Site icon Rojnameya Newroz

JI BO GIRTINA HDPÊ DOZ HATIYE VEKIRIN

Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî ê Dadgeha Bilind bi daxwaza girtina HDPê di Dadgeha Qanûna Bingehîn de doz vekiriye. Îdianameya derbarê HDPê de şandiye Dadgeha Qanûna Bingehîn.

Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî ê Dadgeha Bilind bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) di Dadgeha Qanûna Bingehîn de doz vekiriye.

Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî ê Dadgeha Bilind daxuyaniyekî nivîskî daye û tê de destnîşan kiriye ku di 90em xala Qanûna Partiyên Siyasî û di serxala 68/3em de partiyên siyasî çalakiyên xwe divê di çarçoveya hukmên qanûnê û Qanûna Bingehîn de birêve bibe.

Di daxuyaniya Şahîn de weha hatiye gotin:

“Rêvebir û endamên HDPê bi gotin û kirdarên xwe li dijî qaîdeyên hiqûqa gerdûnî û demokratîk tevgeriyane. Bi rêxistina terore PKKê û rêxistinên girêdayî wê re tevgeriyane. Hatiye fêmkirin ku endam û rêvebirên HDPê bi gotin û kirdarên xwe têkdan û jiholêrakirina yekparçeyiya dewletê kirine armanc. Bi daxwaza girtina partiya navborî di Dadgeha Qanûna Bingehîn de doz hatiye vekirin.”

Dadgeha Bilind du hefte berê lêkolîn dabû destpêkirin

Dadgeha Bilind di 2ê Adara 2021an de derbarê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) de lêkolîn dabû destpêkirin.

Buroya Partiyên Siyasî a Serdozgeriya Dadgeha Bilind ji Serdozgeriya Komarî a Enqereyê îdianameya Kobanê li gel pêvekan xwestibû. Di îdianameya Kobanê de Selahettîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevserokên Giştî ê HDPê yê berê jî di nav de 108 kes tê dadkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî a HDPê jî di nav de derbarê 9 parlamenterên HDPê de fezleke hatibû amadekirin.

(EKN/AY)

BİANET

Exit mobile version