Site icon Rojnameya Newroz

Welatiyên Şirnexî bertek nîşanî talan û operasyonê dan: Em ê bêdeng nemînin

Elih

Qeyûmê Êlihê ava qenalîzasyonê direjîne Çemê Êlihê

Welatiyên Şirnexê ku bertek nîşanî talankirina xwezayê dan, destnîşan kirin ku divê li dijî van êrişan tu kes bêdeng nemîne û gotin: “Di salên 90’î de gundên me hatin şewitandin û wêrankirin, îro jî dar û daristanên me tên birîn û talankirin. Li dijî talankirin û operasyonên li çiyayên me divê tu kes bêdeng nemîne.”

Di çarçoveya êrişên leşkerî de birîna daran ku li herêmên Besta, Çiyayên Cûdî û Gabar dest pê kiriye bê navber didome. Cerdevanên ku ji bajarokên Sêgirkê û Hîlalê yên navçeya Qilebana Şirnexê tên şandin, li Çiyayên Cûdî û Gabar û herêma Bestayê xwezayê talan dikin. Her wiha di 30’ê Nîsanê de di encama operasyona li Çiyayê Cûdî hatibû destpêkirin de 8 leşker hatibûn kuştin. Operasyona ku hatibû destpêkirin, bênavber didome. Piştî operasyonên hatin destpêkirin di 11’ê Gulanê de ketin û derketina gundên Avgamasiya, Serêdehlê û Şilerît yên Şirnexê hate qedexekirin. Qedexe hêj jî didome. 

Welatiyên Şirnexê, bertek nîşanî talankirina xwezayê û operasyonên li herêmê hatine destpêkirin dan û gotin bila tu kes bêdeng nemîne.

 MA

Exit mobile version