Site icon Rojnameya Newroz

JI MALÊN XWE DERKEVIN!HÛN Ê BÊN KUŞTIN

Ji bo navçeya Sûra Amedê saet û nîvek mohlet hate dayîn û gotin: ‘Heke hûn ji malên xwe dernekevin hûn ê bên kuştin.

©
Amed — Walîtiya Amedê mîna polês û leşkerên Tirkiyayê dest bi zordestiyê kir. Walîtiyê îro ragihand ku divê kurdên Sûrê ji malên xwe derkevin. Wekî ku polês û leşker kuştinê li ser wan ferz dikin Walîtiya Amedê jî koçberî mecbûrî li ser kurdên Sûrê ferz kir.

Îro Walîtiya Amedê ragihandiye, kesên ku bixwazin ji Sûrê derkevin dê ji bo wan korîdorekê vekin. Lê gorî daxuyaniya Walîtiya Amedê, korîdor dê îro danê êvarê derdora saet 15:30 heta 17:00 bi dema Amedê, were vekirin.Şerekî giran li Sûrê berdewame, helîkopterên leşkerî li ser Sûrê digerin û dengên tankan jî tê. Tirsa gelê Amedê ew e ku helîkopterên şer Sûrê bidin ber top û bombeyan.

Piştî vê ragihandina Walîtiyê gelê Sûrê ketê nava tirsê û dibeje: ‘Gelo em dernekevin dewleta tirk dê çi bîne serê me û gelo ew dê malên me bombabaran bike?

Nêzîkî 3 mehan e navçeya Sûrê ya Amedê ji aliyê hêzên tirk ve hatiye dorpêçkirin û şerekî giran di navbera wan û şervanên kurd de heye.

Her çiqas Sûr hatibe valakirin jî, derdora 200 sivîlî li wir dorpêçkirî mane; ji ber şerê ferzkirî nikarin derkevin derve û pêwistiyên xwe peyda bikin.

 

 

Exit mobile version