Site icon Rojnameya Newroz

AHMET TURK: GIRTINA VÊ CARÊ CUDA BÛ (VÎDEO)

Serokê berî yê şaredariya bajarê mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir, ku heta gelê kurd negihe mafê xwe di Rojhilata Navîn de demokrasî pêk nayê.

Ahmet Turk li mala xwe ya Mêrdînê bersiv da pirsên peyamnêrê Rûdawê Mehdî Mûtlû û diyar kir, ku biryara derbarê girtina wan de biryareke siyasî bû û got; “Em baş dizanin, di Rojhilata Navîn de ji bo pêşeroja gelê kurd xebateke berfireh heye. Îro li Tirkiyê jî kurdan xebata xwe ya demokrasiyê gihandiye qonaxeke nû. Tirkiye dixwaze di vê qonaxê de kurdan bê deng bihêle. Li pêşiya Tirkiyê referandûmek heye, ji bo di referandûmê de serkeftî bin li ser gelê kurd vê plane dimeşînin.”

Turk balkêşa ser wê yekê, ku hevserokên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP)û 70 siyasetmedarên kurd di girtîgehê de ne û diyar kir, “Vê yekê ji bo bêdenghiştina kurdan dikin. Ez di salên 1980ê de, 86ê û 94ê de jî di zîndanê de bûm. Em baş dizanin di nav tekoşîna demokrasî û azadiyê de zîndan û girtin heye. Hemû kurdan jî ev yek dîtiye.”

Ahmet Turk daxuyand, ku pêwîstî heye bi hişmendiyeke hevbeş pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û wiha berdewam kir;

“Em dibêjin bila diyalog hebe. Beriya hemû tiştan divê di nav partî û siyaseta kurd de jî hişmendiyeke hevbeş hebe. Bi salan şer çêbû û xwîn rijiya. Lê em dizanin, ku bê aştî pirsgirêk çareser nabe. Çiqas şer bê kirin jî encamp vegera ser diyalog û aştiyê ye.”

Serokê berî yê şaredariya bajarê mezin ê Mêrdînê amaje bi wê yekê kir, ku kurdan ti carî mafê gelên din nexwariye û got; “Kurdan êrîşê ti kesî nekiriye û jiyaneke hevpar xwestiye. Em hêvî dikim hemû aktor ji bo aştiyê xwe li ber çav re derbas bikin.”

Ahmet Turk daxuyand, ku xeletî ne tenê yekalî ne û ligel ku kêmasiyên wan jî hene, divê dewlet jî hişmendiya xwe ya li nêrîna pirsgirêka kurd biguhere.

Turk xwest serbestberdana wî bibe hêviyek lê ew nizane ka dê pêşerojê de çi çêbibe û daxuyand; “Berî jî xwestin kurdan bêdeng bikin lê kurdan dest ji daxwaza mafên xwe bernedan. Kurd 40 milyon in û aktorek giring in, kes nikare wan bê maf û statû bihêle. Heta kurd negehin mafê xwe li Rojhilata Navîn demokrasî cî bi cî nabe.”

Serokê berî yê şaredariya bajarê mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk roja 17ê Mijdara 2016ê bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji kar hatibû dûrxistin. Turk roja 21ê Mijdarê jî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatibû desteserkirin û roja 24ê Mijdarê jî bi tometa “Endamtiya rêxistineke terorîstî” hatibû girtin.

Turk yekemîn car şandibûne Silivriyê. Roja 25ê Çileya 2017ê Ahmet Turk ji bo dermankirinê anîne Xarpêtê (Elezîzê) û roja 30ê Çileyê jî şandibûne Dadweriya Pizîşkî ya Stenbolê.

Ahmet Turk roja 3ê Çileyê bi şertê “bê girtî bê darizandin” hatibû berdan.

RUDAW

Exit mobile version