6 partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji bo yekkirina helwest û çalakiyên xwe, îro Duşemê dicivin.
Hat ragihandin ku nûnerên her yek ji komele-rêxistina kurdistanî ya Partiya Komunîsta Îranê, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) dê îro bicivin daku behsa çawaniya birêxistina kar û çalakiyên merasîmên Newrozê li herêma kurdan a Îranê bikin.
Ew civîn dê li avahiya deftera siyasî ya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê were lidarxistin û berpirsên komisyona rêxistinên navxweyî yên partiyên navborî dê beşdarî wê bibin.