Site icon Rojnameya Newroz

Îran êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê dike

İran saldırısı

Jêderekî ji K24ê re got, Îranê îro 28ê Îlonê bi riya droneke bombekirî êrîş ser keleha Demokrat a li bajarê Koyê bombebarab kir.

Da zanîn jî, Îranê bi droneyên bombekirî baregehên Komela Zehmetkêşan û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Pirdê kirin armanc.

Cîgirê Sekreterê Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê Reza Kehbî ji K24ê re diyar kir, berî bîstekê baregehên partiya wan li nêzîkî riya sereke ya Silêmanî – Qeredax hatin armanckirin û di encamê de beşek ji baregehê hilweşiya.

Bi gotina Reza Kehbî, heta niha ti ziyaneke canî di encama êrîşa Îranê de derneketiye û tîmên wan ên tendirustiyê jî di rewşa amadehiyê de ne.

Ji aliyekî din ve Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, hejmarek ji endamên Komeleya Zehmetkêşan birîndar bûne û ji bo nexweşxaneyan hatine birin.

K24

Exit mobile version