Site icon Rojnameya Newroz

HÊRO XANIM DÊ ZAROKÊ ÊŞKENCELÊKIRÎ XWEDÎ BIKE

Hevjîna Celal Talabanî, Hêro Îbrahîm Ehmed berpirsiyayiya xwedîkirina zarokê 4 salî yê Derbendîxanê, ku ji aliyê malbata wî ve êşkence lê hatibû kirin, hilda ser stûyê xwe.

Di rojên dawiyê de wêneyên zarokê 4 salî yê ji Derbendîxanê yê bi navê Mihemed Erkan li ser torên civakî hatine parvekirin û van wêneyan di rayagiştî de deng veda.

Mihemed Erkan ji aliyê mala bapîrê xwe ve rastê lêdanê hatibû û paşî di odeyekê sar de hatibû hepskirin.

Li gorî wêneyên di destê Nivîsîgeha Tekoşîna Li Dijî Tûndûtîjiya Malbatê beşa Derbendîxanê, ji ber lêdanê di laşê Mihemed Erkan de birîn çêbûne û herwiha lingek wî jî şkestî ye.

Di encama pişkînînên doxtoran de derket holê ku ji bilî birînên li ser canê wî, ji ber xwarina kêm xwîna wî kêm bûye û nexweşiyên din jî girtiye.

Mihemed Erkan beriya ji dayik bibe, dayik û bavê wî ji hev cuda bûne. Zarokê 4 salî li mala bapîrê xwe mezin bûye.

Bernameya Hotline ya Rûdawê derbarê çarenivîsa Mihemed Erkan de bernameyek taybet amade kir.

Mihemed Erkan niha di Nexweşxaneya Şar a bajarê Silêmaniyê de di bin çavdêriya pizîşkan de ye.

Rêveberê Giştî yê Tendurustiya Silêmaniyê Dr. Mîran Mihemed eşkere kir, ku rewşa Mihemedê biçûk baş e û piyê wî yê şkestî jî hatiye dermankirin.

Mîran Mihemed da zanîn, ku niha xaleta wî li nexweşxaneyê li Mihemed Erkan dinêre û herwiha xaletê xwestiye biraziyê xwe xwedî bike û got:

“Xaleta wî baş çavdêriya wî dike û dixwaze êdî ew Mihemed xwedî bike. Lê dadgeh dê biryarê bide ka dê zarok bidin kê. Herwiha Endama Polîtburoya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed biryar daye hemû xerc û mesrefên xwedîkirina Mihemed Erkan bigre ser milê xwe.”

Dr. Mîran Mihemed daxuyand, ku li ser giliya wan Serdozgeriya Giştî ya Silêmaniyê bav û bapîrê Mihemed binçav kirine.

RUDAW

Exit mobile version