Serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo bûyerên 1915an peyva “Jenosîda Ermeniyan” bi kar anî.
Rêveberiya Biden gotareke taybet bi komkujiya Ermeniya belav kir tê de Serokê Amerîka Biden komkujiya Ermeniyan wek jenosîd bi nav kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Biden de, hevoka “jenosîd” du caran, di paragrafa yekem û paşîn de hat gotin.
Di daxuyaniya xwe ya 24ê Nîsanê de, Biden got: “Her sal em jiyana her kesê ku di dema Osmanî de di jenosîda Ermeniyan de mirine bi bîr tînin û dilsoziya xwe nîşan didin da ku nehêlin zilmeke bi vî rengî carek din pêk were.” Di paragrafa dawîn a daxuyaniyê de, Biden got, “Gelê Amerîkî hemû Ermenîyên ku di qirkirina berî 106 salan de hatine kuştin bi bîr tîne.”
Bi vê yekê, Biden bû yekemîn Serokê Amerîka ku di daxuyaniya xwe de gotina “jenosîd” bikar tîne.
Teksta daxuyaniya Biden wiha ye:
“Her sal di vê rojê de, em jiyana her kesê ku li serdema Osamaniyan di dema jenosîda Ermeniyan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û dilsoziya xwe nîşan didin da ku nehêlin zilmeke bi vî rengî carek din pêk were. Ji 24 Nîsan 1915an ve, bi girtina rewşenbîr û serokên civatên Ermenî li Konstantînopolê ji alîyê rayedarên Osmanî, mîlyonek û nîv Ermenî hatin koçberkirin, qetilkirin an ber bi mirinê ve meşiyan. Em qurbanên Meds Yeghern bi bîr tînin da ku xofên ku qewimîn nebin dîrok.
Piraniya kesên ku sax man neçar bûn ku li seranserê cîhanê, di nav de Amerîka jî, xaniyên nû bibînin û dest bi jiyaneke nû bikin. Gelê Ermenî bi hêz û berxwedan sax ma û civaka xwe ji nû ve ava kir. Bi dehsalan, koçberên Ermenî Amerîka di gelek waran de dewlemend kir, lê tu carî dîroka trajîk a ku bav û kalên wan anîne peravên me ji bîr nekirine. Em çîrokên wan bi bîr tînin. Em wê êşê dibînin. Em tarîxê rast dikin. Em vê yekê ne ji bo tawanbarkirinê, lê ji bo ku tiştê qewimî careke din dubare nebin dikin.
Îro dema ku em şîna windakiriyan digrin, divê em berê xwe bidin paşerojê û cîhana ku em dixwazin ji bo zarokên xwe ava bikin. Cîhanek ku ji xirabiyên rojane û bêtehemuliyê bandor nebe, ku tê de rêz li mafên tê girtin û hemû mirov dikarin bi rûmet û ewlehî bijîn. Ji bo rêlibergirtina zordariyên li her cihekê cîhanî di dahatuyê de em biryara xwe ya hevpar dubare bikin û ji bo hemî gelên cîhanê em bikeviin li pey şîfa û lihevhatinê.
Gelê Amerîkî hemû Ermenîyên ku di qirkirina berî 106 salan de hatine kuştin bi bîr tîne.”