Site icon Rojnameya Newroz

BÎRANÎNA SALVEGERA PROF. DR. JEMAL NEBEZ

Wext dibore diçe! Salek bû ku Mamoste Jemal Nebez di roja 08.12.2018 an de koça dawî kir. Wê rojê vir  de salek darbaz bû. Di roja 08.12.2019 an de li navnîşana Pallasstraße 35, li Berlinê di navbeynê demjimara 14.00 heya 18.00 an bîranînek yê ji bo mamoste bi kar be! Kesên hatin vexwendin yê di vê bîranînê de beşdar bin. Ji ber ku li gor beşdaran xwarin û vexwarinê bê amade kirin. 

Abuzer Balî Han* / Hemû nivîsên ê nivîskar

Mamoste Jemal Nebez mirovekî Kurd serbilind bû. Wî her doza Kurdistanek azad dikir. Kesên Kurd ku ji yekîtiya Kurdan direvîn ewna bi tundî bi nivîsên xwe rexne dikirin. Di ew rexne xwe de ew bê tawîz bû. Mamosteyê nemir Nebez yê bi berhem û ramanên xwe di nav gelê xwe de heta hetayê yê bijît!..

Ji bo hin kesên ew nasnadikirin bi kurtahî jiyana Mamoste Jemal Nebez ew e:

Mamoste 1 ê Berfenbara 1933 an li Kurdistana Başûr li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê. 8 ê Berfenbara 2018 an li Berlînê koçaxwe ya dawî bû şunda, ew li goristana  Silêmaniyê jî hate binax kirin.

Çil sal zêdedir bûyî bû ku Mamoste Nebez Kurdistan nedîtî bû. Nadixwest ku biçe Kurdistanê. Ew ji rêvaberên Kurdistanê yên îro dijîn pir ne razî bû. Ne razî bûna xwe bi gotar û konferansên beşdar dibe pêşkeş dikir. Ew hîn di xortaniya xwe de wek mirovekî zîrek û rêk û pêk dihatiye nasîn.Wî gelek berhem, gotarên dirêj afirandine û dayîne weşandin. Zimanên mezin yên cîhanê weku Kurdî û zaravayên Kurdî, Farisî, Erebî, Îngîlîzî, Elmanî û hin zimanên dîn jî baş dizanîn. Bi kurtahî ew ziman zaneyekî demdemî û Kurdologekî mezin bû. Çi mixabin Kurdan ji zanîna wî hindik tişt komkirin û sûd jê wernegirtin!..

Mamoste Nebez li ser rêya Mazdek bi bîrûbaweriya wekhevî û yeksaniyê doza xwe ya sosyalîzmê jî dikir. Di demên borîde digot:”Sosyalîzma îro welatên sosyalist dikin roj yê bê ewê bixile! Ji bo ku rêya wan ne rêya wekhevî û ne jî rêya yeksanî ye!” Ew baweriya Mamoste Nebez ku çil û pecî salî berê digot ew di pratîka rêzaniyê de rast derket. Lê sosyalîzma Mamoste Nebez difikirî wê demê me başjê fehm nadikir. Paşê me dît ku mamoste di ew bîrûbaweriya xwe de sîyasetmedarên Kurdistanê û piraniya wan bi tundî rexne dikirin. Ji bo vê  jî her çiqas wana jî ji wî re hurmet bikirina jî, lê ji mamoste pir  ne razî bûn. Weku ew jî ji wan ne razî bû! Lê  Mamoste Nebez dost û hogirê Rojnameya Newrozê bû.  Ji bo Rojnameya Newrozê gelek semînar û konferans pêk anîn û çalakiyan de beşdar dibû.

Jemal Nebez li Kurdistanê zanîngeh qedandiye. Doktoreya xwe ya zanistî li Elmanyê li ser Mîr Mihemed Paşa (Mîr ê Kor) Mîr ê Soran pêk aniye.Prof. Dr. Jemal Nebez di navbeynê 1971-1982 an de wek gast Prof. Dr. dersdarî kirye. Li Zanîngeha Berlînê Azad de li Enstîtuta Fîlolojiya Îranî de xabitiye. 1972-1976 berpirsê zanistî di warê Rojhilatnasiyê de li Deutsche Forschungsgemeinschaft (Saziya Lêkolînê ya Alman) kar kirye. Di navbeynê salên 1978-1982 profesorê alîkar, Îrana îslamî, farisî û zimanên din ên Îranî li Zanîngeha Berlînê xrbitiye. Di navbeynê salên 1978–1983 wek wergerê zimanê Kurdî û Farisî li Berlinê û Munichê (Wezareta Perwerde, Zanist û dadgehan de) dixebite.

Pir salên li paş mayî de Rojnameya  Newrozê bi mamoste re hevpeyvînek çêkirî bû. Di wir de Mamoste behsa 120 berhemên xwe yên çapkirî an jî yên ji bo çapê amade dibin behsa wan kirî bû.

Bi van çend agahiyên kurt carek din mamosteyê nemir em wî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wî û karûbarên wî ditewînin. Mamosteyê hêja! Tu yê bi rêzgirtin û afirandinên xwe yên hêja di nav gelê xwe de her bijît!..

*-Lêkolîner û nivîskar-

Exit mobile version