Site icon Rojnameya Newroz

DAIŞÊ LI SER ÊRIŞA LI MANCHESTERÊ BERPIRSYARIYA XWE RAGIHAND

DAIŞê li ser êrişa doh yê li bajrê Manchesterê ya Brîtanyayê ku di encamê de 22 kes jiyana xwe ji dest dan, berpirsyariya xwe ragihand.

Rêxistinê ji ser hesaba xwe yê medyaya civakî ve eşkere kir ku, “Leşkerê Xelîfetiyê, bombe danît nav elaletê” û gef bo êrişên nû xwar.

Serokwezîra Brîtanyayê Therera May destnîşan kiribû ku nasnameya êrişkarê doh êvarê hatiye tespîtkirin. May piştî civîna ewlehiyê li Kolana Downingê derketibû pêşberî rojnamegeran û ragihandibû ku êrişê kesekî pêk aniye.

Exit mobile version