Site icon Rojnameya Newroz

“FILMMOR” MÎHRÎCANA FÎLMÊN JINAN, ADARÊ DEST PÊ DIKE!

“Filmmor” 17emîn Mîhrîcana Navnetewiya Fîlmên Jinan, di dîroka 7’ê meha Adarê de li Stenbolê dest pê dike û bernameya festîvalê, heta dîroka 7’ê meha Gulanê, dê di bajarên Îzmîr, Amed, Antalya, Mersîn, Giresûn û Edeneyê de berdewam bike.

Rumet Onur Kaya / Rojnameya Newroz

“Filmmor” Mîhrîcana Navnetewiya Fîlmên Jinan, ji aliyê ‘Kooperatîfa Jinan a Filmmor’ê ve tê li darxistin û tê de nîşandayînên filmên derhênerên jinan û xebatên din ên li ser sînemayê cih digrin.

Her salî, filmên û jinên ên 7 parzemînên cîhanê beşdarî festîvalê dibin û di çarçoveya bernameya festîvala guhêzbarê de, di gelek bajaran de; nîşandayînên fîlman, forûm, xebatên atolye, panêl û hevpeyvinînên li ser sînemayê tê kirin. Îsal di festîvalê de, 33 fîlmên Derhênera Femînîst Agnés Varda’yê jî bên nîşandayîn.

Temaşevanên sînemayê dikarin hemû nîşandayînên fîlman û çalakiyên din bêmişe temaşe bikin û beşdarî dibin. Bernameya Mîhrîcanê weke bikitekit li ser malper û medyaya civakî ya Filmmor”ê dê dîroka 27’ê meha Reşemî (Sibat) de bê eşkere kirin.

Ji bo Têkîlî û Agahî: http://filmmor.org

Twitter: Filmmor_

İnstagram: Filmmor

Facebook: Filmmor

Exit mobile version