Abuzer Bali Han li Kurdistana Bakûr di sala 1940 da ji dayîka xwe bûye. Li gundê Gurê zaroktiya wî derbas dibe. Di wê demê da li gundê wî dibistana seretayî nîn bû. Di navbeynê de nîv sedsal derbas bû ye, îro jî li wî gundê dibistana hatî ava kirin de mamoste lê nîn e. Li gundê cinar dibistana seretayî qedand şûnda dibistana navîn û dibistana amadehiye di sala 1963’an de qedand. Sala dibistana amadehiye (Lîse) qedand dest bi karmendtiyê kir. Li gel karê karmendtiyê li sala 1972’an de li Zanîngeha Enqerê, beşê ziman û wêjeyê tewaw kir şunda ew dest bi mamostetiya dibistana amadehiye dike.
Zilm û zordariya nijadperestiya Tirkan ya wê demê li ser şoreşger û neteweya Kurd roj bi roj zêdetir dibû. Ji bo sedema çend bûyeran ew ji kar hate avêtin. Di sala 1973’an de li ser bîryara bête girtin, ew derket çû Ewrûpeyê. Qasî salekê li Ewrûpa ma şunda, li gor mercên wê demê hikûmatekî nû bi zirûfên gelerî xwe nîşan dida hat li ser rêvaberiya Tirkiyê û serok wezîrê wê demê gazî mamhosteyên derketin dervayî welat dike. Li ser vê gazî kirinê Abuzer Bali Han dest bi diktoreya pê kirî berdide, vedigere welat û dîsa dest bi mamostetiya wêjeyê dike. Destûra havîna sala 1976’an, ji bo du mehan ew diçe Elmanyê. Li Elmanyê meqamên Tirk pasaporta wî jê distînin. Paşê jî neheqiya herî mezin wînî ji hemwelatiya Tirkiyê derdêxin. Wê demê şûnda qasî bîst salan ew nikare biçe welatê xwe yê şîrîn Kurdistanê bibîne.
Li Elmanya ji bo zarokên beyanî ew dibe dersdar. Li revra jî di Zanîngeha Berlînê ya Azade Polîtologî (Rêzanî) dixwîne û di sala 1983’an de wê tewaw dike. Di wê zanîngehê de li ser rewşa Kurdan çend semîneran jî dide. Li wê zanîngehê, beşê Îranîstîk de dest bi diktoreya li ser mijara “Rêzimana Kurdî” dike. Ew karê zanistî li sala 1992’an de li Stenbolê di nav weşanên Alan Yayınevi” de tê çap kirin. Di Zanîngeha Enqerê de dema zimannasî (Lînguîstîk) dixwend ew fêrî zimanê Farisî, Moxolî, Ezerî û Fransizî jî dibû. Dema diçe Elmanyê ew hînî zimanê Elmanî jî dibe. Li ser Zaravayên Kurdî û Alfabeyên Kurdî lêkolînên zanistî pêk tîne, seminar û konferansan de beşdar dibe, diaxive…
Dema ew tê dervayî welat Komela Xwendekarên Kurd (KSSE Û AKSA) dinase. Di nav refên komelê û di rêvabiriya giştî de ciyê xwe digire. Kovara Dengê Xwendekarên Kurdistan der tîne û diweşîne. Di dawiya sala 1979’an de cara yekemîn komela karkerên Kurd li dervayî welat wek federasyon (KOMKAR) li Elmanyê saz dibe. Ew jî di nav rêvabirên saziyê de ciyê xwe digire. Ew endametî û kar û barên wî yên ramyarî dibe sedema dadgeha Enqerê li dijî wî doz (dawe) vebike. Lê wê demê Kurdên ramyarî gelek hindik bûn. Kurdên xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî bi tîpên Latînî dizanîn jimara wan ne bilind bû. Li Ewrûpa kovar û rojnameyên Kurdî bi karên ew rojên teng de dest pê kir. Kurdên zana û welatparêz di dest pê kê de gelek hindik bûn. Roj bi roj ewna pir bûn, dengê Kurdan li cîhan dane nasîn û dane bihîstin…
Gotar û lêkolînên Abuzer Bali Han di gelek rojname û kovarên Kurdî de hatine weşandin. Wînî li ser gotinên pêşiyan, li ser lêkolîna navên zarokên Kurd û fêhrhenga Kurdî ya ansîklopedîk bi salên dûr û dirêj karê xwe berdewam kirye û her berdewam dike…
Abuzer Bali Han dît ku, dema welatê mirov azad nebe, ew li Ewrûpe jî bijî, hemî dinê ji bo mirov dibe girtîgeh û zindan. Wî û hevalên wî dizanîn ku azadbûna wan, bi azad bûna gelê wan ve girêdaye!..
Wî, Cigerxwîn û Osman Sebrî nas kir şunda li ser şopa wana meşîn ji xwe rê kire armanc. Ew bi kar û barê wana serbilind bû. Ji bo vê jî hilbijartina heyş dîwanên Cigerxwîn û bi wergerandina Zimanê Tirkî pirtûka bi navê Kîne Em amade kir û li Stenbolê li pey hevdu du çap di salên 1991 û 1992’an de di nav weşanên Pelê Sor de hatin bilav kirin. Dîwana tekoşerê ne mir ya Osman Sebrî di saxiya wî de bi alikariya wî cara yekemîn amade bû û li paşmirîna wî li Swêdê sala 1998’an di nav weşanên apek de hate weşandin. Çapa dîwanê ya duwemîn di sala 2005’an de, bi sed saliya hatina wî ya dinê de li Berlînê carek din hate çap kirin û hate weşandin.
Osman Sebrî û Cigerxwîn ew herdu helbestvanên Kurd yên gewre bandorek mezin li ser jiyana Abuzer Bali Han kirin. Ji bo nasandina her du helbestvanan wî gelek seminer û gotar nivîsin û ewna dan weşandin. Di dawiya salên saxiya helbestvanên nemir de, wana ji wî rê gotî bûn: „Em dizanin Kurdistanê çê be! Lê belê belku em nebînin!..“ Lê rastî jî wana azad bûna Kurdistana Bakûr nedîtin. Lê karê wana ji bo Kurdistanê kirî, Kurd tu caran bîrnakin.
Abuzer Bali Han di rêya helbestvanên Kurd yên nemir û yên îro di nav gelê xwe de bi serbilindî dengê xwe bilind dikin de dimêşe û wana ji xwe re pêşeng dibîne.
Berhemên Abuzer Bali Han yên heya îro hatin çapbûyî ev in:
- Berevoka Helbestvanên Kurd, weşanên Komkar, 1982
- Alfabeya Kurdî, weşanên Rê, çapa yekemîn 1982, çapa duwemîn weşanên Rê, 1983, çapa sêyemîn, weşanên Komkar, 1983, çapa çaran weşanên Înstîtûta Kurdî li Elmanyê, 2003
- Gurê Har û Heft Kar, çîrok, weşanên Rê, 1983
- Hawar, helbest, weşanên Rê, 1983
- Sebra Di Veşartgehê De, weşanên Rê, 1984
- Kurdisch-Deutsch Fibel, weşanên Senetoya Elman, 1985
- Jiyana Lenîn, weşanên Rê,
- Klama Rê, Tosinê Reşîd, Helbest, Kurdî-Tirkî, weşanên Rê
- Navên Kurdî/Kurdische Namen, weşanên Komkar, 1990
- Rêzimana Kurdî, weşanên Alan Yayınevi, 1991, Stenbol
- Kîne Em, Cigerxwîn, Helbest, Kurdî-Tirkî, weşanên Pelê Sor, 1992, Stenbol, Çapa duwemîn, 1993, Stenbol
- Antolojiya Helbestvanên Kurd, weşanên Pelê Sor, 1992
- Gotinên Pêşiyan ên Kurdî, Kurdî-Tirkî, weşanên Pelê Sor, 1993
- Dîwana Osman Sebrî, weşanên apec, Swêden, 1998, Çapa duwemîn, weşanên Evra, Almanya 2000, Weşanên Rê, 2008, Çapa Sêyem
Çavkani:Wikipediya Ensîklopediya azad