Site icon Rojnameya Newroz

Di girtîgehê de li benda guhastina gurçikê ye

Firat û Emrah Nebîoglû

Firat Nebîoglûyê 24 salî û Emrah Nebîoglûyê 30 salî, bira ne û herdu jî girtî ne. Yek ji wan bi mekîneya diyalîzê ve girêdayî ye, yê din jî ji sedî 94 kêmendam e. Herdu li girtîgehên cuda tên girtin.

Li gorî nûçeya Fethî Balamanî ya di MAyê de hatiye weşandin, piştî ku Saziya Tiba Edlî rapor daye û gotiye “dikarin li girtîgehê bimînin”, daxwazên wan ên tehliyeyê nehatine pejirandin.

Gurçikên herduyan jî naxebitin

Firat Nebîoglû, di sala 2015an de li Êlihê hatiye girtin û 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Nebîoglû bi dorê birine girtîgeha Êlih, Gumuşhane û Xarpêtê û niha di Girtîgeha Amedê ya Tîpa Tyê ya Ewlehiya Zêde de ye. Nebîoglû ku gurçikên wî xera bûne, çavên wî baş nabînin û guhên wî jî baş nabihîsin. Nebîoglû, demek berê şandibûn Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê û nexweşxaneyê bi mehneya dibe ku her du gurçikên wî bi temamî bên jêkirin, di 7ê Adarê de rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” daye wî. Lê Firat Nebîoglû ji ber rapora Saziya Tiba Edlî nayê berdan.

Nebîoglûyê ku di 14ê Adarê de şandibûn STEya Stenbolê, bi rêya malbata xwe gotiye: “Gava em çûn STEyê, bêyî min muayene bikin tenê ji bo nimûneyê xwîn wergirtin û cardin min şandin girtîgehê. Tenê xwîn girtin û li gor xwînê biryar dan. Paşê rapora dikare di girtîgehê de bimîne dan min. Gurçikên min hema bibêje bi temamî xera bûne. Lê rabûn ev rapor dan min. Ger tiştek bê serê min berpirs STE ye.”

Emrah Nebîoglû jî ji sedî 94 kêmendam e. Nebîoglû di 5ê Sibatê de li Mûglayê hatiye girtin û ew xistine Girtîgeha Tîpa Eyê. Nebîoglû bi îdiaya ku “emêdam rêxistinê ye” hatiye girtin û 7 sal û 3 meh cezaye girtîgehê lê hatiye birîn. Dosyeya wî li ber destê Dadgeha Bilind e. Nebîoglû, di sala 2013an de gava xwestiye derbasî Kobaniyê bibe, gule li serê wî ketiye û ji ber vê jî ji dest û piyan ketiye. Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê raporek dayê û gotiye ku ew ji sedî 94 kêmendam e. Nebîoglû niha di Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa Syê de ye.

Apê herdu birayan Emîn Şahînî, di 8ê Çiriya Paşiyê de hevdîtin bi herdu biraziyên xwe re kiriye. Emîn Şahînî diyar kiriye ku rewşa biraziyên wî nebaş e û xwestiye tavilê dawî li vê zilmê bê.

Ap Emîn Şahînî daye zanîn xwe dixwaze gurçikeke xwe bide biraziyê xwe Firatî û ev yek ji rayedaran re gotiye: “Piştî hin test hatin kirin, kifş bû ku gurçika min ji bo wî dibe. Piştî vê, me serî li Serdozgeriya Komarî û paşê jî serî li Wezareta Dadê da. Lê 3 meh derbas bûne hê jî her du saziyan bersiv nedaye. Rayedar naxwazin herdu bira sax ji girtîgehê derkevin. Hema bibêje her roj cenaze ji girtîgehan derdikevin.”

Li gorî daneyên ku Komîsyona Nexweşxaneyan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) di 29ê Nîsana 2022yê de weşandine, li Tirkiyeyê 651 jê giran, hezar û 517 girtiyên nexweş li girtîgehan tên girtin. Di sala 2022yê de, bi kêmanî 70 girtî mirine.

(AS/FD)

BİANET

Exit mobile version