Site icon Rojnameya Newroz

Di Salvegera 6‘an de bîranîna: Prof. Dr. JEMAL NEBEZ

Prof. Dr. JEMAL NEBEZ

Nivîs: Abuzer Balî HAN*

Mamoste di 8 ê Kanûna Pêşîn ya 2018‘an de çû ser dilovaniya xwe. Zanayê Kurd û Kurdistan Prof. Dr. phil. Jemal Nebez, di 85 saliya xwe de li Berlînê çû ser heqiya xwe. Mamoste  Jemal Nebez xebateka zanistî ya berfireh û cihêreng li pey xwe dihêle û diçe! Bi taybetî li ser ziman û çanda Kurdistan gelek pirtûk nivîsandin. Wî ji bo zimanê Kurdî bikaranîna alfabeya latînî û ya Aramî parêzvaniya çanda Kurd kir. Di warê rêzanî (siyasî) de jî serokatiya hêzek ku li ser rêya sosyalîzmê dimeşî wekî nûnerê tevgereke pêşverû û welatparêz va tev digeriya. Di salên xwe yên cîwan de Mam Celal Talabanî û Dr. Kemal Fuad va dibe heval û dost! Wî wê demê de berxwe dida ku taybetî yekîtiya tevgera neteweyî ya Kurdistanê pêk bet û bi hêza xwe va di nav wê tevgerê de ciyê bigire…

  -1 ê Kanûna Pêşîn, Silêmaniyê 1933-
-8 ê Kanûna Pêşîn 2018, Li Berlinê-

Dr. Jemal Nebez, di 1 ê Kanûna Pêşîn ya sala 1933‘an de li navçeya bajarê Silêmaniyê (Kurdistana-Başûr) ji dayîka xwe bûye. Ew ji malbetek Kurd ya ronakbîr û oldar de zaroktiya xwe diborîne! Bavê wî miftiyê navçeya Silêmaniyê bûye. Nebez di 8 saliya xwe de Qur’anê xitim dike û dest bi xwendina xwe ya dibistana seretayî diket!..

Zanîngeha Bexdayê qedand şûnde di dibistanan de dest bi mamostetiyê diket. Di destpêkê de dema zanîngehê diqedîne, ew dibe mamostayê fîzîk û matematîkê. Ji xwe di dema xwendekariya xwe ya li Bexdayê de dest bi nivîsandina gotaran rêzanî yên li ser pirsgirêka Kurd û Kurdistanê dike. Di heman demê de yekem car pirtûka fîzîk û matematîkê ya bi zimanê Kurdî amade dike. Di sala 1960 î de wana çap dike û diweşîne!..

Di sala 1954 an li Şamê bi Osman Sebrî û Rewşen Bedirxanê va li ser pirsgirêkên zimanê Kurdî nameyek girîng belav dikin û diweşînin…

Di 14’ê Avrîla 1959’an de tevî hin kesên dîn li Silêmaniyê rêxistina bi navê „KAJYK – Komeley Azadî Jiyanawey Yekîtî Kurd“ (Komela Azadî û Yekitiya Kurdan) ava dikin…

Di sala 1962‘an de ew diçe Ewropayê. Jemal Nebez, ew li zanîngehên München, Würzburg û Hamburgê ji bo xwendina rojhilatnasiyê ya dîrok û çanda gelên îslamî, Erebnasî, Farisnasî, fîlolojiya îranî (zimanên îranî yên kevn û nû), Urdu û Îbranî dixwîne. Ew doktoreya xwe ya zanistî li ser „Prensê Kurd yê yekem Mîr Mihemedî Rewandûzî“ li zaîngeha Hamburgê de di sala 1969/70’yî de tewaw dike…

Mamoste Nebez di ew salan de bi navê NUKSE (Yekîtiya Neteweyî ya Xwendekarên Kurd li Ewropayê), ya ku di 21 ê Adara 1965‘an de li Münchenê hat damezrandin û heya 3 ê Îlona 1977‘an hebû ku di nav refên wê komelê de wek di nav serokatiyê de ciyê xwe digire û dimeşîne…

Dr. Jemal Nebez di 11 ê Îlona 1976’an de jî Partiya Sosyalîst a Kurd PASOK damezrand! Ew rêxistin heya sala 1992‘an karê xwe dimeşand! Di wê demê de ew avakarê SOKSE – Rêxistina Sosyalîst a Xwendekarên Kurd li Ewropayê, 11’ê Îlona 1980 heya 22’ê Avrîl 2005 an ew rêxistin karê xwe dimeşîne!..

Di navbera salên 1970-1977’an de ew li zanîngeha Azad ya Berlînê xwendina xwe ya zanistên siyasî, rojnamevanî, hiqûq û Almanî berdewam dike!.. Mamoste Nebez, bes ne tenê Kurdolog, ew filololog û dîroknas bû jî. Li gor baweriya mamoste etîmolojiya ziman û zaravayên zimanê Kurdî qasî 300.000 zêdetir peyv (bêje) di nav xwe de dihewîne! Ferhengek Kurdî qasî 300.000 peyv (kelîme) çi bixabin mamoste  amade nekir û ji nav Kurdan barkir çû! Hin teybetmendiyên Mamoste Jemal Nebez hebûn ku min ew rexne jî dikir! Wî qasî 40 sal zêdetir welatê xwe nedîtî bû. Dema hevalê xortaniya xwe de Mam Celal Talabanî serok komarê İraqê bû jî, wî nadixwest ku wî bibîne! Serokêm PDK jî ji mamoste re giramî (hürmet) nîşan didan! Min pir dixwest ku bi rêya ew mirovên Kurd ku erk di dest de heyi, em mamoste bişînin welatê wî yê ku bindest bû. Min mamoste nikarî bû ku wî îqna bikim!.. Dema Mam Celal Talabanî serok komar bû jî li Berlînê xexweşxanê de bû! Ez bawer dikim ku dîsa ji bo nexweşiya wî jê re lêbuhurînek nekir!

Mamoste Jemal Nebez, şansa xwe ya li Zanîngeha Berlînê ya Azad de jî bi rastiyên xwe têkbirî bû…                     

Di destpêka salên 19711972 de dema Mamoste Jemal Nebez li FU Berlin (Free University of Berlin), Enstîtuya Fîlolojiya Îranî (Îranîstîk) de dersdar û wek Prof. Dr. di beşê Îranistîkê de mamoste bû. Min di sala 1973’an de mamoste Jemal Nebez nasî. Wê demê min li gel Prof. Dr. Ferdinand Büttner xwendina xwe ya li ser mijara “Rolê Osmaniyan li Rojhilata navîn de” diktore amade dikir. Di wê deme de min Mamoste Nebez naskir şunda, ez derbasî beşe Îranîstîkê bûm û li gel mamoste hînî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî bûm. Ez Kurd bûm ku min li Enqerê Tûrkolojî xwendî bû!

Serokê Înstîtûta Îranistîkê Prof. Dr. Gobrecht bû. Wî ne Farisî û ne jî Kurdî nedizanî. Mamhoste Jemal Nebez mirovekî çalak û rêkûpêk bû. Wî dixwest ku hemî mamoste wek wî di dema xwe de bên ser kare xwe! Di nav mamosteyan de ew nakokî heya mamoste ji zanîngehê hate avêtin her berdewam kir!..   

Dema Mamhoste Jemal Nebez ji Îranistîkê ne bi dilê xwe hate dûrxistin şunde, ew qet heya roja dawî neçû wî ciyî! Min xwe jî doktoreya li wir li gel serokê Enstîtuyê Prof. Dr. Günter Gobrecht destpekirî di cîh de hîşt û ez jî neçûm zanîngehê! Girêdana min û mamoste Nebez ewqas xurt bû… Hevaltî û rêhevaltiya me qasî  nîv sedsalê berdewam kir! Min ji wî bes ne tene zimanê Kurdî, min ji wî Kurdewatî û rêya sosyalîzma ya ku Manî (bi Latînî Manes an jî Manichaeus, 216–276)  pêk anî bû, ez hînî wê jî bûm! Ew Kurdekî serbilind û her dem di soza xwe de bû! Dema Wî soz bida, di wê demê da yê sedaset bihata!.. Li cîhanê li gor baweriya min Kurdologê herî mezin wek pîtol (feylezof)  Jemal Nebez bû! Min carekê jê pirsî! Mamoste, ji bo çi tu nezewicê! Bersiva xwe jî wek mamoste veşartî bû, û got:” Ez carekê zewicîme! Hewceye ku carek dîn bizewicim!” Min lê vegerand çi wext û bi kê re tu zewiciye? Mamoste bersiva xwe wûsa daye min:”Ez carekê bi Kurdistanê re zewicîme! Ma hewceyê ku ez carek dîn bizewicim!” Di vê mijarê de di navbeynê me de carek dîn nehat gûftûgo kirin!..  

Di civîna zanîngehê ya profesoran de hemî xwendekar li gel Mamoste Jemal Nebez bûn. Lê dîsa jî biryar ji aliyê ew profesorên qels ve hate girtin ku karê mamhoste dirêj nekin! Sedem jî bêtir her roj mamoste li Îranîstîkê bû! Lê belê hin profesor jî di dersên xwe de beşdar  nadibûn. Dema mamhoste bala wan dikişand, wana jî beramberî mamhoste hevkarîya xwe pêk anîn. Li pêş ew dûrxistinê min mamhoste agahdar kirî bû. Lê bersiva mamahoste gelek zelal bû: “Ew çawa bûne mamhoste ku ji kar direvin? Ew dixwazin ku ez jî wek wan bibim. Ez ji kar derkevim jî ez naxwazim wek wan bibim!“ digot…

Ji zanîngehê dûrxistina mamoste di aliyê aborî de rewşa wî xirab kir! Di dadgehan de heya roja dawî wî wergerîna (tercumanî) zimanan wek Kurdî, Erebî, Farisî dikir! Lê belê tu caran mamhoste behsa wê bûyera Îranîstîkê dûrketî qet nekir!..

Mamhoste Jemal Nebez di navbeynê salên 1973-1976 wî berpirsê zanistî di warê Rojhilatnasiyê de li Deutsche Forschungsgemeinschaft (Saziya Lêkolînê ya Almanî) de, 19781982 profesorê alîkar, Îrana îslamî, Farisî û zimanên din ên Îranî, Free Universtiy of Berlin û 1978–1983 an de wergêrê zimanê Farisî li Berlinê û wergêrê zimanê Kurdî li Munihê karên xwe yên rojane her berdewam dikir.

Bi gotarek wûsa kurt behsa Mamhoste Jemal Nebez kirin gelek dijwar e. Lê Kurdan Mamoste Jemal Nebez çiqas nasîn û jê çiqas sûd wergirtin ya rast ew e ku di vê pirsê de ez nikarim hêsanî bersivek qurt bidim. Duweroj lêkolînerên Kurd yê baştirîn lêgerîna vê pirsê bikin!..

Bes Mamoste Jemal Nebez xwediyê hin taybetmediyan bû, ku ew taybetmendi li hindik kesan heye! Ji wan teybetmendiyan hinek ew in:”Kesayetiya rewşenbîrî Prof. Dr. Jemal Nebez di têkoşîna rewa ya neteweyê Kurd de xwedî cîhek taybet bû! Di berhemên Prof. Dr. Nebez de têkoşîn û xebata 50 salên dawî bi awayek berbiçav tên goftûgo kirin. Li ser jiyan û kesayetiya Mamoste Jemal Nebez karên hêja hatine amadekirin…

Bes dikarim ku bêjim îsal di sala 2024 an de xelata Prof. Dr. Jemal Nebez ji aliyê weqfa Jemal Nebez ya ku li bajarê Silêmaniyê, ew xelat îsal ji bo min (Ebuzer Balî Xan) hatiye dayîn! Ji komiteya weqfê re zor sipas dikim!..

Mamhoste Jemal Nebez mirovekî hasas û averte bû. Ji malbetek ola îslam li mala wan wek dibistan de mezin bûyî bû. Bavê xwe zanayekî ola îslam ya wê dewrê li navend û navçeya Silêmanîyê baş dihat nasîn. Jemal Nebez zanîna xwe ya olî ji bavê xwe girtiye. Di heft û heyşt saliya xwe de Kur’an jî hifz kiriye. Ew her ku diçe ji mijara teolojîyê dûr dikeve û berê xwe bêtir dide zanista rêzanî (polîtologî), felsefe, fîzîk û matematîkê…

Mamoste Jemal Nebez endamê „Politische Wissenschaft, (Komela Alman a Zanistên Siyasî)“, Deutsche Morgenlandische Gesellscaft „Civata Oryantal a Alman“, „Akademiya Zanist û Huner a Kurd li Stockholmê“, „Deutsche Gesellschaft für Sprachwissenschaft (Civata Zimannasiyê ya Almanyayê)“, û her wuha endamê hin rêxistinên din bû. Mamoste Jemal Nebez li Berlinê pir salan bi seminer û bi axaftinên xwe di xizmeta Mala Gelê Kurd de û di bûroya Rojnameya Newrozê de xizmetên nayên bîrkirin amade kirin…

Prof. Dr. Jemal Nebez, di nav zimanzan û Kurdologên hemdemî de, bi zanîn û berhemên xwe ew dihat nasîn. Ew ji xeynî zaravayên Kurdî, zimanê Erebî, Farisî, Elmanî û Îngîlizî jî wek zimanê xwe yê dayîkê baş dizanîn. Her çiqas zimanê Osmanî, Turkî û hin zimanên dîn dizanîn jî lê belê nadixwest ku wan zimanan bi nav bike. Li gor mamoste Nebez, zimanê Kurdî di bin sê zaravayan de têye tasnîf kirin:

I. Kurmanciya Jorîn (Kirmanckî, Kirdasî)

1. a. Behdînanî, 1. b. Bohtanî, 1. c. Cizîrî, 1. d. Li Sovyeta Kevn, II. Kurmanciya Navîn, 2. a. Soranî, 2. b. Erdelanî, 2. c. Babanî, 2. d. Mukrî, 2. e. Sineyî, III. Kurmanciya Jêrîn, 3- a. Feylî, 3. b. Lekî, 3. c. Lorî, 3. d. Îlanî…

Mamoste Nebez di aliyê zimanê Kurdî de gelek berhem afirandine. Di hevpeyvîna min ji bo Rojnameya Newroz pê re salên 1980‘î çêkîrî de qasî 120 berhem û gotarên lêkolîn yên dirêj di wê demê de afirandî bûn. Mamoste Nebez li Berlinê jiyana xwe ya dirêj borand. Di mala xwe de dema xwe nîn bû ku bernameyên televîzyonan temaşe bike! Wî her dixwend û dinivîsand! Bi Kurdiyek sitandart jî di axift û dinivîsand. Her Kurdî ji axaftinên wî sûd werdigirt!..

Xwêndewarî be Zimanî Kurdî “Primary Education in the Kurdish Language”. On Problems of Schooling and Learning and How to Solve Them, Baghdad 1957, Second Edition in Stockholm 1987, Nusînî Kurdî be Latînî “Writing Kurdish in Latin Letters”, Çapxaney Me’arif, Baghdad 1957, Kurdische Schriftsprache. Eine Chrestomathie moderner Texte. “Kurdish Written Language. A Collection of Modern Texts”, Hamburg: Buske Verlag, 1969, prichwörter und Redensarten aus Kurdistan “Proverbs and Stock Phrases from Kurdistan”, Munich, National Union of Kurdish Students in Europe NUKSE, 1970, Zimanî Yekgirtûy Kurdî “Towards a Unified Kurdish Language”, published by the National Union of Kurdish Students in Europe – NUKSE in Germany 1976. Second Edition by the Seyidiyan Publishing House in Mehabad in 1979. Die Schriftsprache Der Kurden In Acta Iranica, BelgiequeLiege, 1975. Di nav behemên Mamoste Nebez de ferhenga wî ya etîmolojîk ciyekî girîng digire. Navê berhemê bi Îngîlîzkî “A Concise Etymological Dictionary of the Kurdish Language”ye.  Lê naveroka wê bi tîpên kevn û Latinî bi zimanê Kurdî hatiye amade kirin. Berhem di sala 2008 an de hatiye belav kirin. Ferhengek etîmolojîk amadekirin ji bo zimanê Kurdî gelek dijvar e. Lê zanîna mamoste di dema em tê de dijîn li hidik kesan heye. Wî zimanzanatiya xwe ya rasteqîn di vê berhema xwe de bi kar aniye.

 *Kurdolog

   08.12.2024

   -BERLİN-

        Deutsche Bücher[Bearbeiten | Quelltext bearbeiten]

  1. Kurdische Schriftsprache. Eine Chrestomathie moderner Texte,Verlag: Buske, Hamburg 1969.
  2. Sprichwörter und Redensarten aus Kurdistan, Verlag: NUKSE (National Union of Kurdish Students in Europe), München 1970.
  3. Der Kurdische Fürst Mir-e Kora (Rawandizi) im Spiegel der Morgenländischen und Abendländischen Quellen Eine wissenschaftliche Abhandlung, Hamburg 1970.
  4. Kurdische Märchen und Volkserzählungen, Verlag: NUKSE, Bamberg 1972.

             Kurdische Bücher[Bearbeiten | Quelltext bearbeiten]

  1. Çirokî Gerdaweke, Kurdische Übersetzung von “The Tempest” von William Shakespeare, Bagdad 1955.
  2. Lalo Kerim “Onkel Kerim”. Ein kurdischer Roman, Hewlêr 1956.
  3. Xwêndewarî be Zimanî Kurdî “Grundschulbildung in der kurdischen Sprache”, Bagdad 1957.
  4. Nusînî Kurdî be Latînî “Kurdisch schreiben mit lateinischem Alphabet”, Verlag: Çapxaney Me’arif, Bagdad 1957.
  5. Wergêran Hunere “Übersetzung ist eine Kunst”, Verlag: Çapxaney Jîn, Silemani 1958.
  6. Palto, Kurdische Übersetzung von “Der Mantel” von Nikolai Wassiljewitsch Gogol, Baghdad 1958.
  7. Seretay Mîkanîk û Xomalekanî Made “Einleitung in die Mechanik und Eigenschaften der Materie”, Bagdad 1960.
  8. Zimanî Yekgirtûy Kurdî “Hin zu einer vereinigten kurdischen Sprache”, Verlag: NUKSE, BRD 1976
  9. Hendêk le Kêşe Binretêkanî Qutabxaney Kurdî Sosiyalizm “Einige fundamentale Erwägungen über die kurdische Schule des Sozialismus”, Stockholm 1984.
  10. Govari Komonistawey ‚Yekêtîy Têkoşîn‘ (1944-1945) û Îdyolojîy Xurdeborjway Marksistî Kurd “Kommunistisches Magazin ‚Einigung des Kampfes‘ (1944–1945) und die Ideologie der kurdischen Kleinbourgeois”, Stockholm 1988.

Rojanî Awareyîm le Swêsre “Mein Exil in der Schweiz”, Silemaniye 1999

Exit mobile version