Ji bo danîna mîkanîzmekê ji çavdêriya agirbesta li Sûriyê, nûnerên Rûsya, Tirkiye û Îran li Astanayê divin.
Biryar e îro li Astanayê koma kar ya hevbeş ji hersê welatan Rûsya, Tirkiye û Îran ji bo gotûbêjkirina rewşa agirbesta li Sûriyê ya ku di 29 Berçileya borî de hatibû pêkanîn bicivin. Herwiha Netewên Yekgirtî û Urdin jî wê beşdar bin.
Di danûstandinên Astanayê de yên ku di 23 û 24 meha borî de bi serperiştiya Rûsya, Tirkiye, Îran û bi beşdariyên rêjîm û opozîsyona çekdar a Sûriyê birêve çûbûn, li ser mekanîzmayeke 3 alî ya hevpar lihev kirin, bo cibicîkirin û çavdêrîkirin agirbestê.
Duh jî Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, danûstandinên Astanayê yên di navbera nûnerên rêjîm û opozîsyona Sûriyê de birêve çû bûn, deriyek bû ji bo çareserkirina krîza Sûriyê.
K24