Site icon Rojnameya Newroz

Dayikên Şemiyê: Em dest ji Galatasarayê bernadin

Dayikên Şemiyê

Dayikên Şemiyê bi daxwaza ku aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û faîlên wan bên cezakirin, 901’emîn çalakiya xwe ya her hefte li dar dixin bi awayekî online pêk anîn. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandin ser binçavkirin û astengiyên Dayik/Mirovên Şemiyê ya hefteya 900’emîn a li Qada Galatasarayê li dar xistibûn. 

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê birayê Hayrettîn Eren ê 42 sal berê di binçavan de hat windakirin, Îkbal Eren ve hat xwendin. Eren, bi bîr xist ku di civîn û xwepêşandanên ku organîze dikin de mafê gel heye ku bi awayekî azad cihê xwe hilbijêrin û wiha got: “Ji ber ku li Qada Galatasarayê çalakî kirin rastî helwesta dijminane ya hikûmetê hatin. Desthilat hewl dide bi polîtîkayên zext û tundiyê me bêdeng bike. Lê me her carê rêyek dît ku em gotina xwe bibêjin.”

BERTEK NÎŞANÎ BÊDENGIYÊ DAN

Eren, bi bîr xist ku ji bo hêsankirin û parastina kombûnên aştiyane mecbûriyeteke dewletê heye û diyar kir ku ev 4 sal in ji aliyê Qeymeqamtiya Beyoglûyê ve bi awayekî keyfî pêşî li çalakiyên wan tê girtin. Eren, da xuyakirin ku qanûn li dijî wan weke ‘amûreke çavtirsandinê’ tê bikaranîn û got: “Bi tinehesibandina Destûra Bingehîn re pêşî li me tê girtin ku em mafên xwe yên bingehîn û azadiya xwe bi kar bînin.” Eren, bertek nîşanî fakulteyên hiqûqê, navendên mafên mirovan ên fakulteyan, kursiya makeqanûnê û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê yên li dijî vê rewşê dengê xwe dernexistin dan. 

Eren, destnîşan kir ku mafê kombûna aştiyane pîvana demokrasiyê ye û bi lêv kir ku cihê mafê kombûnê tê astengkirin nikare qala hiqûq û demokrasiyê bê kirin. 

DAXWAZÊN DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Eren, anî ziman ku ew ê li dijî hemû astengiyan ji bo xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin dest ji daxwazên xwe yên rewa bernedin û wiha berdewam kir: “Daxwaza me zelal û bênîqaş e; Em Tirkiyeyeke ku tundiya dewletê ji şeweyeke rêveberinê derketî dixwazin. Em Tirkiyeyeke demokratîk dixwazin ku aqûbeta mirovên me yên di binê çavan de hatine windakirin lê diyar bibe, fail û berpirsyar li pêşberî dadgeriyeke adîl hesab bidin û windayên di binê çavan de careke din rû nede dixwazin.”

BANG

Eren, da xuyakirin ku çiqas sal derbas bibin jî ew ê dev ji daxwaza edaletê û çalakiya ji bo windahiyên xwe bernedin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di hefteya me ya 901’emîn de em bang li her kesên daxwaza Tirkiyeyeke demokratîk, azad, wekhevîxwaz û adîl dikin ku di kesayeta Dayikên Şemiyêde mafê kombûna aştiyane biparêzin. Di serî de baro, em bang li rêxistinên hiqûqê dikin ku peywîra xwe bi cih bînin.” 

MA

Exit mobile version