Site icon Rojnameya Newroz

‘DIBE KU TRUMP BERIYA SERDANA ERDOGAN BIRYARNAMEYA ÇEKDAYÎNA YPGÊ ERÊ BIKE’

Nivîsa ku di Dikenê de ya rojnameger Amberin Zaman hat weşandin de îdia dike ku Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump beriya serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan biryarnameya çekdayîna bo YPGê dê erê bike.

‘Zaman di nivîsa ya xwe yê bi sernava ‘Trump beriya hevdîtina xwe yê bi Erdogan re dibe alîkariya çekan bide kurdan’ de biryarnameya bi hejmara 1209 ku destûra dayîna çekan (non-state military actors) bide komên leşkerî yên derva ya Wezareta Parastin a Amerîkayê, gihîştiye destê Trump an jî hindik maye bigihîje.’

‘TÊKILIYÊN TIRKIYE-AMERÎKAYÊ DIBE SEDEMA KRÎZEK BI ZEHMET KU NEYÊ ÇARESERKIRIN’

Zaman eşkere kir ku Erdogan jî di hevdîtina xwe yê bi Trump re cara dawî daxwaz bike ku alîkariya leşkerî bo YPGê ya Pentagonê dawî lê bîne. “Le agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer hatine wergirtin, heta serdana Erdogan ya li Qesra Spî dê hemû tişt derbas bibin. Di têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê de dê krîzekê bi zehmet û neyên çareserkirin re rû bir û bimînin.’

‘AMERÎKA, ERÊKIRINA BI FERMÎ HER CAR PAŞ XIST’

Zaman destnîşan kir ku Washington demekê direj e ku paln dike çekên giran bo operasyona Reqqayê bide Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji YPGê pêk tê, lê ji ber bertekên Tirkiyeyê erêkirina fermî her car paş dixe û wiha pê de çû:

sputniknews

Exit mobile version