Site icon Rojnameya Newroz

Cotkarê li dijî danîna trafo derket hat desteserkirin

RIHA – Cotkarê li dijî

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Mahmut Tanal li ser hesabê xwe yê Twitterê vîdeoya desteserkirina cotkar parve kir

Li gundê Yeşilkoy ê Xelîliyê Saziya Elektrîkê DEDAŞê bi hinceta qaçax e, xwest trafoyê elektrîkê ku ji bo avdaniya dexlûdan dihat bikaranîn bibe.

Cotkarê xwediyê trafo li dijî birina trafoyê xwe derket û nerazîbûn nîşan da. Li ser aloziyan hêzên cendirmeyan 5 cotkar desteser kirin.

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Mahmut Tanal li ser hesabê xwe yê Twitterê vîdeoya desteserkirina cotkar parve kir û ragihand, mafê cendirmeyan nîne îşkencê li welatiyan bike.

Tanal got: “Mafê cendirmeyan nîne li welatiyan bide, gaza rondikrêj û ava şid bavêje û bi awayekî nebaş desteser bike. Divê demildest cotkar serbest bên berdan.”

Rudaw

Exit mobile version