Li gor agahiyan rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê 11ê Nîsana 2022ê çalakiya nobetê da destpêkirin û ligel Parlamentera HDPê ya Şirnexê Nuran Imir û hevserokên heman partiyê hejmarek welatî jî beşdar bûne.
Herwiha li gor ragihandina HDPê dê çalakî 3 rojan di navbera demjimêrên 20:30 û 24:00an de û heta 14ê Nîsana 2022ê berdewam be.
11ê Nîsana 2022ê polîsan bi ser avahiya rêxistina HDPê ya Cizîrê de girtibûn û hevserok û rêveberê navçeyê jî di nav de 8 kes desteserkiribûn û zerar dabûn kelûpelên nav avahiyê.
RUDAW