Site icon Rojnameya Newroz

ENWER MUSLIM: RÛSYA Û DEWLETÊN ROJ AVAYÎ NE LI DIJÎ SÎSTEMA FEDERALÎ NE

Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobaniyê Enwer Muslim encamên Konferansa Kurd a Moskowê, planên Tirkiyeyê yên li Bakurê Sûrîyeyê avakirina herêmên ewle, helwesta DYA û Rûsya ya li ser herêmên ewle, planên Tirkiyeyê yên operasyonên ber bi Minbîc û Reqqayê û projeya Destûra Bingehîn a Rûsyayê ya ji bo Sûrîyeyê hatî pêşnîyarkirin nirxand.

Bayram Şeker / sputniknews

Enwer Mûslîm ji Sputnik Kurdistanê re axivî û derbarê encamên Konferansa Kurd a Moskowê de dîyar kir ku konferans di demeke giring de hate lidarxistin: “Konferans gelek giring bû û di demeke gelek giring de hate çêkirin. Giringîya wê jî ev e, ku nûnerên her çar perçeyan tevlê bûn.

Ya din jî rayedarên Wezareta Karên Derve, akademîsyen û rojhilatnas jî di konferansê de cih girtin. Bi giştî guftûgo û nîqaşên hatine kirin li ser rola kurdan li Rojhilata Navîn û çareserîyên pirsgirêkên Rojhilata Navîn bûn. Herkesî dîyar kir ku bêy çareserkirina pirsa kurd pirsgirêkên Rojhilata Navîn nikarin bêne çareserkirin. Ji ber vê yekê jî hem ji bo me û hem jî ji bo aliyê rûs, ew gaveke giring bû.”

‘ÇARESERIYA DOZA KURD BI SÎSTEMA FEREDERALIYÊ MIMKÛN E’

Her wiha Muslîm derbarê çareseriyê de jî destnîşan kir nêrînên beşdaran bi gelemperî erênî bûn û wiha berdewam kir: “Piştgirîya ji bo gelê kurd, piştgirîya ji bo çareserîya pirsgirêkên pêkhateyên li Kurdistanê jîyan dikin giring bûn. Çareserîya pirsgirêkên Sûrîyeyê bi sîstema federalî ve mimkûn e, ku di konferansê de ew yek jî hate nîqaşkirin. Her weha yek ji pirsên hatî nîqaşkirin pêwistîya pêkanîna Kongreya Neteweyî ya kurd bû, ji ber ku her çar alîyên welêt di bin xeterîyê de ne. Ji ber wê jî di demên nêz de divê Kongereya Neteweyî bête pêkanîn”.
‘HIN DERDOR NAXWAZIN KU KONGRA NETEWÎ PÊK BÊ’

Enwer Muslim destnîşan kir ku li pêşîya kombûna Kongreya Neteweyî astengî hene û wiha axivî: “Pêwist e Kongreya Neteweyî de nûnerên her çar perçeyên Kurdistanê cih bigirin. Lê, mixabin hinek alî û derdor hene ku naxwazin ew kongre were çêkirin û astengîyan derdixin. Ji ber vê ye divê li benda wan neyê sekinandin. Bi taybet jî hinek partîyên li Kurdistanê ji ber zextên dewleta tirk naxwazin Kongreya Neteweyî pêk were. Bi tevî wan astengîyan jî divêt nûnerên her çar perçeyan kom bibin û Kongreya xwe çêbikin.”
‘DI GEL KÊMASIYAN DESTÛRA RÛSYAYÊ DI BERJEWENDIYÊN KURDAN DE YE’

Serokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobaniyê li ser Destûra Bingehîn a ji alîyê Rûsyayê ve ji bo Sûrîyeyê hatî pêşnîyarkirin de wiha got: “Niha di bingeha peymana civakî ya xweserî û yan jî ya federalîzma demokratîk de bingeheke demokratîk heye. Pêkhateyên ku li herêmê jîyan dikin, her weha ol û partî û hemû rengên ku li ser xaka bakûrê Sûrîyeyê jîyan dikin, xwedî mafên weke hev in. Di alîyê hilbijartin, di alîyê xebat, di alîyê parastinê de mafên wan parastî ne. Destûra ji alîyê Rûsyayê ve hatî pêşnîyarkirin gaveke erênî ye, ji ber ku dibêje li Sûrîyeyê ne tenê gelê ereb heye. Ji bilî ereban pêkhateyên din jî yên wek kurd, ermenî, tirkmen, suryanî, çeçen hene. Ji ber wê jî dibêjin ku gereke navê Komara Sûrîyeyê ne Komara Ereb a Sûrîyeyê be. Ango pêşnîyara Rûsyayê gotina ‘Komara Ereb’ ji destûrê derdixe. Ji bilî wê, pêşnîyara Rûsyayê behsa otonomîya çandî ya ji bo kurdan dike. Niha her kes pê dizane ku li Bakûrê Sûrîyeyê sîstemek hatîye damezrandin. Otonomî divê di heman demê de otonomîyeke cografîk be jî. Îro keç û xortên me ji bo parastina axa xwe di nav YPG, YPJ û HSDê de li hember DAÎŞê şer dikin û divê vê yekê jî berbiçav bikin.”

Muslîm di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ne tenê otonomîya çandî. Ew xal cihê nîqaşê ye. Ya din jî, behsa hilbijartinên pêşerojê dike. Elbet niha ji bo nimûne. Kurd ji sedî 20in, suryanî ji sedî 5in, ereb ji sedî 70ne. Eger sibê hilbijartin bêne lidarxistin xeterîyek derdikeve holê. Divê ev yek jî bête berbiçavkirin. Di pêşnîyara Rûsyayê de her wiha gelek zêde raye û selahiyet didine navendê. Bi wî awayî navend dikare di her derî de destêwerdanîyê bike. Divê herêm ji navendê cûdatir xwedî înîsiyatîf bin, ji bo wê jî bi tevî ku em pêşnîyara destûra rûsî ya ji bo Rûsyayê bi erênî dinirxînin jî, em wisa difikirin ku divê nîqaşên li ser wê pêşnîyarê berdewam bikin û mafên hemû pêkhateyan bêne mîsogerkirin.”
‘RÛSYA Û DEWLETÊN ROJAVAYÎ NE LI DIJÎ FEDERALIYÊ NE’

Derbarê helwesta Rûsyayê ya li hember fikra federalîzma Bakûrê Sûrîyeyê de Muslîm wiha got: “Niha Rûsya bi xwe dewleteke federal e û di warê federalîzmê de xwedî tecrube ye. Berê jî digotin û niha jî dibêjin sîstema ku aramî û demokrasîyê li Sûrîyeyê dabîn bike û şer bide rawestandin sîstema federalî ye. DYA û Brîtanya jî di nav de gelek rayedarên rojavayî jî dibêjin ku çareserîya ji bo Sûrîyeyê federalî ye.”
‘TIRKIYE WEK KU ÎSKENDERÛNÊ TEVLI AXA XWE KIR, ÎRO JÎ DIXWAZE BAJARÊN DÎ DESTESER KE’

Enwer Muslim derbarê planên Tirkiyeyê yên ber bi Minbîc û Reqqayê ve destpêkirina operasyonên leşkerî de tekez kir ku “Tirkiye bi DAIŞê re hevkarîyê dike û ew jî ji alîyê her kesî ve tê zanîn. Di dema şerê Kobanîyê de, Tirkiye alîgirê DAIŞê bû, cîranê DAIŞê bû. Hem ji alîyê Cerablûs û hem jî ji alîyê Girê Spî de li hember DAIŞê fîşekek tenê ne avêtin, ku ew jî tişteke balkêş e.

‘PIŞTÎ KU DAIŞ JI ROJAVA TÊK ÇÛ FOBIYA KURD A TIRKA DÎSA RÛ DA’

Her wiha endamên DAIŞê yên ji Ewropayê dihatin ji Tirkiyeyê derbasî Sûrîyeyê dibûn. Lê, piştî ku DAIŞ li Rojava têk çû, fobîya kurd a tirkan dîsa rû da. Tirk naxwazin ku rêvebirîya li Bakûrê Sûrîyeyê bi ser keve û ji bo wê jî mudaxale kir. Tirkiye ji bilî destekdayîna DAIŞê derbazî Sûrîyeyê jî bû. Hewldanên Tirkiyeyê ne ji bo bidawîanîna şerê li Sûrîyeyê ye. Hinek xewn û xeyalên wê ên osmanî hene.

Li ser Heleb û Mûsilê heq îdia dike û dixwaze wan herêman li xwe vegerîne. Çawa di sala 1939an de Îskenderûnê tevli xaka xwe kir, niha jî dixwaze heman rêbazê pêk bîne. Jiber wê jî niha axa Cerablûs, Bab û Şehbayê dagir kirîye. Gotinên wan ên ku dibêjin emê ber bi Mînbîc û Reqqayê ve herin, tenê helwest in. Gelên Minbic û Reqqayê li kêleka hêzên HSDê sekinîne û rojane jî piştgirîyê didin û ji bo parastina axa xwe şehîdan didin. Bawerîya xwe bi tirkan naynin. Ji ber wan sedeman daxuyanîyên tirkan wê berdewam bikin, lê xelkên herêmê wê parastina xwe bikin û nahêlin ku tirk pêş de biçin. Hemleya me ya reqqayê bi awayeke serkeftî pêş dikeve. HSD gelek gund û dewer ji DAIŞê rizgar kirin. Lê, tiştê balkêş ew e ku eşîrên ereban ên li wê herêmê tev li hêzên HSDê dibin. Li gor plana hatî kirin HSD bi piştgirîya koalîsyona navneteweyî bi awayeke serkeftî pêş de dice.”
HEWLDANÊN TIRKIYEYÊ YÊN BO AVAKIRINA HERÊMÊN EWLE NAYÊN QEBÛLKIRIN

Enwer Muslîm derbarê planên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê avakirina herêmên ewle û helwesta DYA û Rûsyayê ya li hember wan planan de ji got ku “Ez bawer nakim ku Tirkiye bikaribe herêmên ewle ava bike. Ew du salin behsa avakirina herêmên ewle dike. Lê, di serî de Rûsya û Amerîka, hêzên navneteweyî qebûl nedikirin. Piştî ku Tirkiye derbasî axa Sûrîyeyê bû, dîsa dest bi axaftinên di wî warî de kirin. Berê digotin herêma ewle wê ji dirêjahîya 80 kîlometre û kûrahîya 25 kîlometreyan pêk werin. Rêvebirîya DYA ya nû jî behsa herêmên ewle dike, lê tu nexşe kifş nekirine û di warê pratîkî de tiştek tune û ji alîyê me ve jî tu zanyarî tune ne. Eger Tirkiye dixwaze ku herêmên dagir kirîye wek herêmên ewle îlan bike, ew yek ji alîyê tu kesî ve nayê qebûlkirin.”

sputniknews

Exit mobile version