Navenda Nûçeyan a BIAyê
10emîn danişîna doza Kobaniyê li 22em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Girtîgeha Sîncanê ye destpê kiriye. Siyasetmedarên ku li Girtîgeha Sîncanê de ne tevlî danişînê bûn in. Her weha siyasetmedarên ku di girtîgehên cûda de tên girtin jî bi SEGBÎSê tevlî danişînê bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê danişîn bi tespîtkirina nasnameyan destpê kiriye. Serokê dadgehê belgeyên ku li dosyeyê zêdebûne xwendiye. Rapora ATK (Saziya Tipa Edlî)yê ya derbarê Aysel Tûglûkê de jî li dosyeyê zêde kiriye.
Di danişînê de Bulent Parmaksiz, endamê MYKya HDPê yê berê mafê axavtinê girtiye û diyar kiriye ku pirsgirêkên ku ew di girtîgehê de rûbîrû dibin her ku diçe zêde dibe û lêgerîna kêfî jî li girgîhan zêde bûye.
Serdar Çelebî, parêzerê Aysel Tûglûkê jî bi SEGBÎSê tevlî danişînê bûye û weha gotiye:
“Di serê sala 2021an de şandin nexweşxaneyê. Li wir çendek tetkîk û lêkolîn hatin kirin û di encamê de diyar bû ku Tugluk bi nexweşiya demansê ketiye. Lewma jî me ji bo berdana wê serlêdan kir lê belê bersivek nehat dayîn. Talokqkirina cezayê wê, girêdayî erêkirina ATKê ye. Lê belê DMME di biryara xwe de dibêje ku hewceye ev yek nebe sedema berdanê.”
“Divê rapora ATKê bê lêkolînkirin”
Di berdewamê de jî Çelebî gotiye ku divê rapora ATKê bê lêkolînkirin û wiha pê de çûye: “Ji ber vê yekê, me çendek raporên alternatîf wergirtin. Neguncawe ku nexweşiya demansê li girtîgehê bê dermankirin. Kesên bi vê nexweşiyê dikevin, nikarin parastina xwe jî bikin. Piştî daxwaza me, ji Girtîgeha Kocaeliyê re muzekkere hatiye nivîsandin. Bi nivîsandina muzekkereyê re Tugluk şandin nexweşxaneyê. Di rapora nexweşxaneyê de hat destnîşankirin ku Tugluk kariye tenê çendek pirsan bibersivîne, nexweşiya demansê neguhere û biryara herî dawî ji ATKê re hiştin û sewqî wir kirin. Me xwest ATK derheqê rewşa tenduristiyê agahiyan bide me lê me dît ku tenê îdianame li wir hatiye kopîkirin. Têkildarî pirsgirêka tenduristiyê ya Tugluk de hinek çavdêrî, test û tespît hene. Tê de tê gotin ku Tugluk nikare baş bala xwe bide tiştekî, fonksiyonên axaftin û razberkirinê qels bûne. Gelo tevî van tespîtan jî hûn ê biisrar jê bixwazin ku parastina xwe bike? Em, parastinê nakin û dubare dixwazin ku Tugluk were berdan.”
“Di raporê de îmzeya norolog nîne”
Çelebî diyar kiriye ku tevî nexweşiya demansê, di rapora ATKê de îmzeya norologan tune ye û wiha derbiriye: “Îmzeyên di raporê de tevahî jî yên psîkiyatrîstan in. Nexweşiya muwekîla min girantir dibe û me xwest ku biryareke li gorî rûmeta mirovahiyê bê dayîn û were berdan. Lê ev daxwaza me hate redkirin. Divê Tugluk, di zûtirin dem de bişînin nexweşxaneyê.”
Piştre jî Ayla Akat Atayê parastina xwe kiriye û bal kişand ser 28ê Sibatê û wiha axiviye: “Dema em dibêjin 28ê Sibatê, du tişt têne bîra me. Ya yekemîn, darbeya post-modern e. Fermandarê Hêzên Deryayî yê wê demê jî got; ‘ne hêzên leşkerî lê hêzên bêçek hikûmet guherand.’ Li gorî min, her du pênase jî rast in. Beriya vê, di sala 1968’an de nivîsek derket ku digot dê Necmettîn Erbakan bibe serokwezîr. Jixwe bû serokwezîr jî. Di serî de nekarîn koalîsyonê ava bikin. Piştre jî bi navê Tevgera Refah Yolê koalîsyonek ava kirin. Erbekan wê demê çû serdana welatên misilman û digot ku li şûna dowîz, bila li ser dînar bazirganî bê kirin. Di dema van serdenan de li Enqereyê jî şerîat di rojevê de bû. Pêvajoya ku AKPê ava kirî jî ev darbeya post-modern e.”
‘Em dixwazin bibin welatiyên azad”
Atayê piştre jî deklarasyona Lihevkirina Dolmbahçeyê ya 28ê Sibata 2015an bi bîr xistiye û wiha domandiye: “Di xala yekemîn a lihevkirinê de qala siyaseta demokratîk tê kirin. Lê niha pêşiya siyaseta demokratîk tê girtin. Pirsgirêkên ku em dijîn, li her devera Tirkiyeyê nînin. Zimanê min ê dayikê qedexe ye. Her balafira li Amedê radibe, rê li ber fikaran vedike. Deriyên çapemeniyê li me girtî ne. Nizanin bê ka em çi dijîn. Em dixwazin bibin hemwelatiyên azad. Dixwazim ku di nava sînorên vî welaltî de xwe weke kurdekî pênase bikim. Hemû kesî qanûneke bingehîn a nû qebûl kiribû. Hemû Tirkiye guherî lê qanûna bingehîn neguherî. Her devera pergalê eror dide. Dixwazim bibêjim ku ev her 10 xal gelek girîng in. Her çend ku di meclisê de nehatibin qebûlkirin jî, weke deklarasyonekê jî girîng e.”
Danişîn wê sibê (1ê Adara 2022an) dewam bike.
Doza Kobaniyê Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê di lêpirsîna derbarê çalakiyên Kobaniyê de biryara desteserkirina 82 kesan dabû. Akademîsyen Cîhan Erdal, Prof. Dr. Beyza Ustun û Can Memîş di 25ê Îlona 2020an de polîsan ew desteser kiribûn. Cîhan Erdal û endamên berê yên Lijneya Rêveberiya Navendî yên HDPyê jî di nav de tevlî 17 kesan di 2yê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de girtibûn. Buroya Lêpirsînên Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji bo 108 kesan îdianame amade kiribû û Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22yan ev îdianame qebûl kiribû. Di îdianameyê de dozgerî 22 jê girtî, 6 jê bi şertê kontrola edlî serbest, ji bo her yek ji 108 kesan 38 caran cezayê miebeta girankirî xwestiye. Biryara zeftkirina 75 kesan dabû. Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê kevn yê HDPyê jî di nava wan kesan de ye ku dozgerî ceza jê re dixwaze. Daîreya Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 22yê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de ji bo Demîrtaşî biryarek dabû û gotibû ku “divê demildest tehliye bikin”. Piştî wê bi heşt rojan, di 30ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de îdianameya navborî amade bûbû. Siyasetmedar hatine tohmetkirin 108 kes weke berpirsiyarê wan bûyeran nîşan dane ku di dema navborî de bûne. Ew tohmet wiha ne: Dozgeriyê xwestiye ku bi tohmeta “têkbirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welêt” her yek ji wan carekê, bi tohmeta “kuştina mirovan” her yer 37 caran, bi tohmeta “hewldana kuştina mirovan” her yek 31 caran, bi tohmeta “talankirinê” her yek 24 caran, bi tohmeta “destdanîna ser” her yek 38 caran, “hewldana destdanîna ser” her yek hezar û 750 caran, bi tohmeta “bi şewitandinê ziyandana malî” her yek 397 caran, bi tohmeta “ziyandana mal û milkên dewletê” her yek hezar û 60 caran, bi tohmeta “bi şewitandinê ziyandana malê dewletê” her yek 503 caran, bi tohmeta “binpêkirina parêzbendiya kargehan” her yek 53 caran, bi tohmeta “binpêkirina parêzbendiya kargehan a bi şev” her yek 294 caran, bi tohmeta “diziya aşkere ya bi şev” her yek 26 caran, bi tohmeta “diziya aşkere” her yek 20 caran, bi tohmeta “diziyê” her yek 114 caran, bi tohmeta “diziya bi şev” her yek 272 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik” her yek 5 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a bi çekan” her yek 43 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a karmendê dewletê a bi çekan” her yek 264 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a karmendê dewletê a bi zanebûn” her yek 7 caran, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn di encama şikandina hestiyî de” her yek carekê, “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn a karmendê dewletê ya di encama şikandina hestiyî de” her yek carekê, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn” her yek 78 caran, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a karmendê dewletê” her yek 51 caran, bi tohmeta “binpêkirina azadiya karî û karkirinê” her yek 3 caran, bi tohmeta “ziyandana îbadetxaneyan” her yek 4 caran, bi tohmeta “bûye sedema jiberçûnê” her yek carek, bi tohmeta “şewitandina alayê” her yek 24 caran, bi tohmeta “mixalefeta li dijî yasaya hejmar 5816ê” her yek 25 caran û bi tohmeta “tehrîkirina sûcî” her yek 25 caran werin cezakirin. Kesên tên dadgehkirin Figen Yüksekdağ, Sebahat Tuncel, Selahattin Demirtaş, Selma Irmak, Sırrı Süreyya Önder, Gülfer Akkaya, Gülser Yıldırım, Gültan Kışanak, Ahmet Türk, Ali Ürküt, Alp Altınörs, Altan Tan, Ayhan Bilgen, Nazmi Gür, Ayla Akat Ata, Aysel Tuğluk, İbrahim Binici, Ayşe Yağcı, Nezir Çakan, Pervin Oduncu, Meryem Adıbelli, Mesut Bağcık, Bircan Yorulmaz, Bülent Barmaksız, Can Memiş, Cihan Erdal, Berfin Özgü Köse, Günay Kubilay, Dilek Yağlı, Emine Ayna, Emine Beyza Üstün, Mehmet Hatip Dicle, Ertuğrul Kürkçü, Yurdusev Özsökmenler, Arife Köse, Ayfer Kordu, Aynur Aşan, Ayşe Tonğuç, Azime Yılmaz, Bayram Yılmaz, Bergüzar Dumlu, Cemil Bayık, Ceylan Bağrıyanık, Cihan Ekin, Demir Çelik, Duran Kalkan, Elif Yıldırım, Emine Tekas, Emine Temel, Emrullah Cin, Engin Karaaslan, Enver Güngör, Ercan Arslan, Fatma Şenpınar, Fehman Hüseyin, Ferhat Aksu, Filis Arslan, Filiz Duman, Gönül Tepe, Gülseren Törün, Gülten Alataş, Gülüşan Eksen, Gülüzar Tural, Güzel İmecik, Hacire Ateş, Hatice Altınışık, Hülya Oran, İsmail Özden, İsmail Şengül, Kamuran Yüksek, Layika Gültekin, Leyla Söğüt Aydeniz, Mahmut Dora, Mazhar Öztürk, Mazlum Tekdağ, Abdulselam Demirkıran, Mehmet Taş, Mehmet Tören, Menafi Bayazit, Mızgın Arı, Murat Karayılan, Mustafa Karasu, Muzaffer Ayata, Nazlı Taşpınar, Neşe Baltaş, Nihal Ay, Nuriye Kesbir, Remzi Kartal, Rıza Altun, Ruken Karagöz, Sabiha Onar, Sabri Ok, Salih Akdoğan, Salih Müslüm Muhammed, Salman Kurtulan, Sara Aktaş, Sibel Akdeniz, Şenay Oruç, Ünal Ahmet Çelen, Yahya Figan, Yasemin Becerekli, Yusuf Koyuncu, Yüksel Baran, Zeki Çelik, Zeynep Karaman, Zeynep Ölbeci, Zübeyir Aydar. |
(EMK/AY) BİANET