Mehmûdê Bazîdî ( 1797-1859) nasiye. Bi alîkariya wî destnivîsên Kurdî yên kevn komkirine û şandine Akademiya Qiraltiya Ûris ya Petersburgê… Ew berhemên giranbûha îro li wêderê tene parastin…

Di roja me de îro li Parîsê, London, Lenîngrad, Moskow, Erîvanê û li Berlinê Kurdolojî salan vir de têye xwendin û li ser zimanê Kurdî lêkolînên hêja hatine amade kirin! Bes li Sovyeta kevn nêzîkî 130 doktoreyên zanistî li ser çand, ziman û dîroka Kurdistanê hatine amadekirin. Prof. Dr. Qanadê Kurdo, Prof. Dr. Haciyê Cindî, malbeta Ordîxanan û bi dehan pisporên zimanê Kurdî karen hêja pêk anîne.

Îro li Kurdistana Başûr li Zanîngeha Silemaniyê, ya Selahaddîn, Hewler û li Zanîngeha Duhokê û zanîngehên Kurdistanê bi sedan karen Kurdologiyê têne amade kirin.

Çendek salin ku li Kurdistana Bakur jî beşên zimanê Kurdî hatine vekirin. Li Mêrdînê Zanîngeha Artukî, Li Çabakçûrê (Binbgol), Li Zanîngeha Muşê û li Dêrsimê Zanîngeha Munzurê û Zanîngeha Amedê de beşên ziman û çanda Kurdî vebûyîne! Kurdî xwendin hêdî hêdî li seranserê cîhanê bilav dibe û têye xwendin!.. Li gor hin agahiyên zimanzanan zimanê Kurdî bi dewlemendiya xwe di nav zimanên cîhanê yên dewlemend de di rêza heyştan de ciyê xwe digire!..

Prof. Dr. Joyce Blau, salên  xwe yên dawî de karen xwe bi Înstîtuta Kurd Ya Parisê re dimeşand û karen hêja ji bo Kurd û Kurdistanê pêk anîn. Hinek di bin bandora birêz Kendal Nezan de wê jî dixwest ku  Zaravayê Zazakî ji Kurdî dûr bixe! Karên wûsa li Elmanyayê jî dihatin meşandin! Dema alikarên ew projeya ku li dijî Kurdan dihat meşandin da hin navên li dijî yeketiya Kurdan radiwestin jî di aliyê darayî (pere) de jî alîkarê  vê proje bûn! Dayîn û standina min ji bo vê hinek bi mamosteya hêja re hatî bû rawestandin. Wê projeyê giraniya xwe gihandî bû Zanîngeha li Dêrsimê bi navê Zanîngeha  Munzurê jî… Ji ber ku li vira Beşê Zimanê Kurmancî vekirinê de asteng hatin derxistin. Ew astengana ji bo nivîsek cûda pêwiste ku mirov li ser raweste!..

Lê berpirsiyarên Înstîtuta Kurd Ya Parisê bi pêşengiya birêz Dr. Kendal Nezan, Dr. Joyce Bleu û hevkarên Înstîtûtê va ji bo Kurd û Kurdistanê pir karen hêja pêk anîne! Ewna di dema Serok Komarê Francê François Mitterrand (1916-1996) û Xanima Wî Danielle Mitterand (29.10.1924-22.11.2011) re hevaltiya wana nêzîkî Kurdistanê kirin û gelek jî alîkarî standin. Dema Mehdî Zana şahredarê Amadê bû, tê bîra min ku  bajarê Parisê 25 Bus diyarî şehredariya bajarê Amedê kirî bûn…

Prof. Dr. Joyce Bleu di civînek Înstîtuta Kurd Ya Parisê de
Ji aliye wê yê rastê rehmetî Prof. Dr. Kadri Yildirim,
di aliye wê yê  çepê de Dr. Kendal Nezan û rêvabirên Înstîtûtê

Weku ez dizanim bursên Înstîtuta Kurd Ya Parisê dide xwendekarên Kurd her berdewam dikin. Înstîtuta Kurd ne wek partî lê belê wek saziyek çandî û rêzanî (siyasî) xwedanê karên hêja ye!..

Prof. Dr. Joyce Bleu karên wê yên bi  Înstîtuta Kurd Ya Parisê ve hatin amade kirin tûcaran nayên ji bîrkirin! Rihê wê şad û ciyê xwe bila behişta Xwedê be!..

*Kurdolog

Cotmeh-2024

Exit mobile version