Site icon Rojnameya Newroz

JI BER GEFAN KURD JI WÊ NAVÇEYÊ KOÇ DIKIN

Grûbên çekdar gefan li kurdên nîştecihên navçeya Xurmatû dikin. Ji ber van gefan hew maye kurd ji vê navçeyê derbikevin. Li gorî zanyariyan tenê li taxekî Xurmatû nêzîkî hezar û 500 malbatên kurd mal û milkên xwe bicîh hiştiye.

Beşek ji nîştecihên navçeya Xurmatûyê dibêjin, mîlîsên Heşda Şeibî gefê li wan dixwin. Lê Berdevkê Heşda Şeibî vê yekê red dike.

Nîştecihê taxa Eskerî yê Xurmatûyê Remezan Hemîd Caf ji Rûdawê re ragihand, ku bi rêya telefonan û bi îşaretkirina deriyên malên wan gefan li wan dixwin.

Caf dibêje; “Xelk li vir nema. Beşek ji wan reviyan û beşek jî ketine ber teqînan. Rewşa me pir xirab e û ti kes bi hewara me ve nayê. Ew kesên dixwain em vê derê bihêlin, bila bizanin ku em dest ji vir bernadin. Em ê bibin qîr û li ser çavê wan vê yekê jî binivîsin.”

Li gorî zanyariyan tenê li taxa Eskerî ya Xurmatûyê nêzîkî hezar û 500 malbatên kurd mal û milkên xwe bicîh hiştiye. Beşek ji wan malbatan çûne taxên kurdan û beşek jî ji navçeyê derketine.

Nîştecihên Xurmatûyê tiliyê xwe dirêjî Heşda Şeibî dikin û dibêjin ew in wiha dikin. Lê berpirsên Heşda Şeibî vê yekê qebûl nakin û dibêjin; “Ti caran xurmatû evqas aram nebûye.”

Berdevkê Heşda Şeibî li Xurmatû Seyîd Elî Huseynî ji Rûdawê re ragihand; “Weke Heşda Şeibî em li hember ti kesan nasekinin. Niha rewşa Xurmatû pir baş e. Heta nîvê wê hêza hevbeş jî ji navçeyê derketiye.”

Li gorî amaran tenê di sala 2016ê de nêzîkî 80 kes li navçeyê hatine kuştin û 400 kes jî birîndar bûn. Herwiha di nav 2 salên dawiyê de 400 kes hatine revandin û heta niha jî çarenivîsa wan ne diyar e.

Navçeya Xurmatû ji aliyê îdarî ve girêdayî parêzgeha Selahedîn a Iraqê ye û 100 kîlometreyan ji nevanda bajarê Tikrîtê dûr e.

Hejmara rûniştvanên Xurmatûyê bi gund û bajarokên derdorê ve nêzîkî 220 hezar kes e û ji sedî 60 kurd in, ji sedî 25 tirkmen û ji sedî 15 jî ereb in.

RUDAW

Exit mobile version