Site icon Rojnameya Newroz

DI 5 SALAN DE LI 11 BAJARAN 2 HEZAR Û 926 ROJAN DERKETINA DERVE QEDEXE BÛ

Komeleya Çavdêriya li Koçberiyê raporek amade kiriye û tê de behsa qedexeya derketina derve ya li Amed, Êlih, Çewlig, Bedlîs, Elezîz, Colemêrg, Mêrdîn, Sêrt, Dêrsim û Mûşê kiriye.

Komeleya Çavdêriya li Koçberiyê rapora xwe ya bi navê “Qedexeyên Derketina Kolanan a Salên 2015/2020an; Berhevkirina Daneyan û Çavdêriya Li Medyayê” weşandiye.

Komeleyê lêkolîn di medyayê de kiriye ku bê ka nûçeyên binpêkirinên mafan ên li cihên derketina derve lê qedexe bûye û herêmên ewlehiya taybet ên demkî bûne çawa hatine weşandin. Di raporê de behsa ew binpêkirinên li Amed, Êlih, Çewlig, Bedlîs, Elezîz, Colemêrg, Mêrdîn, Sêrt, Dêrsim û Mûşê bûne, kirine.

Komeleyê diyar kiriye ku li 11 bajaran û li 52 navçe, 534 tax, 426 gund û 347 gundikên wan, li 240 herêman 439 caran û 2 hezar 926 rojan derketina derve qedexe kirine.

Êlih: Bandora biryarên qedexeyê li 30 hezar û 911 niştecihên Sasonê, 6 hezar û 859 niştecihên Heskîfê û 60 hezar û 375 niştecihên Hezoyê bûye.

Çewlig: Li 10 tax, 54 gundên navçeya Gencê 7 caran 37 rojan derketina derve qedexe kirine. Ji bilî wê hin herêm weke Herêmên Ewlehiya Taybet ên Demkî ragihandine û qedexe ji bo van deran jî ragihandine. Bandora van biryaran li 34 hezar û 181 niştecihan bûye.

Bedlîs: Bandor qedexeyan li 348 hezar û 115 niştecihên navenda Bedlîsê, 93 hezar û 189 niştecihên Tetwanê, 33 hezar û 331 niştecihên Hîzanê, 31 hezar û 869 niştecihên Motkiyê û 47 hezar û 829 niştecihên Norşînê kiriye.

Di navbera salên 2015 û 2020an de li navend û 5 navçeyan, 22 taxan, 160 gund û 60 gundikan li ser hev 60 caran û 938 rojan derketina derve qedexe kirine.

Amed: Bi biryarên qedexeyên derketina derve bandor li 16 hezar û 106 niştecihên Kocakoy, 16 hezar û 618 niştecihên Hezro, 25 hezar û 222 niştecihên Licê, 32 hezar û 675 niştecihên Hênî, 35 hezar û 357 niştecihên Qulpê, 37 hezar û 673 niştecihên Pîranê, 86 hezar û 736 niştecihên Farqînê, 106 hezar û 108 niştecihên Sûrê, 118 hezar û 250 hezar niştecihên Bismilhe, 210 hezar û 927 niştecihên Yenişehirê û 210 hezar û 927 niştecihên Rezanê bûye.

Elezîz: Li navçeya Qereqoçanê û Aricakê û li 2 gund û 4 gundikên wan 2 caran û 7 rojan derketina derve qedexe kirine. Her weha çar caran jî hin herêm weke herêmên ewlehiya taybet ragihandine û derketin û ketina van deran qedexe kirine.

Colemêrg: Li 149 herêmên 3 navçe, 7 tax, 37 gund û 10 gundikan 40 caran li ser hev 189 rojan derketina derve qedexe kirine. Ji bilî wê di navbera 2015 û 2020an de gelek herêm weke herêmên ewlehiya taybet ragihandine.

Sêrt: Li 12 tax, 91 gund û 2 herêmên navend û navçeyên Sêrtê 14 caran û 21 rojan derketina derve qedexe kirine. Her weha hin herêm weke herêmên ewlehiya taybet ragihandine. Di dema qedexeyan de hejmara niştecihan kêm bûye.

Şirnex: Di navbera salên 2015 û 2020an de li ser hev 246 rojan derketina derve qedexe kirine. Piştî rojên qedexeyan bi dîmenên peykan derketiye holê ku ji sedî 70yî van taxan wêran bûne. Her weha gelek mal bi tuleyên tang û topan rûxiyane.

Ji bilî qedexeya derketina derve, hin herêm herêmên ewlehiya taybet ragihandine. Ev rewş heta sala 2020an jî dewam kiriye. Yek ji bi yek ji bo her 34 kesên ku di dema qedexeyan de li jêrzemînên Cizîrê mehsûr mabûn û can dabûn, serî li dadgehê dabûn lê bi hinceta ku “di bûyerê de sedemên hiqûqî hene” biryara nepeyketinê dane.

Mêrdîn: Li 8 navçe4 tax û 122 gundikan 67 caran û 424 rojan derketina derve qedexe kirine. Her weha hin herêm weke herêmên ewlehiya taybet ragihandine.

Mûş: Li navend û navçeyan, li 26 tax, 15 gund û 15 gundikan 7 caran û 6 rojan derketina derve qedexe kirine. Li van deran hejmara niştecihan kêm bûye.

Dêrsim: Li 5 taxên navçeyan û 44 gundan 7 caran û 9 rojan derketina derve qedexe kirine. Li hin deveran hin herêm weke herêmên ewlehiya taybet ragihandine. (RT/FD)

BİANET

Exit mobile version