Site icon Rojnameya Newroz

DFG û MKGP: Girtina rojnamegeran sûc e, hevalên me berdin

DFG - MKGP

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê  (MKGP) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DGF) têkildarî rewşa 16 rojnamegerên kurd ên li Amedê di 16 hezîranê de hatin girtin, li ber deriyê Edliyeya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de gelek rojnamevan amade bûn û her wiha rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY – DER) ya Amedê, rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) piştgirî dan rojnamevanan. Di daxuyaniyê de pankarta “Çapemeniya azad serî natewîne” vekirin.

Daxuyanî bi zimanên kurdî û tirkî hat dayîn. Metna daxuyaniya kurdî ji aliye endama MKGP’ê Medya Uren ve hat xwendin û daxuyaniya tirkî jî Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu xwend.

Uren, bi bir xist ku îktidar bi hevkariya darazê êrişên xwe yên li dijî hemû aliyên mûxalîf didomîne û wiha got: “Di nava van şertên dijwar ên Tirkiyeyê de çapemeniya azad a ku van êrişan dibîne û dinivisîne ji aliyê heman hevkariyê ve hedef tê girtin. Ji bo partiyên tên îktidarê û tenê navê wan diguherin, tiştê ku tenê nayê guhertin hedefgirtina kevneşopiya çapemeniya azad e.”

‘DELÎLÊN SÛC BI WÊNEYAN NÎŞAN DAN’

Bi domdarî Uren da zanîn ku sala 2022’yan dîsa bû sala ku rejîma AKP-MHP’ê dijminatiya xwe ya li dijî kurdan û çapemeniya kurdan nîşan bide û axaftina xwe wiha domand: “Ev bi awayekî zelal derket holê. Binpêkirina mafên li dijî çapemeniya azad a ku hejmara wê ne diyar e dewam dike. Daraz jî li dijî çapemeniya azad wekî rêbazeke cezakirinê tê bikaranînin. Di 8’ê hezîranê de dîsa ev kevneşopî hat hedefgirtin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger 22 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Ji ber zanibûn delîleke sûc a li dijî hempîşeyên me tune ye loma 8 rojan hevalên me di binçavan de hiştin. Nehiştin pîşeya xwe bikin. Emniyetê alavên biserdegirtina saziyan dest xistibû jî wekî ‘delîlên sûc’ di wêneyan de nîşan da. Bi vê yekê jî eşkere rojnamegerî hedef hat girtin.”

‘ÇAPEMENIYA AZAD BI TALÎMATAN NÛÇEYAN ÇÊNAKE’

Di berdewamê de Uren behsa pêvajoya girtina rojnamegeran kir û wiha pê de çû: “Piştî pêvajoya binçavkirinê ya nehiqûqî, bi awayê ku ev îktidar hiqûqa xwe jî bieciqîne di 16’ê hezîranê de 16 hevalên me da girtin. Tevî tirsa ku hat afirandin jî hevalên me dîsa jî bi wêrekî rastî nivîsandin. Daraza ku hevalên me bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ girt, di rojnamegeriya me de li ‘talîmatê’ geriya. Lê belê heke li kesên bi destûr û talîmatê dinivîsin, digerin bila berê xwe bidin medyaya alîgir a li qesrê. Rojevên medyaya alîgir li qesrê tên diyarkirin. Bi vê yekê wê bê famkirin ku çapemeniya azad bi talîmatê nûçeyan çênake. Ji ber ku li gor talîmatên îktidarê tevnagere, li dij vêya derdikeve, dibe hedef.  Disa daraza îktidarê wekî 16’ê hezîranê di 25’ê cotmehê de jî dîsa bi binçavkirin û girtina xebatkarên çapemeniya azad êrişa xwe pêk anî. Vê carê jî talîmat dan Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê. 9 rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de hatin girtin, bi tevahî 10 rojnameger dîsa hatin girtin. Xebatên rojnamegeriyê wekî hincet hat nîşandan û rojnameger hatin girtin. Ev êriş bi me gavê paşde nade avêtin. Berovajî vê yekê ew ê têkoşîna me ya heqîqetê hîn mezin bike.”

‘EM ŞOPDARÊN APÛ MÛSA Û GURBETELLÎ NE’

Uren, bi bîr xist ku wan berê jî diyar kiribû û ew careke din diyar dikin ku çapemeniya azad bi kuştin, girtin, binçavkirin û sansurê nayê qedandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev kevneşopiyeke wiha ye ku bi êriş û zextan nayê qedandin. Dîsa di hefteyeke ku rojnameger dibin hedef de 6 meh bi ser girtina 16 hevalên me yên rojnameger re derbas bûn. Ev 6 meh in ku hîn tu îdianame der barê hevalên me de nehatiye amadekirin. Ji ber ku li holê sûcekî hevalên me tune ye! Ji ber ku em dizanin ku rojnamegerî ne sûc e! Lê bidûrxistina hevalên me ya ji kar a ji aliyê darazê pêk tê, sûc e. Hedefgirtina rojnamegeriyê sûc e. Êrişa li dijî çapemeniya azad, azadiya raman û îfadeyê sûc e. Em li vir dîsa diyar dikin. Ev kevneşopiya me ji Mûsa Anter û Gurbetelli Ersoz girtiye wê bidome. Dev ji hedefgirtina rojnameger û çapemeniya azad berdin. Divê hevalên me demildest serbest bên berdan û darizaninda der barê wan de bê sekinandin. Ji bo rojnamegeran azadî!”

Daxuyanî bi dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû. 

MA

Exit mobile version