Site icon Rojnameya Newroz

JI BO GELÊN HERÊMÊ, JI BO KARKER Û GELÊN BINDEST ÊN CIHANÊ

Partîya Komînîsta Kürdîstanê –KKP´ê Kongireya xwe ya Giştiya Asayî ya 7´emîn li dar xist û li ser mijarên rojeva xwe û li ser rewşa dawiyê ya cihanê û welatê me rawestiya.

Cihana me, pêvajoya jinûveparvekirina rûyê erdê ya ku ji aliyê hêzên mezin ve tê meşandin, dijî. Hêzên sereke yên emperyalîst di radeyeke tirsnak de xwe biçek dikin. Ji derî axên hevalbendên emperyalîst ên rojavayî, dawî li şerên ku tên meşandin nayê.

Erdnîgariya berfireh ya Afrîka û Asyayê vegeriyayê ciyê mehşera ku nexweşî, şer, şerên navxweyî yê hevdûxeniqandinê. Di van herêman de mirin pêgermokê digerîne, li her derê şîreşir xwîn dirije, gund û bajar di bin barana bombeyan de wek agir û pêt dişewitin. Di serî de li welatê me Kurdistanê li axên nifirlêbûyî(lanetî) yên cihanê qiyamet radibe. Ji ber şer û sefaletê koçberiya qewman a nû bi mîlyonan mirovên Asyayî û Afrîkayî ji bo ku xwe bighêjînin Bihuşta Ewropayê, dikevin ser rê û dirban. Behra Spî veguheriye derya tofanê ya ku Keştiya Nuh li ser digeriya. Yên ku nikaribin xwe bigihêjînin vê keştiyê, di kûrahiya avê de wenda dibin. Yên ku ji aliyê Behra Spî ve neyên daqultandin jî, li ber burcên kela Ewropayê leqayî bayê kur tên û bi şûn ve ber bi cihên jê hatine ve tên libakirin.

ÇIMA?

Her tişt ji bo çavçilûsiya komeke piçûk a talana dewlemendiyên cihanê ye! Her tişt ji bo ku komeke neteweyên emperyalîst hemû nift û madenên cihanê, hemû serwetên xwezeyî yên serzemîn û binzemînên cihanê bi awayeke egoîst talan bikin, e!

Dinya roj bi roj gêrrî nav newekheviyên kûrtir, nakokî, dizî û pevçûnên nediyar dibe. Karesata di navbera kulmek welatên emperyalîst û gelên cihanê yên hejar de, di navbera kêfdariya komeke dewlemend û sefaleta piraniya şênayiya Cihanê de her diçe kûrtir dibe. Nakokiyên civakî yên di navbera welatên metropolên emperyalîst de jî, her diçin mezintir dibin. Di nav van welatan de dijminatiya biyaniyan, nijatperestî, şoventî û neo-faşizm her diçe zedetir dibe û rejîm her diçin destpotir dibin.

Lidijderketina proleterya enternasyonalîsta cihanê ya vê serberdayiyê gelekî girng e. Pêvîst e, karkerên cihanê û gelên bindest careke din erka pelişandina emperyalîzmê hildin ser xwe.

GELÊ KARKER, GUNDÎ Û DOSTAN!

-Rewşa Welatê me Bakurê Kurdistanê dehşetnak e:

Dewleta Komara Tirkiyê ji bo ku gelê me bîne juniyan û welatê me bêdawî binbandor bike, 9 mehe ne bi awayekî hovane êriş dike. Kurdistanê beş bi beş kambax dike. Dewleta Koamara Tirk xendeqên hatine kolan û îlankirina xweseriyên demokratîk bihane dike û bi hemû hêzên xwe diçe ser bajarên me. Dor li bajar û taxan tê girtin. Gelê me di bin agirên çekên arteşa tirk de û qedexeyên derketina kolanan, an canê xwe dide, an jî mecbûrî koçkirinê dibe. Bajarên me yên ku di bin postalên tirk yên bi xwînê boyaxkirî, de hatine hilciqandin, vediguherin bajarên xeyalet ên ku tê de ti giyaniyek nemaye.

Tirk ti rêzikên şer ên navneteweyî nasnake. Li zaro, jin kal pîran napirse û qetil dike. Leşker û mîlisên tirk di bin parêzkariya siwana dewletê de sûcê mirovahiyê pêk tînin. Bi dehe û sedan mirovên me di bodroman de bi xweşî hatin şewitandin. Termên jinên me yên şilftazî bi awayekî bêfedî û bêexlaq hatin teşhîrkirin û di medya civakî de hatin nîşandan. Dîmenên şilftazî yên mêrên dîlgirtî hatin weşandin. Li diwarên oedeyên razandinê, li ser neynikan gotinên qirêt ên bêexlaq û durişme hatin nivîsin. Her çi qas dewlet bi vaca(mantixa) „Kurdê herî baş, kurdê mirî ye“, tevbigere jî, lê berê terora xwe ya xwînrij û êrişên xwe yên qirkirinê bi giranî daye ser tax û bajarên ku gelên me yê herî feqîr û proleter ên lê dijîn. Taxên ku proleter lê dijîn dorpêç kir û ji derûdorê îzole kir, di van taxan de xwest nifşa proleter a civan a ku li ber xwe dida, tune bike.

Polîtîkaya Dewleta Tirk ya şer û tunekirinê, ya li dij gelê me dimeşîne, ne polîtîkaya hukumetê tenê ye, ya dewletê û „bihevkirina neteweyî“ ye. Ev „şerê kurdan“ ê dawiyê ku ji aliyê dewletê ve hatiye destpêkirin, ne tesadûfî ye. Serokwezîrê Tirk îtirafkir ku hê ne xendeq ne jî îlankirina xweseriya demokratîk li holê hebû, wan va biryara şer daye.

Hişmendiya neteweyî ya Gelê Kurd bi pêş ketiye, li nasnameya xwe û li mafê xwe xwedî derdikeve.  Dewleta Tirk ji vê yekîtî û serhildana Gelê Kurd ditirse. Ji ber vê hindê „stratejiya şerekî sivik“ dişopîne. Di eslê xwe de ev stratejiya Dewleta Tirk ji bo ku Kurdistanê vala bike û bê Kurd bihêle.

Li aliyê din Dewleta Tirk hewl dide, li cihên ku ji Kurdan hatine valakirin, koçberên ji Sûriyê hatine bi cih bike. Bi pêşberiya Dewleta Alman bazarên bi dizî yên bi Yekitiya Ewropayê re, pirsa; „gelo peymana Lozanê ya duyemîn pêk tê?“ tîne hişê mirov.

Li aliyê din Dewleta Tirk di tevahiya Tirkiyê de, li dijî rewşenbîrên pêşverû û ronak seferberiyekê dimeşîne. Dewleta tirk di bin bandora yek partîtiyê de êdî xwe veguherand rejîmeke îslamo-faşîst; gotinek an jî dîtineke dijberî vê rejîmê jî, wek „tawanê terorî“ tê hesibandin.

Kongireya me vê hukumetê „li hundir û der“ wek „hukumeteke şer“ pênase dike. Li dij raya giştî ya hundir û der, lixwekirina unîformayên şer, dide diyarkirin ku pergala dewletê û bûrjûwaziya tirk ditirse û xwe di rewşeke ewleyî de nabîne. Li aliyê din lewaziya muxalefeta li dij vê pergalê jî li ber çavan radixîne.

HÊZÊN ŞOREŞGER WELATPARÊZÊN KURDISTANÊ!

Tunebûna otoriteyeke siyasiya hevbeş a di bingeha stratejiyeke hevbeş de karibe di mijarên siyasî yên cidî de biryaran bide, rê li politîkayên partiyî yên ku encamên wan li gelê me biha dibin mal, vedike. Êrişên KT ên vê dawiyê peyîtandina vê yekê ya berbiçav e. Li dijî vê êrişê divê partiyên me werin ba hev û di tespîtkirina taktîkeke hevbeş de bi ser kevin.

Partiya me bang dike ku hemû parti û rêxistinên Kurdistanî, bila rewşên xwe yên xweser û ramanên xwe yên cuda cuda bidin aliyêkî, politikayên neteweyî yên hevbeş tesbît bikin û di vê bingehê de bibin yek. KKP, wê her gavên bi kêr ên ku ji bo welat û gelê me bên avêtin, kî davêje bila bavêje, destek bike, wê tev li çalekiyên ku rast dibîne, bibe, wê di nava kar û barên hevbeş de cihê xwe bigire. Siyaseta me ya di vê mijarê de; di rêbazan de hevgirî, di taktîkan de bênfirebûn, di çalekiyên hevbeş de xebata hevpar û koordînasyona hevbaş a karparvekirinê ye. KKP, di her çalekî û karên ku ji bo gelê me bi kêr bibîne, de wek her tim, wek formel di nav de nebe jî, dîsa cihê xwe di nav hevalbendiyên siyasî, bi hev re karkirinê, kampanya û di çalekiyên kongiret de wê cihê xwe bigire û di vî warî de xebatên xwe bidomîne. Di vê mijarê de xetên me yên sor, Şerîeta Îslamê û her cure nijatperestiya Tirkîtiyê ye. Bi vana re îtîfaq li dera hanê, bi tesadûfî be jî, em ê bi wan re di heman kareya fotografê de jî cih negirin.

KOMÛNÎSTÊN KURDISTANÊ!

Kongireya 7´emîn a KKP´ê, komûnîstên Kurdistanê di mistewa birêxistin û bandêriya siyasî ya ku dîrok û erkên rojane ji wan dixwest, de nedît. Ji ber vê dixwaze ku ji aliyê pêşvexistin û kûrkirina birêxistinî ve, di çalekî û xebatên rojane de girtina helwesteke çalekbar wek erkeke îroyîn a ku divê neyê taloqkirin, peyîtandiye. Xurtkirin û bihêzkirina KKP´ê ji bo her endam û alîgirên partiyê erkede bingehîn e. Xurtkirin û bipêşvexistina partiya yasayî ya komûnîstên Kurdistanê jî erka me hemûyan e.

Bijî Azadî, Bijî Sosyalîzm!

Bijî Partîya Komînîst a Kürdîstanê !

10 Nîsan 2016

Komîta Navendî ya Partîya Komînîst a Kürdîstanê – KKP Merkez Komitesi

BÖLGE HALKLARINA

DÜNYA PROLETERLERİNE VE EZİLEN HALKLARINA

Partîya Komînîsta Kürdîstan – KKP 7’inci Olağan Genel Kongresi  toplanarak gündemindeki konuları ve dünyadaki ve ülkemizdeki son durumu görüştü.

Dünyamız, yeryüzünün büyük güçler arasında yeniden paylaşılması kapışmasını yaşıyor. Bellibaşlı emperyalist güçler korkunç ölçüde silahlanıyor. Emperyalist batı ittifakı toprakları haricinde süren savaşların ardı arkası kesilmiyor.

Afrika ve Asya’nın geniş coğrafyaları içinde salgın hastalıklar, savaşlar, iç savaşlar, boğazlaşmalar  cereyan eden bir mahşer yerine döndü. Bu bölgelerde ölüm kol geziyor; her tarafta oluk oluk kan akıyor; köyler şehirler bomba yağmurları altında alev alev yanıyor. Başta ülkemiz Kürdistan gelmek üzere dünyanın ”lanetli” topraklarında kıyamet kopuyor. Savaşların ve sefaletin kopardığı yeni bir Kavimler Göçü Asya’nın ve Afrika’nın milyonlarca insanını Avrupa cennetine ulaşmak üzere yollara döküyor. Akdeniz, adeta üzerinde Nuh’un gemisi  yüzen Tufan denizine dönüştü. Gemiye erişemeyenler suların derinliklerinde kayboluyor; Akdeniz’in yutamadıkları Avrupa kalesinin burçları önünde gerisingeri geldikleri yerlere savruluyor.

Niçin?

Her şey dünyanın mutlu azınlığının dünya zenginliklerini daha fazla yağmalama hırsları için! Her şey bir avuç emperyalist ulusun, yeryüzünün bütün petrol ve madenlerini, yeraltı ve yer üstü tabiat servetlerini bencilce talan edebilmeleri uğruna!

Dünya günden güne daha derin eşitsizliklerin, çelişkilerin, haksızlıkların ve bunların yol açtığı çatışma ve belirsizliklerin içine yuvarlanıyor. Dünyanın bir avuç zengin emperyalist ülkesiyle, çok sayıda yoksul ülkeler, az sayıda zenginin sefahati ile dünya nüfusunun büyük çoğunluğunun sefaleti arasındaki uçurum derinleşiyor. Emperyalist metropol ülkelerin kendi bünyelerindeki sosyal çelişkiler büyüyor. Bu ülkelerde yabancı düşmanlığı, ırkçılık, şövenizm ve neo-faşizm tırmanıyor, rejimler gitgide otoriterleşiyor.

Bu doludizgin gidişe karşı dünya proletaryasının enternasyonal karşı koyuşu büyük önem taşıyor. Dünya işçileri ve ezilen halkları bir kez daha emperyalizmi tarihin çöplüğüne atma göreviyle karşı karşıyadır.

İŞÇİLER, EMEKÇİLER, DOSTLAR

– Ülkemiz Kuzey Kürdistan’da durum dehşet vericidir:

Türkiye Cumhuriyeti devleti halkımıza diz çökertmek ve ülkemizi ebediyen boyunduruk altında tutmak için  9 aydır vahşice saldırıyor. Kürdistan parça parça mezbahaya ve harabeye dönüyor. TC devleti kazılan hendekleri ve demokratik özerklik ilanlarını bahane ederek tüm gücüyle kentlerimizin üzerine çullanıyor. Kentler, mahalleler kuşatılıyor, halkımız TC ordusu silahlarının ateşleri ve aylarca süren sokağa çıkma yasakları altında can vermeye ya da göç etmeye zorlanıyor. Kürt kanına boyanmış TC postallarının çiğnediği kentlerimiz, harabelerinde tek canlının kalmadığı, hayalet şehirlere dönüşüyor.

TC devleti uluslararası sözleşmelerle bağıtlanmış savaş kurallarını tanımıyor. Kadın, çocuk, yaşlı demeden sivilleri katlediyor. TC askerleri ve milisleri devletin koruyucu şemsiyesi altında pervasızca savaş suçu işliyor. Bodrumlarda onlarca – yüzlerce insanımız diri diri yakıldı. Kadınlarımızın çırılçıplak edilmiş cesetleri utanmazca teşhir edildi, sosyal medyada gezdirildi. Çırılçıplak edilmiş erkek tutsakların görüntüleri yayıldı. Evlerin yatak odalarının duvarlarına, aynalarına çirkin, ahlaksız sözler, sloganlar yazıldı. Devlet, özünde ”En iyi Kürt, ölü Kürt’tür” mantığıyla davransa da; şimdiki kanlı terör ve kıyım saldırısının sivri ucunu ağırlıklı olarak halkımızın en yoksul, en proleter ögelerinin bulunduğu şehir semtlerine, mahallelerine yöneltti. Kuşatıp diğer bölgelerden izole ettiği proleterya semtlerinde genç proleter kuşağımızın direnen en yiğit ögelerini yok etmeye girişti.

TC devletinin halkımıza karşı giriştiği bu savaş ve imha politikası, hükümet politikası değil, devlet ve ”milli mutabakat” yelpazesi politikasıdır. TC devletinin giriştiği bu son ”Kürt savaşı” tesadüfen başlamadı. TC başbakanı daha ne hendekler ne demokratik özerklik ilanları ortada yokken savaş kararı aldiklarinı itiraf etti.

TC devleti ulusal bilinci uyanan ve kendi kimliği ve haklarına sahip çıkan halkımızın bu bilincinden ve  birleşip tek yumruk halinde ayağa kalkmasından korkuyor. Bu yüzden ”düşük yoğunluklu bir savaş stratejisi” takip ediyor. TC devletinin bu stratejisi özünde Kürdistan’ı Kürtsüzleştirme stratejisidir.

TC devleti bir yandan da halkımızdan boşalttığı topraklarımıza Suriyeli mültecileri yerleştirme girişimlerinde bulunuyor. Alman devleti öncülüğündeki AB ülkeleriyle yapılan gizli pazarlıkların ikinci bir Lozan anlaşması mı olduğu sorusu akıllara geliyor.

Öte yandan TC devleti Türkiye genelinde ilerici, demokrat aydınlara karşı seferberlik yürütüyor. TC devleti tek partinin hakimiyeti altında islamo-faşist bir rejime dönüştü; muhalif bir görüş ileri sürmek dahi ”terör suçu” işlemekten sayılıyor.

Kongremiz mevcut hükümeti ”içerde ve dışarda” bir ”savaş hükümeti” olarak tanımlıyor. Türk hükümetinin içeri ve dışarıya dönük olarak savaş üniformalarını giymesi Türk burjuvazisi ve devlet aygıtının tedirginliğini ve kendini güvende hissetmediğini; Ancak aynı zamanda ona karşı olan muhaliflerin zayıflığını ortaya koyan bir belirtidir.

KÜRDİSTAN DEVRİMCİ, YURTSEVER GÜÇLERİ

Kürdistan’da ulusal demokratik bir ortak strateji temelinde ciddi siyasi konulara karar veren müşterek bir siyasi otoritenin yokluğu, neticeleri halkımıza pahalıya patlayan partisel politikaların belirleyici rol oynamasına yol açıyor. TC devletinin son saldırısı bunun somut kanıtıdır. Partilerimiz bu taarruz karşısında biraraya gelmeyi ve ortak bir taktik belirlemeyi başaramadılar.

Partimiz tüm Kürdistan parti ve örgütlerini, özgül fikir ve görüş ayrılıklarını bir kenara bırakarak, ortak ulusal politikalar saptamaya ve bunlar temelinde birlikte davranmaya çağırır. KKP,  ülkemizin ve halkımızın yararına bulduğu her adımı, her kim atarsa atsın,  desteklemeye, doğru bulduğu eylemlerde diğer güçlerle birlikte davranmaya, iş ve eylem birliği içinde olmaya devam edecektär. Bu konuda politikamız ilkelerde tutarlılık, taktiklerde  esneklik, eylem birliklerinde pratik işbirliği ve işbölümünün ortak koordinasyonudur. KKP, halkımız için yararlı ve gerekli gördüğü her an, bugüne kadar olduğu gibi,  içinde formel olarak yer almadığı siyasal ittifaklar, güçbirlikleri veya kampanya ve somut eylemlerde de yer almaya devam edecektir. Bu konuda kırmızı çizgimiz islam şeriatı ve her türlü Türkçülüktür. Bunlarla ittifak şurda dursun, tesadüfen dahi, aynı fotoğraf karesinde yer almayacağız.

KÜRDİSTAN KOMÜNİSTLERİ

KKP 7. Kongresi Kürdistan komunistlerinin tarihin ve güncel görevlerin onlardan talep ettiği örgütlülük ve politik etkinlik düzeyinde olmadığını gözönünde bulundurarak örgütlenmelerini bugünkünden daha ileri düzeyde pekiştirme ve derinleştirmelerini; günlük pratik faaliyetlerde daha aktif tutum almalarını bugünün en ertelenmez görevi olarak saptamıştır. KKP’nin güçlendirilmesi  her parti üyesi ve taraftarının asli ve temel görevidir. Kürdistan komünistlerinin yasal partisinin güçlendirilmesi ve geliştirilmesi de hepimizin görevdir.

Bijî Azadî, Bijî Sosyalîzm!

Bijî Partîya Komînîsta Kürdîstan!

10 Nisan 2016

Partîya Komînîsta Kürdîstan – KKP Merkez Komitesi

Exit mobile version