‘Amerîka dixwaze demeke dirêj di navçê de bimîne’
Serkirdeyê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Aldar Xelîl ragehand ku, Hêzên Hevpeymaniya Navnewletî piştî rizgarkirina Reqayê jî dê li ser piştevaniya wan berdewabin.
Di hevpeyvîneke xwe li kenalekê ku, ser bi medeyaya PYDê ve ye, Endamê Desteya Bilind û Serkirdeyê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Aldar Xelîl tekez kir ku, Hêzên Hevpeymaniya Navnewletî bi Serokatiya Amerîkayê piştî rizgarkirina bajarê Reqayê jî dê li ser piştgiriya wan berdewam be.
Xelîl da zanîn ku, peywendiyên wan yên dîblomatîk bi Derve re ne tenê li ser asta leşkerî ne, lê belê li ser asta siyasî jî têkiliyên wan hene, aşkere kir ku, heta niha danpêdana siyasî bi wan nehatiye kirin, ji ber pêwîstiya xwe bi demekê heye.
Herwiha Serkirdiyê TEV-DEM Aldar Xelîl diyar kir ku, Amerîka li hebûneke xwe ya dirêj li navçeyê digere,lewma nabe ku, wan piştî rizgarkirina bajarê Reqayê bi tenê bihêle û piştguh bike.
Di operasyona rizgarkirina Reqayê de ku, di 5ê Tebaxa borî ji aliyê Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) ve destpêkiribû Hevpeymaniya Navnewletî bi berdewamî piştevaniya wê hêzê dike.
bas news